1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Amerîka piştgiriya hinardekirina petrola Kurdistanê dike’
‘Amerîka piştgiriya hinardekirina petrola Kurdistanê dike’

‘Amerîka piştgiriya hinardekirina petrola Kurdistanê dike’

Berpirsê Sektora Enerjiyê yê îdareya Amerîkayê Ernes Moniz ragehand ku Amerîka piştgiriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike û bi baweriya wî peywendiyeke bihêz a aborî di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de Ernest Monis ji malpera News.Az re axifî û got: ‘’Amerîka dixwaze petrola İraqê bigihe bazarên cîhanê vêca ew petrol ji başûr ve yan jî bakur, ji bo Amerîkayê tu ferq û cudahiyek nîne.’‘ Moniz ku pisporekî diyar ê enerjiya Amerîkayê ye, wiha dibêje: ‘’Divê hinardekirin di berjewendiya xelkê İraqê de be û bibe piştek ji bo warê aboriya İraqê.Moniz da zanîn ku peywendiyeke bihêz a aborî di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye û wiha axifî: ‘’Ev peywendiya han jî herwiha bihêz dimîne, evna jî nîşaneyeke ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê welatekî din ve pêşwazî û piştîvanî lê tê kirin, ji ber peywendiyeke bihêz a aborî ya Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê heye û niha her du alî hewl didin ku petrola Kurdistanê bigihe bazarên cîhanê û rêjeyeke zêde ya petrola Herêma Kurdistanê jî li Bendera Cîhan hatiye embarkirin.’‘

Derheqa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de Ernest Moniz nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Helwêsta me wek Amerîkayê ew e ku eger destûr rê bide wê hinardekirina petrolê tiştekî baş e û tu şaşiyek têde nîne, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqê li gor destûrê bigihin rêkeftinekê.’‘Li gor Moniz, helwêsta Amerîkayê her bi vî awayî bûye, nehatiye guhertin û wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘’Em teşwîqa destpêkirina diyalog û gotûbêjê dikin di navbera her du aliyan de û divê her du alî xalên hevbeş bi ser ên nakok de zal bikin. Herwiha divê dahata petrola İraqê ku welatekî petrolê ye, ji bo berjewendiya xelkê İraqê be û ew bi xwe fêdê ji vê dahatê bikin.’‘

Derbarê peywendiyên di navbera İraq û Tirkiyê de jî Moniz wiha dibêje: ‘’Çend meh dibe peywendiyên navbera wan normal bûne, em piştgiriya peywendiyên navbera her du aliyan dikin.’‘ Amerîka yekparçeyiya axa İraqê wek xeta sor dideyne, loma gelek caran daxwaza diyalogê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dike, lê wek ew berpirsê Amerîkî dibêje; Amerîka ne li dijî hinardekirina petrolê ye li hîç cihekî İraqê eger destûrê rê nadebe karekî wiha.

Li gor Bexdayê jî, tenê ew dikare petrolê bişîne derve, lê destûra İraqê rê dide Herêma Kurdistanê ku petrolê bişîne derve, niha jî rojane bi rêya boriya petrolê ya nû petrola Kurdistanê bo derve tê şandin. Herwiha gelek caran hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye ku hinardekirina petrolê ji bo berjewendiya hemû gelên İraqê ye û hemû ferdên İraqê jê sûdmend dibin.

 

Bu haber toplam 514 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.