350 malên Amedê 20 rojin di tariyê de ne

350 malên Amedê 20 rojin di tariyê de ne
20 roj in li taxên Huzurevlerî, Kuça û Sanayî ceyrana 350 malan hatiye qutkirin.

 

AMED -  Gel sê roj in ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê diçe TEDAŞ'ê, lê TEDAŞ bi hinceta "ceyrana qaçax heye, herin kesên ceyrana qaçax kişandine bibînin" bê bersiv dişînin malên wan. TEDAŞ bi hinceta ku "ceyarana qaçax heye" şartêlên nû lê naxe. Şartelên kevin jî têra ceyranan ewqas mal neke, di heman demê de ji ber ku şartêlên tên guhertin jî yên sexte ne di demek kurt de dişewitin. Welatiyên ku li taxê dijîn ev sê roj in diçin ber deriyê TEDAŞ'ê û dixwazin kesên berpirsyar pirsgirêkên wan çareser bikin. Lê her roj welatî bi hênceta "kesên berpirsyar ne li virin" yan jî "ceyrana qaçax heye" welatiyan bê bersiv şûnde dişînin malên wan. 

'Bi sedan xwendekar nikarin dersê bixebitin'

Welatiyê bi navê Yakup Bîlgî ê ku li Huzurevlerî yê rûdine diyar kir ku her car ji wan re dibêjin ceyrana qaçax heye û wiha axivî: "Madem ceyrana qaçax heye, bila werin derxin holê. Lê ji me re dibêjin hûn kesên ku ceyrana qaçax bikar tîne bibînin. Bi vî awayî gel berdidin hev û li hev dikin dijmin."

Bîlgî da zanîn ku bi sedan xwendekar li taxê dijîn û xwendekar nikarin dersên xwe bixebitin. Bîlgî diyar kir ku malên wan pir sar in ew neçar in ku bi cilên xwe ve razin û wiha pêde çû: "Em şarjên telefonên xwe di cêba xwe de digerînin. Lê em nikarin makîneya cilan di cêba xwe de bigerînin. Em di tariyê de dijîn û ji serman dikevin." 

'Kî di tariyê de derdikeve polîs wan gulebaran dike'

Bîlgî anî ziman ku ew nikarin bi şevê derbikevin ji derve, ji ber ku li taxê buyer hene qereqol jî li ber deriyê wan e ditirsin derkevin ber derî û wiha got: "Ji ber ku li taxê buyer hene em ditirsin bi şev derbikevin. Ji ber ku kesên nîva şevê derdikevin derve ji aliyê polîsan ve tên gulebaran kirin."

'Dewlet me bi hev dide kuştin'

Welatiyê bi navê Mehmet Alî Denîz ê ku li taxa Huzurevlerî rûdine jî destnîşan kir ku dema ew ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe diçin ber deriyê TEDAŞ'ê, qasî sed parêzvan wan dorpêç dikin lê kes ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan tiştekî nake. Denîz anî ziman ku hefteya borî ji bo kesek çû ser stuna ceyranê şer di navbera wî û cîranê wî de derket û kesekê jiyana xwe ji dest da. Denîz got ku taxên dewlet nikare bikevê û gel bikuje, gel bi hevdû dide kuştin. 

Denîz da zanîn ku ji ber ceyran hertim diçe û tê û TEDAŞ pereyê ceyrana neyî jî ji xelkê distîne, gel neçar dimîne ku ceyrana qaçax dikişîne malên xwe.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.