1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. 6 tevger û rêxistinên din tevlî rêvebiriya bûn
6 tevger û rêxistinên din tevlî rêvebiriya bûn

6 tevger û rêxistinên din tevlî rêvebiriya bûn

Li Rojavayê Kurdistanê 6 rêxistin, tevger, û kesyetên serbixwe ji bo tevlîbûna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxwazname pêşkêşî Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

QAMIŞLO – Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan ji bo nirxandina  daxwaznameyan li Navenda Partiya Yekîtiya Suryanî ya li taxa Kornêş a bajarê Qamişlo civiya. Endamên Dîwanê Ebdilkerîm Umer, Nezîra Gewriyê, Hisên El-Ezam û Mihmed Şêxî beşdarî civînê bûn.

Endamê Dîwana Meclîsê Hisên El-Ezam da zanîn ku Dîwana Meclisê ji bo nirxandina xebatên Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hin mijarên din yên girîng civiyaye.

El-Ezam her wiha da zanîn ku wan di civînê daxwaznameyên 6 tevger, rêxistin û kesayetên serbixwe ku ji bo tevlîbûna projeya Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kiribûn jî nirixandin û erêkirin. Li gorî El-Ezam , teger, rêxistin û kesayetên serbixwe yên ku daxaznameyên wan yên tevlîbûna Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk hatine erêkirin ev in: “Tevgera Jinan ya Pêşxistin Civakê, Kombenda Ciwanên Sûriya Pêşerojê, Kombenda Meclîsa serok û rûspiyên êlên Ereb, Partiya Keskan a Kurdistanê, Kombenda Abûrînas ên Ereb, Rêxistina Sînor a Mirovahî û kesayeta serbixwe Dr. Riyad Şemûn Ibrahîm.

El-Ezam da zanîn ku ew ê rêxistin û kesyetên ku daxwaznameyên wan hatine erêkirin bi belgeyên fermî agahdar bikin da ku beşdarî civînên Meclisê bibin.

 

Bu haber toplam 671 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.