Artêşa Tirkiyê derbasî Qamîşlo bû!

Artêşa Tirkiyê derbasî Qamîşlo bû!
Hêzeke Artêşa Tirkiyê li aliyê bajarê Qamişlo jî ku wek paytexta sembolîk a Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, sînor derbas kir û li 3 xalan bicih bû.

 

Hewlêr - Piştî ku hêzeke Tirkiyê li aliyê bajarê Dêrikê derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bibû û li nêzîkî gundê Sermsaxê bicih bibû, îro jî hêzeke din a Artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundekî girêdayî bajarê Qamişlo bicih bû.

 

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî ji Rûdawê re ragihand, ku hêzeke artêşa Tirkiyê li hember gundê Letîfiyê li rojhilatê bakurê bajarê Qamişlo derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûye.

 

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li rojhilatê Qamişlo destnîşan kir ku hêzên Artêşa Tirkiyê erebeyeke BTR û otomobîlên leşkerî yên hilgirtina serbazan jî bi xwe re derbas kirine û got ku ew hêz bi qasî 25 metroyan derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûye.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, piştî ku leşkerên tirk sînor derbas kirin, li aliyê Rojavayê Kurdistanê li 3ê xalan bicih bûn û ji xwe re navendên leşkerî danîn.

 

Artêşa Tirkiyê duh jî derbasî Dêrikê bû

 

Êvara sêşemê jî hêzeke Artêşa Tirkiyê li hember gundê Sermsaxê yê ser bi Dêrikê ve bi qasî 150 metroyan derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bibû û li wir bicih bibû.

 

Ew hêza Artêşa Tirkiyê ya ku derbasî Rojavayê Kurdistanê li aliyê Dêrikê bibû ragihand ku ewên tedbîrên ewlekariyê li ser sînorê navbera Tirkiyê û Sûriyê tundtir bikin.

 

Piştî ku ew hêza Artêşa Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li nêzîkî gundê Sermsax ê ser bi baajrokê Girkê Legê ve bicih bû, xelkê gund daxwaz ji wê hêzê kirin ku ji erdên wan vekşe, lê leşkerên tirk ji xelkê gund re gotin ku ew hatine daku sînor asêtir bikin û dê bi dijêjahiya sînorê navbera Sûriye û Tikiyê, tedbîrên ewlekariyê bên tundkirin.

 

Hêza Tirkiyê li wê derê li Til-Efrît bicih bûye û 150 metran derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bûye û têlên sînor jî li wê derê rakirine.(rudaw)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.