• Diyarbakır2 °C
  • Batman0 °C
  • Mardin-2 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-4 °C
  • Elazığ-3 °C
  • Erzincan-3 °C
  • Şanlıurfa-1 °C
  • Erzurum-7 °C
  • Ağrı-4 °C
  • Gaziantep-1 °C
  • Hakkari-3 °C
  • Muş-6 °C
  • Siirt-1 °C
  • Van1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16emîn kongreya PDK (Rojhilat) dest pê kir
06 Şubat 2016 Cumartesi 14:52

16emîn kongreya PDK (Rojhilat) dest pê kir

16emîn kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Rojhilat) dest pê kir. Kongre dê sekreterekî nû ji partiyê re hilbijêre.

 

 

Îro li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê, 16emîn kongreya PDKa Rojhilat dest pê kir. Kongre bi axaftina Sekreterê PDKê Xalid Ezîzî dest pê kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê Fuad Heqîqî ragihand, yek ji mijarên girîng ên kongreya PDKê, hevgirtina PDK û PDKÎ ye. Delege dê li ser wê mijarê gotûbêj bikin û hinek biryar bidin.

 

Heqîqî her wiha da zanîn, di kongreya îro de dê sekreterê partiyê were guhertin çimkî li gorî qanûnên PDKê, nabe sekreter ji du caran zêdetir li ser kursiya sekreteriyê rûnê. Ji ber wê jî tê pêşbînîkirin kesekî din li şûna Sekrerterê niha yê PDKê Xalid Ezîzî were hilbijartin.

 

PDK, sala 2006ê ji PDKÎ veqetiya. Piştî ku PDK hat damezirandin, di heyama 6 salan de ti pêwendiyeke wê bi PDKÎ re çênebû. Yekemîn civîna wan partiyên Rojhilatî havîna sala 2012ê bi navcîtiya Fransa û li Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê hat kirin.

 

Ji wê demê ve heta niha wan partiyan gellek caran hewl dane hev bigirin lê heta niha hewlên wan bê encam mane.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim