1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. 15 salên din Duhok ji mayînan paqij dibe
15 salên din Duhok ji mayînan paqij dibe

15 salên din Duhok ji mayînan paqij dibe

Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Mayînan li parêzgeha Duhokê ragehand ku di sala borî de wan bi hevkariya hinek sazî û şirketan 48 zeviyên parêzgeha Duhokê ji mayîn û teqemeniyan ku rûberê wan bi giştî 1402000 meyreqare ye paqij kirine.

A+A-

DIHOK - Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Karûbarê Mayînan li parêzgeha Duhokê Uweynan Yûsif Mihemed ji BasNewsê re got: ‘‘Di wan 48 zeviyan de me kariye 19718 mayîn û teqemeniyan derbixin û ji nav bibin. Ji bo hinek rêveberiyên Duhokê jî wek rê û pira û berhemên gazê me 15 zevî bi rûberê 420000 metre qare paqij kirine.’‘

Uweynan Yusif Mihemed ew yek jî veneşart ku sala borî 13 hevwelatiyên parêzgeha Duhokê bûne qurbaniyên mayîn û teqemeniyan û canê xwe ji dest dane û hemû qurbanî jî mêr bûne, ku di nav wan de du kes ji karmendên rêveberiya wan in.  

Mihemed da xuyakirin ku bi rûberê 31 mîlyon metre qare li parêzgeha Duhokê mayîn hatibûn çandin û heta niha tenê ji sedî 26’ê wan hatine paqij kirin û hê ji tevahiya 490 zeviyan tenê 248 hatine paqij kirin.

 

Bu haber toplam 739 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.