1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Barzanî: Hemû aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin
Barzanî: Hemû aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin

Barzanî: Hemû aliyên siyasî beşdarî hikûmeta nû dibin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku hikûmeta nû ya Kurdistanê hikûmeteke berfireh û bi beşdariya hemû aliyên siyasî dibe û armanca wê jî pêşxistina aramî, xizmetguzarî bo hevwelatiyan û vejandina welêt e.

A+A-

 HEWLÊR -Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (11.01.2014) li Selahedîn ligel konsulê giştî, û konsolos, nûner û berpirsên ofîsên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku her sal birêve diçê û armanca wê ravekirina siyaseta Herêma Kurdistanê û agahdarkirina konsol û nûnerên welatên biyanî li ser pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û civakî yên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal e, di destpêkê de Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa bi kurtî behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derve û hejmar û asta nûnertiya dîplomasî ya welatan li Herêma Kurdistanê kir û got deriyê Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina peywendiyan ligel cîhana derve û welatên cîran vekiriye.

Piştre Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hewldanên dawî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de amadevan agahdar kirin û got: ‘’Hikûmeta nû dê hikûmeteke koalîsyon a berfireh û bi beşdariya hemû aliyên siyasiyan be, armanca wê jî anîn aramî û asayîşê, xizmetguzarî bo hevwelatiyan û vejandina welêt e.’‘ 

Barzanî da zanîn ku herçiqas hilbijartina îlona sala borî ya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de hat kirin jî lê dîsan nedihat çaverêkirin ku pêkanîna hikûmeta nû hevqasî paş bikeve û wiha axifî: ‘’Lê derfet ji hemû aliyan re hatiye dayîn daku axaftina xwe bikin û bi beşdariya hemû aliyan di vê hikûmetê de yekalî bûye, herwiha çar salên li pêş dibin çar salên aramî û geşbûnê.’‘

Derbarê pêvajoya siyasî û ewlekariyê ya Iraqê de Serok Barzanî got: ’Em nîgeranîn ji rewşa siyasî û ewlekariya Iraqê bi taybetî li parêzgeha Enbar. Ew pêvajo di encama ketina serhev a pirsgirêkan de derketiye holê û divabû hikûmeta Iraqê danûstandineke jîranetir ligel van kêşeyan kiribe.’ 

Derheqa pêvajoya parêzgeha Enbar de jî Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘‘Evna pêvajoyekî metirsîdar ku li vê navçeyê de hatiye pêş û dibe ku bo parêzgehên din ên Iraqê bê veguhestin, çareserkirina kêşeyan bi rêya hêza serbazî dibe ku pirsgirêkan kûrtir bike. Lewra divê hikûmeta navendî girîngiyê bi daxwazên xelkê bide, rêz lê bigre û bi hemû awayekî jî rê li wê yekê bigre ku şerê dijî terorîstan bibê şerê eşîrî û şerê navbera Şî’e û Sûneyan.’‘

Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî mijareke din a axaftina Barzanî bû û di vê derbarê de got: ‘’Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li wê yekê dike ku kêşeya petrol, gaz, madeya 140, Pêşmerge û pirsgirêkên din bên çareser kirin û şandên Hewlêr û Bexdayê berdewam serdana hevdû bikin û danustandin berdewam bin. Em dixwazin hevkariya pêvajoya siyasî û kar li ser nehiştina kêşeyên Iraqê bikîn lê belê divê li Iraqê fikra şirîkatiya rasteqîne bi cîh bibe û hemû xelkê Iraqê hest bikin ku şirîkin di welat de.’

Di derbarê rewşa Sûriye û paşaroja vî welatî Barzanî, hêvî kir ku di zûtirîn dem de dawî li xwînriştin, êş û janên gelên Sûriye bê û di Sûriya dahatû de mafê hemû pêkhateyan li ber çav bê girtin. Li ser Rojavayê Kurdistanê jî Barzanî bi kurtî wiha axifî: ‘‘Kurd bi yek şandê beşdarî konferansa Cenevre-2 dibin. Barzanî daxwaz ji welatan jî kir ku di pirsa koçberên Sûriyê de hevkariya Herêma Kurdistanê bikin û wiha pêde çû: ‘‘Ji ber hatina hejmareke zêde ya penaberan û herwiha malbatên Ereb ji Başûr û navenda Iraqê, Mesîhî û koçberên Enbar niha zexteke zêde li ser Herêma Kurdistane heye.’‘

Barzanî herwiha ragihand ku tu pirsgirêkên Herêma Kurdistanê li gel hîç welatekî nînin û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Herêma Kurdistanê destê xwe naxe nav karûbarê hîç welatekî û nebûye çavkaniya êrîş û tehîdan ji bo tu welatekî, lê faktera geşbûn û pêşxistina herêmê ye û deriyên wê ji cîran û hemû cîhanê re vekiriye.’‘

 

Bu haber toplam 540 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.