1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. 100 hezar Îranî li Kurdistanê dijîn
100 hezar Îranî li Kurdistanê dijîn

100 hezar Îranî li Kurdistanê dijîn

Berpirsekî karûbarê derve yê Îranê eşkere kir ku 100 hezar hemwelatiyên Îranê li Herêma Kurdistanê kar dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

SILÊMANΠ- Li gor daxwiyaniya ofîsa parêzgarê Silêmaniyê, Behroz Mihemed Salih di civînekê de ligel Rêveberê Karûbarê Îraniyên Derve li Wezareta Derve ya Îranê, ragehand ku bazirganên navend û başûrê İraqê zêdetir pişta xwe bi deriyên sînor ên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê girêdidin.

Di civînê de berpirsên parêzgeha Silêmaniyê û şanda Îranê pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan gotûbêj kirin û li ser çareserkirina hinek pirsgirêkên hevwelatiyên Îranî yên li Herêma Kurdistanê rawestiyan.

Rêveberê Karûbarê Îraniyên Derve li Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku ligel bazirganiyeke berfireh nêzîka 100 hezar hevwelatiyên Îranî li Herêma Kurdistanê hene, yan çûn û hatina Kurdistanê dikin û mirov sûd ji şiyana wan werbigire bo avadankirina herêmê.

Parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih jî diya kir ku rêkeftina jihevfamkirinê di navbera parêzgahên hevsînor ên ligel Îranê hatiye îmze kirin û got: ‘’Evna jî bandoreke zêde li deriyên sînor dike ku zêdetir pêşketin çêbibe.’‘

 

Bu haber toplam 665 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.