Alan, nasname û dibistanên dewletê red dike!

Alan, nasname û dibistanên dewletê red dike!
Bêdadî û polîtîqayên pişavtinê yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê di erdnîgariya Kurdistanê de herî zêde bandora xwe li ser zarokên kurd kir.

AMED -Bêdadî û polîtîqayên pişavtinê yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê di erdnîgariya Kurdistanê de herî zêde bandora xwe li ser zarokên kurd kir. Zarokên kurd ku heya roja îro li hember bêdadiya dewletê û polîtîqayên pişavtinê an dibistanên dewletê red dikin an jî nasnameya ku ji aliyê dewletê ve tê dayîn ji bêrîkên xwe derdixin. Rûken Alan (15) jî ji ber bêdadiya dewletê a li hember birayê wî hat kirin, nasnameya xwe du caran qelişand û dibistanên pergalê red dike. 


Li Tirkiyeyê ev salan e li ser gelê kurd û gelên din polîtîqayên pişavtinê tên meşandin. Di heman demê de tu gel tune ye ku di bin tundî û şîddeta dewletê re derbas nebûye. Zarokên kurdistanî jî Ji ber van polîtîqayan para herî mezin û giran girtin û di bandora van polîtîqayan mezin dibin. Nîşaneya herî bi cav jî ew e ku zarokên ku bi vê polîtîqayan nesîbên xwe digirin dema TOMA'yêk dibînin didin ber keviran an jî hemû qadên dewletê bi biçûkatiya xwe de red dikin. Ji van yek jî Rûken Alan e. Alan di pazdeh saliya xwe de ji ber neheqî û bêdadiya Tirkiyeyê nasnameya ku bi zorê lê tê dayîn red dike. Alan, piştî birayê wî Mazlûm Alan ji ber sîxurekî bi sûcê "endamê rêxistinê ye û li hember qereqolek çalakî pêk anîye" rastî cizayek giran hat nasnameya ku malbata wî jê re heya niha derxistine an diqelişîne an jî dişewitîne. Birayê wê Mazlûm Alan du caran rastî cezaya muebbeta giran û 77 sal cezayê girtîgehê re rû bir û ma. Li ser vê Rûken Alan, bîr û baweriya li hember dada Tirkiyeyê bi temamî şikest. Alan, ne tenê nasnameya Tirkiyeyê di heman demê de dibistanên dewletê jî red dike û naçe dibistanê.Alan, destnîşan kir ku bi girtina birayê wê baweriya wî ya li hember dada dewletê bi temamî şikest. Alan, diyar kir ku ew li hember vê dewletê gelek aciz bû û got ku li Tirkiyeyê dad nema û wiha axivî: "Bi taybetî li ser gelê min ev bêdadî tê meşandin. Li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê gelê kurd her tim tên kuştin an jî dikevin nav çar diwaran. Ji bo kurdan dad jî tune ye." Alan, diyar kir ku dewletê nêzî 150 sal ciza bê sûc û bela li birayê wî birîne û ev jî nîşaneya bêdadî û zilma herî mezin e û wiha axivî: "Ev di şexsiyeta birayê min de li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Di girtîgehan gelek kurd bê sûc hene û di nav van de jî rewşa gelekan ne baş e."
Alan, anî ziman ku ew ê li hember vê bêdadiyê êdî bêdeng nemîne û nasnameya dewleta Tirkiyeyê ji vir pê de qebûl neke û wiha berdewam kir: "Ev nasname heke li ser min be ev şermek mezin e. Ne tenê nasname di heman demê de dibistanên wan jî qebûl nakim. Divê min tercîhên xwe yên Lîsê jî bikira lê ji ber van sedaman ez vê jî nakim. Hemû tiştên Tirkiyeyê dê ji vir pê de ez ê qebûl nekim." Alan, destnîşan kir ku ew ê li hember van bê dadiyan her tim têbikoşe û wiha pê de çû: "Heya ku dad ji bo hemû gelan derbasdar nebe, jin û mêr wekhev nebin ez ê têbikoşim." Alan, li ser jiyana xwe ya pêşerojê jî axivî û got ku ew ê di dibistanên xwe de perwerdehiya xwe bi kurdî bibîne û li ser van xebat bimeşîne. Alan, di dawiya axaftina xwe de jî destnîan kir ku bang li hemû şaredar û siyasetmedarên kurd kir ku ji bo ciwanan sazî û dezgehên kurdewar vekin da ku bi ciwan bi vîna xwe ya azad xebatên xwe bimeşînin.Şerife Oruç(Diha) 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.