Altan Tan: Ez ji HDPê venaqetim

Altan Tan: Ez ji HDPê venaqetim
Altan Tan: Ez ji HDPê venaqetim

 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan got, ew ji partiya xwe venaqete.

 Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan beşdarî bernameyeke CNN Turkê bû û geşedanên dawî nirxand.

 Altan Tan anî ziman bi 5 yan jî 10 parlamenteran partî nayê avakirin û wiha got:

 “Ezê di van rojên zor û zehmet de rêxneyên xwe bikim, lê ez ji hevalê xwe venaqetim. Li HDPê parçebûn çênabe.”

 Wek tê zanîn Altan Tan gotibû, eger rewş wiha dewam bike, dibe ku HDP bibe du beş, ji ber ku piraniya alîgirên partiyê mihafezekar û oldar in.

 Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatin Demîrtaş jî, binavnekirî Altan Tan rexne kiribû û gotibû:

 “Kesên ku dibêjin siyaseta Kurdan li durêyanekê ye, bila li qisûrê mezê nekin. Ew bixwe li durêyanekê ye. Rêya me diyar e. Kesên ku rêya xwe winda kirine dê rêyeke din ji xwe re bibîne.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.