1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bahara edebiyata kurdî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bahara edebiyata kurdî

A+A-

 

Li derveyî welêt û hundir, ji bo parastin û pêxistina ziman û edebiyata kurdî xebatên hêja tên kirin. Ji bilî civîn, fuar û çalakiyên cewaz, her sal hejmarek pirtûk ji çapê derdikevin û belav dibin. Bi qasî berhemên klasîk, ên nûjen jî; helbest, roman, çîrok, novel, serpêhatî û şanonameyan, edebiyata kurdî dewlemendtir û rengîntir dibe. Ne tenê ziman û edebiyat, lê belê derbarê mijarên cewaz û taybetî; dîrok, perwerde û pirsên olî û hwd jî kitêp dikevin ber çapê û valabûna heye dadigrin.

Şik tune ye ku rola weşanxaneyên kurdî ên li bakurê welêt, di vê pêşketinê de mezin e. Gelek ji weşanxaneyên me, mîna ên xelkê, ji bo pêşketina ziman û edebiyatê, ji dewletê, saziyên siyasî û çandî, teşwîk û alîkariyê nagrin. Di rûnê xwe de sor dibin. Bi hevkarî û alîkariya nivîskar û mamosteyên zimanê kurdî, ne tenê dibin lokomotîfa vê pêşketinê, wiha jî dibin çira û rojên tarî li paş dihêlin, mizgîniya baharên pêşerojê û berhemên giranbuhatir didine me. Ji awira teknîkî, aborî û wext ve, bi mecalên xwe ên sînorkirî cîhanek mezin diafirînin û di dîroka edebiyata me de, dema me, weke salên erenî, biber û bahara edebiyatê didin nivîsîn.

Ev pêşketina erênî, bi bilindkirina kalîteya kitêban, ji hêla hilbijartin, biryar dayîn, ziman, naverok, teknîk, belavkirin û teşwîka du alî, dikare pir baştir bibe. Bahara rengîn, bi nasîna xwestinên xwendevanan û kêmkirina xeletiyan, bi wate û tam dibe.

Kar û xebatên edebî, bi kontrola kalîteya berhemê, dikare cihê xwe di nava edebiyata cîhanê de bigre. Berhemên xurtir û hemdemî bêne afirandin. Anku xebatên nivîsînê, çapkirin û belavkirinê çaviyek ji ê mêzênê be, rexnekirin û rexnegirî jî, çaviya din e. Dema herdu alî bi hev re tevbigerin, pêşketinê bi xwe re dihênin.

Rexnegirî meslek e. Pîvanên xwe ên exlaqî hene. Pisporiya xwe ji tecrubeyên welatên din û ê xwe distîne. Li ser mijara xwe kur e. Sînorê xwe nas dike. Rexnegirî, ne tenê meslek e. Kar e. Huner e. Kurzanîna mijara xwe ye. Armanca xwe pêşketin û teşwîk kirin e.

Çend sal in, di radyo, tv û rojnameyan de ji vê hêlê ve kar dihên pê. Pêşketinên dibin erênî ne, lê têr nakin. Kêmasî diyar e, kontrola kalîteya berheman bi nêzîkbûn û nerîna profesyonel mumkûn e. Divê rexnegir jî mîna meslek û karên din, weke pêwîstiyek bingehîn bê dîtin, amatorî cihê xwe bide xebata profesyonel.

Di heman program û nivîsan de, du kar, ”danasîn” û ”analîz”a kitêban têkilav dibe. Danasîn, kurte agehdariya li ser kitêbê ye. Bi derketina wê re, li ser naverok, nivîskar, weşanxane û buhayê wê, xwendevanan ronî dike. Analîz ne heman kar e, kurtir e. Aliyê erênî û neyênî bi firehî dihêne zimên. Dema pêwîst be, jiyan, berhemên din û dîtina nivîskar jî tevlî dike. Karê danasînê, profesyonelbûnek kur naxwaze, hêsantir e. Lê analîz ne wiha ye, tecrube, kurbûn, durbîn û zanînê dixwaze.

Rexnegir û rexnegirî bi sebrê pêş dikeve, dikemile û xwe dighêjîne kata xwe î herî bilind. Li welatê me, berhemên edebî ên xurt tên nivîsîn. Romanivîs û helbestvanên me ku berhemên wan bi gelek zimanan tên xwendin, zêdetir dibin. Ev yek, delîl û îşaretê bi hebûn û pêşketina karê rexnegirîyê jî dike. Bê guman kêmasiyên me pir in. Em ê qala wan jî bikin, bihênin rojevê û niqaş bikin ku, bahara edebiyatê ne tenê bi demekê bê sînorkirin, lê emirdirêj be û bê westan bidome.

Bu yazı toplam 1290 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.