Aktaş: Pêwîste girtîgeh nebe qedera Kurdan

Aktaş: Pêwîste girtîgeh nebe qedera Kurdan
Parlementerên ku bi biryara Dadgeha Makeqanûnê hatin berdan çûn serdana Kongreya Civaka Demokratîk.

Di sedanê de Parlementerê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş axivî û wiha got: "Bê me gelek kesên hilbijartî an jî rêberên ku gel bawerî pêaniye gelek mirovên me hin di girtigehandene ev dîlîtî û divê ne be qedera kurdan û saziyên wan. Divê kurd bi her awayî xwedî li sazî û vîna xwe derkevin heza meya ku em hemû hevalên xwe ji van dîlîtiyan rizgarkin heye."

AMED (DÎHA) - Parlementerên ku ji "Doza KCK'ê ya sereke" hatibûn girtin û demek berê serbest hat berdan parlemterên BDP'ê û Parlementerê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş çûn serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Palementrê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş û Parlementerên BDP'ê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim ji aliyê endamên Serokatiya Dîvana KCD'ê Nurhayat Altun, Edîp Yaşar, Endamê Komîsyona Gelan û Bawerî Hîlmî Aydogdu, Endamê Komisyona Siyasî Zulkuf Atay, Endamê Komîsyona Hiqûqê Cafer Kan û Endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê Hasan Yagiz, Orhan Artuç pêşwazikir. Aktaş diyar kir ku li piştî hevdîtina bi gel re yekser çûne serdana malbatên Roboskiyê û kesên ku ew li girtîgehan bitenê nehîştine dê difikirin ku biçin serdana hemû saziyan. Aktaş anî ziman ku gelê kurd di her şert û mercî dê têkoşiya ye û wiha got: "Kurd bi hezaran salane rastî înkar îmha û tundiyan tên li hember vana bê navber têkoşiyane û ev têkoşîn hêj berdewame, li pey me hêj hevalên me digirtîgehan de mane û ji bo ku hevalên me serbest bên berdan çi ji destê me bê emê hemû hewldan û baldariyê bi gelê xwere ravebikin." 

'Hêza me ya ku em hevalên xwe ji dîlîtiyê rizgarbikin heye'

Aktaş diyar kir ku bisalane siyasetmedarên kurd bi awayek bê mafdar tê girtin û wiha got: "Bê me gelek kesên hilbijartî an jî rêberên ku gel bawerî pêaniye gelek mirovên me hin di girtigehandene ev dîlîtî û divê nebi qedera kurdan û saziyên wan. Divê kurd bi her awayî xwedî li sazî û vîna xwe derkevin heza meya ku em hemû hevalên xwe ji van dîlîtiyan rizgarkin heye."

Li piştî axaftina Aktaş endamê Serokatiya Dîvana KCD'ê Edîp Yaşar jî wiha got: "Em gelek dilşadin ku me siyasetmedarên kurd ên rêzdar yên ku kurdan wek vina xwe hilbijatî dinava medaye. Bi salane siyasetmedarê kurd, rewşenbîr, rojnamevan û bi sedan zarok ji ber ku daxwazên xweyê bingehîn anîne ziman dinava çar dîwaran de tên girtin." Yaşar diyar kir ku berdana parlementeran girtî gavek erêniye lê hin zagonên derbeyê di meriyêtê de ye û ev zagonana di pêş çareseriya pirsgirêka kurde astengiya herî mezine û wiha got: "Ger zagonê demokratîk bi keve meriyetê, hemû gitî bigêhêje azadiya xwe dê lezbide pêvajoya demokratîk û ji demokratbûna Tirkiyeyê re bingehê çêke." 

Li piştî axaftina serdan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Kaynak:

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.