Artêşa Sûriyê ew bajar ji destê DAIŞê stand!
Yayınlanma:
Güncelleme:
Artêşa Sûriyê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsyayê, bajarê dîrokî yê Tedmurê (Palmîra) ji destê DAIŞê derxist.
Bajarê dîrokî yê Tedmurê, ku wek Palmîra jî tê binavkirin, piştî salekê, ji aliyê hêzên Sûriyê, milîsên Hizbullaha Libnanê û bi alîkariya balafirên Rûsya ji destê DAIŞê hat derxistin.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihand, piştî şerekî giran û mezin, artêşa Sûriyê bajarê Tedmurê, ku meha Gulana par ketibû destê DAIŞê, bi temamî azad kir.
Li gorî agahiyên wê saziya Sûrî, di şerê Tedmurê de zêdetirî 400 çekdarên DAIŞê û 180 leşkerên Sûrî hatin kuştin.
Çekdarên DAIŞê beşek mezin ji bajarê dîrokî yê Tedmurê teqandibûn û gellek tiştên kevnar ên bajêr jî şikandibûn yan jî firotibûn.
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê yên ji şerê Tedmurê filitîne, berê xwe dane Reqa û Dêrezorê.
Resmi İlanlar
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.