1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Axaftina Erdogan li Amedê û çaraseriya pirsê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Axaftina Erdogan li Amedê û çaraseriya pirsê

A+A-

 

Pêla hişkahiya siyasetê ne tenê bajarên me, lê gelek welatên din jî dide ber xwe. Pir kesên sivîl, bê sûc û bê guneh dibin qûrban. Bajar û gundan bombebaran dikin. Malên wan wêran û talan dibin. Aboriya xelkê têk diçe. Bi hezaran mirov, li welatê xwe û ên xelkê, dibin koçber. Beşek jê dibin qûrban, tên kûştin, jiyana xwe bi dawî dihênin, seqet dibin, dikevin rêya çûn û nehatinê. Beşê din, bi dehan probleman tên hemberî hev û bi gelek pirsên bêbersiv re beşdarî şerê jiyanê dibin.

Ne diyalog û hevdîtin, lê şîdet û hişkayî bûye beşek ji çanda herêma me. Siyaseta kurd jî para xwe jê girtiye. Tirs û tehdîtên ji siyaseta hişk tê, muxalifan û xelkê bê deng dike. Biryar û çalakiyên hêzên siyasî wek ayetên pîroz, tekûz û çareseriyên bêqisûr tên pêşkêşkirin û ji hêla pisporan, saziyên siyasî, civakî, çandî û însanî baş nayên niqaş kirin. Di biryar û fermanên wan de şopa rêvebiriya sivîl heye. Lê di eslê xwe de, giraniya mentalita wan a eskerî û polîsî bandorê li jiyana me bêhtir dike. Bi xurtbûna wan re, aborî û hêza wan a eskerî û polîsî mezintir, kontrola wan a medyayê bêhtir dibe. Di encamê de, mafê mirovan, pîroziya malbat, mal û taciriyê binpê dibe. Hêzên hêvî didan, dibin makîneyên zilmê û mal wêrankirinê.

Li bakurê welêt rêya pevajoya çaraseriyê, xitimî ye, vekirina wê ne hêsan e. Şer bi xurtî didome. Zilma dibe çi sînoran nas nake. Lê beyanên herdu aliyan hêviya aştiyê dide. Ne dûrî hev, lê nêzî êkudû ne. Erênî ne. Fedekariya yek alî lê mantiqî dikare bibe kilîla destpêka qonaxek e nû û nêzîkbûna wan li hev.

Dostaniyên xurt piştî şer tên pê. Nirxê aştiyê, bi çûna mal, milk, bazirganî, kes û evînên winda baştir tê fêmkirin. Mirov dipejirîne ku xwîn bi xwînê naye şûştin. Lewra berî rewş xiraptir bibe, divê em baştir bifikirin û gavên mantiqî bavêjin.

Ji bo bazirganî û têkiliyên bi Rojhilata Navîn û Asyayê, Kurdistan giring e û pêwîstiya turka bi hevkarî û dostaniya kurda heye. Ji bo têkilî û bazirganiya bi Europayê re, Turkiye giring e û pêwîstiya kurda bi hevkarî û dostaniya turka heye. Lihevhatinek siyasî bi turka re, di çarçoveya wekheviya hiqûqî û însanî de, fêda xwe ji herdu aliyan re heye.

Berî bi çend rojan serokomar Erdogan bi serokwezîrê nû Binali Yildirim ve çûn Amedê. Erdogan ji bo çaraseriya pirsgirêka kurd mesajên giring da. Danîna çekan têr nake, got serokomar Erdogan. Divê bikaranîna çekan ji holê rabe. Çek binerd bibin û xetera vegera li wan nemîne. Li çi deverê dibe bila bibe, kesên çekbidest dê hêzên ewlekariyê li hemberî xwe bibînin… Em ji destpêkê ve hewil didin ku pirsgirêkên xwe bi demokrasî, mafê mirovan, pirdengî û refahê

çaraser bikin. Ji hêla aborî li herêmê projeyên mezin hatin pê. Zanîngeh vebûn. Pê re, em, ji bo zêdekirina heq û azadiyan derketin rê. Me gava pêşî ”projeya millî û biratiyê” binav kir û paşê jî ”pêvajoya çareseriyê” jê re got…

Beyanên kurda jî erênî ne. Diyalog û hevdîtina herdu aliya giring dibînin. PKK jî di nav de, hêzên siyasî ên li bakurê welêt bi giştî, dixwazin ku pirsgirêka kurd ne bi şer, lê bi diyalog û hevdîtinê çareser bibe. Dema PKK ji bo serxwebûnê berxwe dida, şerê çekdarî esas digirt û bê minetî bû. Lê îro şert û rewş hatine guhertin, bêhtir niqaşa xweseriya demokratîk tê kirin.

Wek kesekî bi mafê mirovan mijûl, dixwazim balê bikşînim ser fedekariyên yekalî. Hêvîdar im, bi teybetî PKK û bi giştî hêzên bakur, giraniyê bidin xebata legal. Ger mumkûn be, gavên nû ji bo aştiyê biceribîn. Weke mîsal, hêzên çekdar derkevin derveyî sînorên bakur. Zexta li ser hikumetê ji bo azadiya serokê PKK ê Evdile Ocalan zêdetir bibe û ew bê berdan. PKK bi navê xwe beşdarî xebata legal bibe. Sektîonên ciwan û jina di partiyan de ava bibin. Karê saziyên wan zelaltir û rêkûpêktir bibe. Pêvajoya çaraseriyê ji cihê maye, bidome. Dema dewlet di polîtîka zilm, tadeyî, girtin, kûştin, bombekirin û neteweperestiyê israr bike û bidomîne, bi berxwedan û bê îtîatiya sivîl bersiv bê dan, piştgiriya xelkê li hundir û derve, berxwedana sivîl û bê îtîatiya sivîl bihêztir bike.

Niqaşkirina pirsa endametiya Turkiyê a Yekîtiya Europayê û piştgiriya wê jî, giring e. Bi endametiya Turkiyê re, bakurê welêt dibe beşek ji Europayê û pirsgirêka kurd jî dibe a yekîtiyê. Di rewşek wiha de, biryarên mîna ”hendek”an û fermanên weke ”qedexeya derketina derve li bajaran” dê nikarin bi hêsanî bibin perçeyek ji jiyana me. Di şûna wê de dê reformên demokratîk zêdetir bibin, hişkiya herêma med ê kêmtir bibe û kurd paya xwe ji maf û xweşiyên Europayê bigrin.

 

Bu yazı toplam 720 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.