1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Barzanî: Em amade ne rûbirûyê terorê bibin
Barzanî: Em amade ne rûbirûyê terorê bibin

Barzanî: Em amade ne rûbirûyê terorê bibin

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragehand ku Herêma Kurdistanê amade ye rûbirûyê terorê bibe û daxwaz ji hikûmeta İraqê kir daku bersiva daxwazên destûrî yên hevwelatiyên Enbar bide.

A+A-

HEWLÊR  - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekekê de ligel Balyozê Brîtanya li İraqê Simon Collis, diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye rûbirûyê terorê bibe û daxwaz ji hikûmeta İraqê kir ku bersiva daxwazên destûrî yên hevwelatiyên Enbar bide.

Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Barzanî got: ‘’Herêma Kurdistanê amade ye pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser butçe, petrol û mafên Hêza Pêşgere bi rêya diyaloga aştiyane û destûrê çareser bike.’‘

Balyozê Brîtanya li İraqê Simon Collis jî eşkere kir ku welatê wî bajarê Hewlêrê hilbijartiye bo vekirina liqa Banka Standard Chartered û wiha axifî: ‘’Di çarçoveya hevkariya hikûmeta herêmê di warê bankeyan de me liqa vê bankayê li Hewlêrê vekiriye û piştî liqa heman bankayê li Bexdayê tê vekirin, bi heman awayî di meha adara dahatû de ev banke jî tê vekirin.’‘

Collis sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku hevkariya koçberên Enbar kiriye yên ku ji ber şer û pevçûnên vê dawiyê koçberî Herêma Kurdistanê bûne.

Bu haber toplam 557 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.