1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Barzanî ji Cenevre-2 ne geşbîn e
Barzanî ji Cenevre-2 ne geşbîn e

Barzanî ji Cenevre-2 ne geşbîn e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku ew pêşbîniya gelek encaman ji kongreya Cenevre-2 ya taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê nakin, herwiha derbarê grûbên radîkal de jî hişyarî da.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Barzanî li pêşberî Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Ewropayê li Brukselê got: “Kongreya Cenevre-2 dê derfetek be li ber gelê Sûriyê ji bo ku çarenivîsa xwe destnîşan bikin, lê ez bi xwe ne gelek geşbîn im.”

Barzanî wiha axifî: “Rewşa Sûriyê ji bo Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê taybetî gelekî dilgiran e, ji ber ku tiştê li Sûriyê diqewime yekser bandora wê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê jî heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku rê li ber van grûbên çekdar (grûpên radîkal) bê vekirin dê li Sûriyê bibin xwedî hêz û wiha pêde çû: ‘‘Grûbên di nava Artêşa Sûriyê ya Azad a mixalefetê de ku ji bo hilweşandina rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed şer dikin, nikarin şûna wê rejîmê bigirin.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axaftina xwe wiha qedand: “Grûbên girêdayî El-Qaîde li Sûriyê gelekî çalak in û bûne gefeke rasterast li ser navçeya Kurdî.”

Bu haber toplam 547 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.