• Diyarbakır32 °C
  • Batman32 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl31 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ32 °C
  • Erzincan27 °C
  • Şanlıurfa32 °C
  • Erzurum23 °C
  • Ağrı25 °C
  • Gaziantep32 °C
  • Hakkari26 °C
  • Muş29 °C
  • Siirt33 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
1500 xwendekarên Êzdî dest ji xwendinê berdan
04 Ocak 2014 Cumartesi 14:50

1500 xwendekarên Êzdî dest ji xwendinê berdan

Ji ber gefên berdewam ên grubên çekdar, revandin û metirsiya kuştinê, 1500 xwendekarên Êzdî li Mûsilê dest ji xwendinê berdane.

MÛSIL - Endamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê ser bi ola Êzdiyan Umer Elyas ev nûçeya han piştrast kir û ji BasNewsê re got: ‘’Niha çendîn xwendekarên kolej û fakulteyên Mûsilê ji aliyên terorîstan ve bi kuştin û revandinê hatine tehdîtkirin, loma vê dawiyê 1500 xwendekarên Êzdî yên fakulteyên Mûsilê dest ji xwendinê berdane û çûne malên xwe.’‘

Elyas wiha axifî: ‘’Li se daxwaza Encûmena Parêzgeha Mûsilê, Civata Wezîrên İraqê hevkariya wan xwendekaran dike ku îsal ji xwendinê dimînin, herwiha di sinifde nayên hiştin û îmtîhana wan jî bo demeke nediyar paş dixe.’‘

Berî niha hikûmeta navendî ya Bexdayê razîbûna xwe pêşan dabû ku xwendekarên Kurd ên Êzdî yên li zanîngehên Iraqê dixwînin xwendina xwe li zanîngehên Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Hêjayê gotinê ye Bexda û navçeyên din ên Iraqê di rewşeke ewlekariyê ya xirab re derbas dibin û roj bi roj kiryarên terorstî li wan navçeyan tên kirin. Kurdên Êzdî yên li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdisatnê û deşta Mûsilê jî bi awayekî berdewam dibin hedefa êrîşên çekdarên Îslamî yên radîkal.

Li Herêma Kurdistanê jî meha borî propagandeyîstekî Îslamî bi awayekî dijwar êrîşî Êzdiyan kir û got: ‘‘Ew ne Kurd in.’‘ Li ser vêna jî dozgerê giştî lêkolîn derbarê êrîşên wî propagandeyîstê Îslamî de da destpêkirin, ji ber ku ev gotinên wî dikevin çarçoveya teror û qebûlnekrina olên din.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim