Armanca wan gelê kurd e lê sernakevin!

Armanca wan gelê kurd e lê sernakevin!
Armanca wan gelê kurd e lê sernakevin!

 

Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî radigihîne ku ew pirsên ku beriya niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de behskirina wan qedexe bûn, piştî serdana şanda Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî hatine şikînandin. Zêbarî tekez kir ku ne garantî ye ku Başûrê Kurdistanê serxwebûnê rabiginîne û Bexda jî li dijî vê yekê nesekine. 

 

Hoşyar Zêbarî ku di heman demê de endamê polîtbûroya PDKê ye, di hevpeyvînekî de ji Rûdawê re qala nêrîna serkirdeyên Iraqê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser petrola Kerkûkê, rewşa aborî ya Iraqê, di Parlamentoya Iraqê de hewla wergirtina dengê baweriyê ji wî û pereyê genimê cotkaran, kir. 

 

Hûn ligel Serokwezîrê Iraqê û şanda Herêma Kurdistanê rûniştin. Van hevdîtinan ti pirsgirêk çareser kirin û çi awayê ji hev fêmkirinek çêbû?

 

Serdana şanda birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê ji hemû aliyan ve serkeftî bû. Ji ber ku di vê serdanê de behsa hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin rojevê. Mijara bûdceya Kurdistanê, ya petrolê, rizgarkirina Mûsilê, hevkariya ewlekarî û zanyariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa paşeroja Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên din hatine gotûbêjkirin. Bi nêrîna min vê serdanê bandor li hemû aliyên siyasî yên Iraqê kir ku di hevdîtinan de amade bûn. Berdewamkirina hevdîtinên wiha sûdmend dibin. Divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev pêwendî qut nebe. 

 

PETROLA KERKÛKÊ

 

Hikûmeta Iraqê amade ye ku petrola Kurdistanê bifiroşe û li hember de ji sedî 17ê bûdce bide?

 

Behsa vê mijarê hate kirin. Ya rastî beriya niha rêkeftinek wiha hebû ku me jê re digot “rêkeftina bûdce û petrolê.” Mijara hinardekirina petrola Kerkûkê ya ji bo Ceyhanê bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê re. Ev yek mijara sereke ya guftûgoyan bû. Rêkeftin hate kirin ku ev petrol bê hinardekirin û dahata wî jî di navbera hikûmeta federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de bi wekhevî bê parvekirin. Niha şandina petrolê dest pê kiriye. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrola Iraqê û şîrketa SOMO ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî bi hev dişêwirin. 

 

SERXWEBÛNA KURDISTANÊ

 

Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de şanda Kurdistanê çi bersivek ji Bexdayê wergirt?

 

Ev mijar digel nûnerên siyasî ya hevpeymaniya Nîştîmanî hate behskirin ku ew birayên Şîe ne. Behsa paşeroja Herêma Kurdistanê jî hate kirin. Mafê çarenivîsa xwe tê bicîhkirin yan ne? Her pêngavek bê avêtin, divê bêyî şer û tundiyê, bi fêmkirina hev bê avêtin. Ji bo têgihiştina hev dê herdu alî jî komîsyonana avabikin. Bi giştî ew xalên ku beriya niha behskirina wan qedexe bûn, di vê hevdîtinê de qedexeya wan şikest.

 

Wate mirov dikare bêje ku dê Bexda li dijî serxwebûna Kurdistanê nesekine?

 

Nexêr, ti garantiyek nîne. Ev ne biryarek hêsan e. vê care behsa wê hatiye kirin lê beriya niha axaftina ser vê mijarê qedexe bû. Niha atmosferek avabûye ji bo behskirina vê pirsê. Ev bixwe pêşkeftinek e. Lê tenê aliyek nikare biryarê liser vê mijarê bide. Divê aliyên din jî nêrîna xwe bêjin.

 

Niha hikûmeta Iraqê ti pereyan dide Herêma Kurdistanê?

 

Niha ji bilî bûdceya ji sedî 17, pereyê erzaq, petol û dermanan bi rêya wezaretan tê xerckirin. Ji aliyê din ve jî xerca hêzên pasevanên sînor ji aliyê wezareta navxwe ve I Bexda tê wergirtin.

 

Niha rewşa aborî ya Iraqê berbi başbûnê ve diçe yan xiraptir dibe? Tê gotin ku dê mehên pêşiya me de Iraqê rûbirûyê kêmbûna dahatê be û nekare meaşê karmendan dabîn bike?

 

Ji destpêka sale ve heta niha eger piştgiriya Banka Navendî ya Iraqê nebaye ku hemû mehan em deyn ji wan distînin, ew dahata ku tê têra bûdceyê nedikir. Nirxê petrolê ne baş e û dahata wê jî têra meaşan nake.

 

SITENDINA DENGÊ BAWERIYÊ

 

Mijara wergitina dengê baweriyê ji te, mijareke siyasî ye yan yasayî?

 

Em bi destûr û yasayan ve girêdayî ne. Lêpirsîna derbarê her wezîr an jî berpirsekî mafeke destûrî ye. Me ji hemû dinyayê re nîşan da ku em girêdayê destûrê ne, em demokrat in û amade dibin li pêşiya parlamentoyê bersiva pirsan bidin. Bi belge jî me bersiva xwe daye. Lê belê, birastî ev pirsgirêk ne zelal e. Ez dixwazim bê zanîn ku ev pirsgirêk ji aliyê hinek aliyên siyasî ve ji bo serxistina armancên wan hatiye çêkirin. Armancên siyasî, bihevxistinî û şexsî jî di nav de ye. Bi giştî 11 pirs ji min kirin, 10 pirs yên kesî an ku şexsî bûn. Pirs liser bûdceya ofîsa wezaretê û tiştên wiha bê wate hatibûn. Pêwedniya wan bi siyaseta darayî ya Iraqê ve nebû, li ser wê nebû ku ka em çawa Iraqê ji vê krîzê rizgar bikin.

 

Bêgman min divê bê zanîn ku mijar ne tenê hedefkirina şexsê min bû. PDK, kurd û serkirdetiya kurd bû. Lê baweriya me bi me, bi raboriya me û paqijiya me ya hikûmî û dewletê heye. Rojane li ser xwerckirina milyonan dolar îmzayan diavêjin. Çavê me li ser kirêya xaniyekê yan jî xerca ofîsekî, yan jî geşta çend pasewanekê bi firokeyê nabe. Ji ber ku wê demê rê di bin kontrola DAIŞê de bûn. 

 

Ne tenê di nava komên ku me nas dikin, di nava komên Şîe û Sûneyan de jî dosya me û rewşa me baş e û piştgiriyeke baş bo me heye. Mixabin, helwesta hinek hêzên kurd ên weke Tevgera Goran diyar e. Lê birastî divê helwesta kurdan li hember hinek pirsgirêkan diyar be û yekgirtî be. Wate divê em li Bexdayê bihev re bin. Eger wisa nebe dibe hineke din jî nekarin bi vî awayî li Bexdayê bin.

 

Gelo rast e ku dibêjin destê Malîkî li pişt îmzekirina dosyeyay li dijî te heb? Tê gotin ku wezîrê berevanî û navxwe jî ji bo hilweşandina hikûmeta Ebadî hatiye amadekirin.

 

Armanca bingehîn a vê mijarê têkdana hikûmet û parlamentoyê ye. Em ti aliyekê tometbar nakin. Ew zanyariyên li ber destê me hemû tiştekê misoger dikin ku ji 100 kesên ku ev dosya îmze kirine ji partiya Dewleta Yasa ya ser bi Nûrî Malîkî û hinek jî Sûnne ne ku ew jî di bin bandora Malîkî de ne. Ji ber vê yekê em dibêjin ev plan hatiye çêkirin. Mijar eşkere û zelal e. Hevalên me li parlamentoyê li ser vê mijarê kar dikin û ji bo her pêşveçûnekê jî amade ne. Ji aliyê yasayî, siyasî û medyayî ve me amadekariyên xwe kiriye. Piştrast bin ku ev pirsgirêka “çêkirî”, sernakeve.

 

Liser mijara neşandina pereyê genimê cotkarên Kurdistanê çi dibêjî?

 

Em dişînin. Lê em di mijara parvekirinê de ne berpisr in. Beriya niha jî me çend caran ragihand, em pere didin wezareta bazirganî û wezareta çandiniyê. Bi rastî jî jiber nebûna pere û rewşa aborî guvaş li ser wezareta darayî heye. Lê ev pere mafê cotkaran e ku bê dayîn. Me ji aliyê xwe ve bêxemî nekiriye. Em baş dizanin ka ev pirsgirêk çawa bandore li jiyana cotkaran dike, ji ber vê jî hewl didin çareser bikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.