1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Awazên dengbêjan dibin mêvanê şevên dirêj
Awazên dengbêjan dibin mêvanê şevên dirêj

Awazên dengbêjan dibin mêvanê şevên dirêj

Li Colemêrgê di şevên dirêj de, dengbêjên Colemêrgê her mehê nêzî 2 caran diwana dengbêjan ava dikin û şevên dirêj zindî dikin.

A+A-

COLEMÊRG - Li Colemêrgê dengbêjên herêmê bi boneya li çand û kevneşopiya xwe xwedi derkevin û vê kevneşopiya ku dîrok û çanda kurdan bi devkî parastiye û zindî bikin û biparezin, her mehê 2 caran li malên cuda kom dibin û dibin mêvanên şevên dirêj. Dengbêjên herêmê bi sedsalan in bi sewt û awazên xwe, bi qerîn û dengê xwe çand û dîroka kurdan vegotine û heta îro anine. Dengbêjên ku di demsalên bahar û havînan de mehê carekê li hev kom dibin, di demsala zivistanê de jî mehê 2 caran li hev kom dibin û dîwana dengbêjan ava dikin. Dengbêj, li dijî televizyon û teknolojiya ku dema welatiyan li cihê vala û pûç xerç dike rojên berê zindî dikin û civakê geş dikin. Dengbêj, bi cilên xwe yên neteweyî, diwanê ava dikin û bi maqamên xweser û herêmî şevan zindî dikin. 

'Ez xeyalê xwe yê zaroktiyê zindî dikim'

-Dengbêjê bi navê Ahmet Aşkan jî diyar kir ku ew xeyalen xwe yên zarokantiyê û hestera 40 salan bi ruh dike. Aşkan, li mala xwe ya li taxa Karşıyaka odeyek cuda kiriye û bi reng û ruyên çanda kurdewarî û kevneşopan xemilandiye. Aşkan, odeya xwe vegerandiye Dîwana Dengbêjan û bi berikên dirokî û çandî yên bi navê "gulsarî", "canbêzar" neqişaniye. Dîsa li odeyê mêzer neşinadine. Bi diwaran têr û parzûn û xurçik daliqandine. 

Aşkan, anî ziman ku xeyala wî ya zarontiyê odeyek dîwana dengbêjan ava bike û ev xeyala xwe ya zarokantiyê pêk ani. Aşkan, da zanîn ku bi alav û amûrên dîrokî û çandî yên 40-50 sal berê û yên niha ku hevsera wî Hacî Amina bi destê xwe çêkiriye xemilandiye. Aşkan, da zanîn ku armanca wan çand û kevneşopiya kurdan biparêzin û zindî bikin. 

Aşkan, destnîşan kir ku Colemêrg warê dengbêjan eû bi sewt û awaza dengbêjan hem şevê dirêj dewlemend dikin û hem jî çandê diparêzin û zindî dikin. Aşkan, anî ziman ku li herêmê Dengbêjên bi navê Mahmut Duman, Şiyar Berwarî, Îsmail Colemêrgî û Vesile Kaval gelek caran dibin mêvanê wî û bi hevkariya hev dîwanê ava dikin. 

dengbêj-1.jpg

Bu haber toplam 3192 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.