1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Barzanî hişyarî da: Em bazarê li ser mafên xwe nakin
Barzanî hişyarî da: Em bazarê li ser mafên xwe nakin

Barzanî hişyarî da: Em bazarê li ser mafên xwe nakin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Viyanaya paytexta Avusturya di civîneke çapemeniyê hişyarî da Malikî û got: ‘’Wek Kurd em qet bazarê li ser mafên xwe nakin.’‘

A+A-

VIYANA - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de doh li Viyana ligel Serokkomarê Avusturya Heinz Fischer civiya. Piştî civînê, herdu serokan civîneke hevpeş a çapemeniyê lidar xist.

Di civîna çapemeniyê de Barzanî got: ‘’Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê niha gotûbêj berdewam in. Hêvîdar im em bikaribin bi gotûbêjê pirsgirêkan çareser bikin.’‘

Barzanî wiha axifî: ‘’Destûra İraqa Federal çawahiya tevgera ligel enerjiyê eşkere kiriye, em wek hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê destûrê de tevdigerin û bi hîç awayekî em bazarê li ser mafên xwe yên destûrî nakin.’‘

Derbarê serdana xwe ya Avusturya de û civîna wî ligel Serokkomar Heinz Fischer, Barzanî got: ‘’Berî ku Heinz Fischer bibe serokkomar, dostê me ye, zêdeyî 30 sal dibe em dost in, lewra ev serdana dostekî bo cem dostekî. Civîna me jî civîneke dostane bû, em li ser çendîn pirs û babetên girîng axifîn û me rewş bi giştî nirxan, nerînên me jî nêzîkê hev in.’‘

Fischer jî da zanîn ku axaftina li ser hinek mijar û veguhertina nerînan ligel Barzanî gelekî girîng e û wiha axifî: ‘’Barzanî, keseke ku herêmê baş dinase. Xwediyê gelek agahiyên girhing e. Herçiqas em welatekî Ewropayê jî bin pêşhatên İraqê, bûyerên li Sûriyê û pêşketinên li Tirkiyê me eleqedar dikin. Bi taybetî derheqa pêşhatên herêmên Kurdî de me sohbeteke dirêj kir. Me jî derheqa Avusturya, Almanya û welatên din de agahî danê.’‘

Hêjayê gotinê ye pesendkirina butçeya giştî ya İraqê ji aliyê Encûmena Wezîrên İraqê ve, nakokî û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê careke din serî hildan. Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî jî di daxwiyaniya xwe ya dawî de gotibû; ‘’Eger pêwist bike emê butçeya Herêma Kurdistanê bibirin.’‘ Lê heta niha Encûmena Wezîrên Kurdistanê di vê derbarê de tu daxwiyanî nedane.

 

Bu haber toplam 625 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.