• Diyarbakır2 °C
  • Batman0 °C
  • Mardin-2 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-4 °C
  • Elazığ-3 °C
  • Erzincan-3 °C
  • Şanlıurfa-1 °C
  • Erzurum-7 °C
  • Ağrı-4 °C
  • Gaziantep-1 °C
  • Hakkari-3 °C
  • Muş-6 °C
  • Siirt-1 °C
  • Van1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Barzanî bi Serokê Mekdoniya re hevdîtin kir
13 Şubat 2016 Cumartesi 14:34

Barzanî bi Serokê Mekdoniya re hevdîtin kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li bajarê Mûnîxê yê Almanya bi Serokê Mekdoniya Georgê Îvanov re hevdîtin kir.

 

Serok Barzanî, ku ji bo civîna ewlehiyê ya Mûnîxê çûye Almanya, di kevana wê civînê de bi Serokê Mekdoniya Gegorgê Îvanov re hevdîtin pêk anî.

Peyamnêra Rûdawê li Mûnîxê, Ala Şalî derheqê naveroka civînê de ragihand ku di tevahiya hevdîtinên Barzanî bi rayedarên welatên biyanî de, tê xwastin ku di warên aborî, leşkerî û mirovî de alîkariya Kurdistanê bê kirin.

Li gorî Ala Şalî, şanda Kurdistanê her wiha behsa kirîz û aloziyên ku li Kurdistanê hene, dike û her du alî li ser çawaniya çareserkirina wan tengaviyan rayên xwe dibêjin.

Komara Mekdoniya, li başûrê rojhilatê Ewropa ye. Mekdoniya destpêkê herêmek federal û beşek ji Yûguslaviya bû lê gelê wî welatî roja 8ê Îlona 1991ê di referandomê de daxwaza veqetiyanê kirin, bi vî rengî Komara Mekdoniya hat damezirandin.

Mekdoniya ketiye navbera Yûnanistan, Bulgaristan, Sirbistan, Kozovo û Albanya.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim