• Diyarbakır31 °C
  • Batman31 °C
  • Mardin33 °C
  • Bingöl29 °C
  • Bitlis25 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan29 °C
  • Şanlıurfa32 °C
  • Erzurum24 °C
  • Ağrı27 °C
  • Gaziantep29 °C
  • Hakkari26 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt30 °C
  • Van22 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Akat Ata: Feraseta qetliyama Parîs û Roboskiyê heman in
06 Ocak 2014 Pazartesi 12:48

Akat Ata: Feraseta qetliyama Parîs û Roboskiyê heman in

Endamên DOKH'ê ji bo bîranîna her sê jinên azad ên ku li Parîsê hatin qetilkirin bernama bîranînê li darxistin û bi sedan kes tevlî bernameyê bû.

Di bernamayê de Parlementera BDP Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku li gel hemû hewldanên jinan hêj kûjerê qetliyamê dernekxistinê holê û hesap ji kûjeran ne hatiye xwestin.

 

ÊLIH - Endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Êlihê, ji bo bîranîna pêşenga PKK'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê çile sala 2013’an de ku li Parîsê hatin qetilkirin bernameya bîranînê li darxist. Bername li Mala Gel a Mehmet Sîncar a li Taxa Petrolkentê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Li salona bîranînê Posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, her sê jinên kurd, endamên PKK û HPG'ê yên ku demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn, alên PKK û KCK û her wiha pankartên "Slav ji rêhevalên ku dilên wan ji bo azadiyê lê dide" û "Têkoşîna we dê riya me ronî bike, em we ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin" hatin daliqandin. Di bernameya bîranînê de Parelementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, namzetên hevserokên şaredariya Êlihê Gulîstan Akel u Sabrî Ozdemîr, Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, endamên BUO-DER û Meclîsa Ciwanên BDP'a Êlihê, tevkarên DOKH'ê û bi sedan kes amade bûn. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û pişt re sînevzoyenek ji bîranîna her sê jinan pêk dihat hate pêşandan. Jin û dayik li ber pêşandana sînevziyonê hestewar bûn û rondik ji çavê wan bariyan. Balkêş bû ku  ji ber tevlîbûna zêde ya welatiyan cih li salonê nema û welatiyan li ser piyan li bernameyê temaşe kir.

Akat Ata: Banga şermezarkirina qetliyamê li gelê Êlihê kir

Piştî pêşandana sînevziyonê Parlementer Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku her tim qetliyam bûne para gelê kurd û got ku qetliyama Parîsê jî wek Zîlan, Agirî û Dêrsimê ye. Ata, anî ziman ku di dîrokê de heta niha gelê kurd her tim li şehîd û nirxê xwe xwedî derketiye û di vê pêvajoyê de pêwîste gel rola xwedî derketina li nirxên bileyîze. Ata, bal kişand ser dîroka qetliyama Parîsê û wiha got: "Ev saleke li gel hemû hewldan û çalakiyên jinan hêj jî kûjer û berpirsyarên qetliyamê dernexistine holê. Ev qetliyam di encama li hevkirina hêzên navnetewî û dewleta Tirkiyê de ev hovîtî pêk hatiye. Kî fermana qetliyam Roboskiyê dabe, fermana vê qetliyama Parîsê jî wan kesan daye. Berpirsyarên qetliyamê xwedî heman ferasetê ne. Em ê li gel hemû astengiya bi rihê berxwedanê xwedî li têkoşîna her sê hevalinên me derbikevin." Ata, diyar kir ku gelê Êlihê her tim li şehîd û nirxên xwe bi rihê seferberiyê derketiye û bang kir ku roja 9'ê çile jî gelê Êlihê dakeve kolan û qadan qetliyamê şermezar bike.

Piştî axafitna Ata, dîsa sînevziyon hate pêşandan û bername bi dawî bû. 

 

ata-(2).jpg

ata-(4).jpg

ata-(7).jpg

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim