• Diyarbakır4 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin3 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-2 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum1 °C
  • Ağrı0 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari-2 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt3 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ajansa Geşedana Karacadaxê çû Şaredariya Sau Paulo
09 Aralık 2013 Pazartesi 20:47

Ajansa Geşedana Karacadaxê çû Şaredariya Sau Paulo

Ajansa Geşedana Karacadaxê ku di çarçoveya serdana kar de li Arjantîn û Brezîlyayê ye bi şandeya xwe ya ji Amed û Rihayê çû serdana Şaredariya Sao Pauloyê.

Ajansa Geşedana Karacadaxê ku di çarçoveya serdana kar de li Arjantîn û Brezîlyayê ye bi şandeya xwe ya ji Amed û Rihayê çû serdana Şaredariya Sao Pauloyê. Konsolê Sao Paulo yê Tirkiyeyê Mehmet Ozgun Arman digel şandê amade bû, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr got ku di geşedanê de divê di navbera herdu herêman de pire çêbibe.

AMED- Di hevdîtina bi Sekreterê Têkiliyên Derve ya Şaredariya Sao Pauloyê Carlos Treves de, Serkreterê Ajansê Dr. Îlhan Karakoyun derbarê ajans û herêmê de peyva xwe pêşkêş kir. Piştre ji aliyê Sekreterya Têkiliyên Karên Derve ya Şaredariya Sao Pualo ve derbarê aborî, nifûsi, perwerde, rêveberî û tenduristiya eyaleya Sao Pauloyê de agahî hatin dayîn.

Piştre Şaredarê Bajarê Mezin û Endamê Desteya Rêveber a Ajansa Geşedana Karacadaxê Osman Baydemîr axivî û got, “Bajarê Sao Paulo, bajarekî pirbawerî, pirçandî ye; bi vî rengê xwe dişibe herêma me.” Baydemîr bal kişand ku Brezîlya ji aliyê Rojhilata Navîn bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve pir baş tê nasîn û da zanîn ku mebesta wan ew e di navbera herdu herêman de têkiliyan xweş bikin. Baydemîr bal kişand ku ew dixwazin di warê geşedanê de di navbera herdu herêman de pirê çêkin û ezmûnên xwe gel hev parve bikin.   

Sekreterya Karên Derve derbarê projeyên girîng ên herêmê de pirsyar kir û li ser vê Sekreterê Ajansê Dr. Îlhan Karakoyun derbarê potansiyela herêmê û bi taybetî GAPê de agahiyên berfireh bi rayedarên Şaredariya Sao Pauloyê re parve kirin. Karakoyun diyar kir ku GAP biqede dê 1.8 milyon hektar aqar bikeve ber avdaniyê, dê bi kêrî çandinî bê û pê re pîşesazî pêş bikeve û got, ev bo razemendkarên netewî û navneteweyî derfetên nû vedike.  

Dahat wekhev nayê parvekirin û xizanî

Dr. Karakoyun li ser parvekirina dahata li bajarê Sao Pauloyê pirsyar kir, li ser Sekreterê Têkiliyên Derve; da zanîn ku li eyaleta Saı Pauloyê dahat bi adilane nayê belavkirin û xizanî gelekî heye. Sekreterî diyar kir ku xebatên şaredariyê li ser vê yekê hene û da zanîn ku di çarçoveya Bernameya Bolsa Familiayê de dahata federal li xizanan tê belavkirin.   

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim