6 kesên di çalakiyên Kobanê de hatin girtin serbest berdan

6 kesên di çalakiyên Kobanê de hatin girtin serbest berdan
Li navçeya Bêgirî ya Wanê 6 kesên di çalakiyên Kobanê de hatin girtin di rûniştina yekemîn de serbest hatin berdan.

Li navçeya Bêgirî ya Wanê 6 kesên di çalakiyên 6-8'ê cotmeha 2014'an de hatin girtin serbest hatin berdan. Rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê hate dîtin. Di rûniştinê de ligel 6 kesên girtî, parêzser, rêveberên DBP, HDP û ÎHD'ê, Hevşaredarê Bêgirî M. Alî Tunç û malbatên kesên girtî amade bûn. Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara welatiyên girtî yên bi navê Recep Kara, Sercan Tunç, Dogan Ablak, Necmettîn Enterlî, Ramazan Koçer û Hîkmet Çoksu ya serbest berdanê da.


Piştî rûniştina dozê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet li ber edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku wan şahidiya dozeke gelek sosret kirine.

Rûniştina doz 23 kesên din ê li navçeyê di heman çalakiyan de hatin girtin jî dê di 17'ê sibatê de bê dîtin.(Diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.