6 welatên Erebî Hizbullah xistin lîsta terorê

6 welatên Erebî Hizbullah xistin lîsta terorê
Encumena Alîkariya Welatên Kendavê, Hizbullah a Lubnanê tevî hemû serkirde, yekîne û rêxistnên girêdayî wê ve, weke terorîst bi nav kir.

 

Encumena Alîkariya Kendavê ku ji 6 welatên Erebistana Siûdiye, Kuweyt, Behrêyn, Qeter, Îmarat û Omanê pêk tê, ragihand ku ev biryar piştî çalakiyên terorîstî yên Hizbullah a Lubnanê li Sûriye, Iraq û  herwiha li welatên erabî yên Kendavê hat dayîn.

Sekreterê Encumena Alîakriya Kendavê Ebduletîf Bin Raşid Elziyanî îro çarşemiyê di daxuyaniyekê de li bajarê Riyaz a paytextê Erebistanê ragihand, her 6 welatên endamên encumenê li ser Hizbullah a Lubnanê biryarek hevbeş dane û wan biryar daye, ku Hizbullahê wek rêxistinek terorîstî nas bikin.

Bin Raşid Elziyanî herwiha got, ku Hizbullah xortên welatên erebî yên Kendavê tevlî refên xwe dike, herwiha çek û madeyên teqemeniyê qaçax dike û fitne û ne ewlehî û têkderiyê li welatên erebî yên Kendavê belav dike.

Ew biryara welatên erebî yên Kendavê piştî daxuyaniya Sekreterê Hizbullahê Hesen Nesrullah tê, ku rexne li biryara Riyazê bo rawestandina alîakriyên leşkerî yên bo Lubnanê girtibû û dabû xuyakirin, Erebistan bi wê biryara xwe Lubnan xistiye nav alozî û kirîzek siyasî .

Encumenê herwiha ragihand, ku dê tedbîrên pêwêst ji bo bcîkirna vê biryarê li gorî yasayên welatên endam di Encumena Kendavê de û yasayên navdewletî yên roberûbûna terorê wergirin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.