1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Akademîsyena ku got “pirsgirêka kurd” ji zanîngehê hat avêtin!
Akademîsyena ku got “pirsgirêka kurd” ji zanîngehê hat avêtin!

Akademîsyena ku got “pirsgirêka kurd” ji zanîngehê hat avêtin!

Akademîsyen Dr. Nîl Mutluer anî ziman ku dema ku li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Fatîhê hînmendî dikir, tayînkirina wî hat dirêj kirin ji ber ku jine zêdetir dibin bandora vê pêvajoyê de ma.

A+A-

STENBOL - Dr. Nîl Mutluer ya ku ji akademîsyenên Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Fatîhê hînmedî dikir di Cohmeha 2013'an de neçar ma ku bi daxwaza xwe ji zanîngehê cuda be. Ji ber ku Mutluer ji bo alîkariya doçentiyê ji jûrî rapora êrênî girti bû lê nehat tayîn kirin. Mutluer anî ziman ku dema ku li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Fatîhê hînmendî dikir, tayînkirina wî hat dirêj kirin ji ber ku jin bû zêdetir dibin bandora vê pêvajoyê de ma. Mutluer diyar kir ku bê wî gelek akadimîsyenê din jî di pêvajoya destpêkirina wanedayîna zanîngehê de zehmetî jiyaye. Mutluer anî ziman ku waneya zayendiya civakî li hinek mala wek "guneh" hat îlankirin. Mutluer hinmendên ku tekîliya wan ji zanîngehê hat qutkirin Prof. Dr. Huseyîn Kalayci û Neşe Ozgen bibîranî û wiha got: "Her 3 hînmendên ku neçarmane ku dest ji zanîngehê berdin xala wana hevpar akademîsyenên ku li ser pirsgirêka kurd rawestiyayî ne." 
'Rêwaza bilîkirinê' 
Mutluer ev rewşa wek "Rêwaza bilîkirinê" nirxand û ji zanîngehê bi daxwaza xwe cudabû. Mutluer diyar kir ku vegotina pêvajoya ku jiyane ji akademiyê re wek deynek dibîne. Mutluer diyar kir ku zanîngeha ku tê de hinmendî dikir nêzî cemiata Gulene tê zanîn ji ber ku bawerdikir ku em "hînmendên femîninist, çepgir û sosyalist" dê îmaja wan hilbiweşine li ser wan bandorê çêbikin û dawî li karê Prof. Dr. Huseyîn Kalayci û Neşe Ozgen anî. Li zanîngehê di demên dawîn de bi cûdakarî nêzî kurdan dibûn di zanîngehê de sazûmaniya zayendî pêşket ji ber wî yekê ne em jî nerihetbûn. 

'Destûra dûcanîyê kirin hînceta derxistinê' 

Mutluer diyar kir ku berê ku li zanîngehê waneyan bide ji bo di konferansên cuda de waneyê bi de zanîngehê bang wê kirine. Di vê pêvajoyê de di Cotmeha sala 2010'an de teklîfa dest bikar bike girt. Mutluer anî ziman ku wê demê teza doktorayê dinivisand û min teklîfa niv demê waneyê bidim girt û di payîza 2010'an de min dest bi hîndekariya zanîngehê kir. Heta ku ji bo dûcaniyê desturê bigrim min 10 waneyên cûda dida 4 polên cuda. Dema ku ez li zanîngehê bûm min semîner, konferan, hevdîtinên bajaran û tolyeyê li darxist li çalakiyên ku medikir bi piranî ji mijarên wek cûdakarî, tawana nefret, homofobî, pirsgirêka kurd û ermenî û mîlîtarizim pêkdihat. Dema ku me ev çalakiyana dikir her çendî em carnan rastî bertekên komên kevneperestan bihatiba jî lê li ser xebatên me bandor nedikir." 

 

Mutlu diyar kir ku ya herî girîng em pişta xwe nedin sermiyan, cemiat, partiyên siyasî û desilatdariyan ji bo akademisyenê rexnekar, ramanwer û qada zanista civakî bê afrandin û ji bo berdewana hilberinê fikir, berxwedan, çalakî yên cîhanê li hemberî polîtîkayên zayendî û neolîberal divê em piştevanîya hev bikin û gav bavêjin.

Bu haber toplam 645 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.