Barzanî serdana xwe ya Amedê nirxand

Barzanî serdana xwe ya Amedê nirxand
Serokê Herêma Kurdistana Başûr ya Federal Barzanî diyar kir ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gihîştiye asteke girîng.

HEWLÊR- Serokê Herema Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî diyar kir ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gihîştiye asteke girîng û wiha got: "Serokomar Cevdet Sûnay nameya ku me şand qebûl nekir. Suleyman Demîrel di dema Serokwezîrtiya xwe de xwest ku Şivan Perwer bê girtin. Wê demê zimanê kurdî û cil û bergên kurdan qedexe bûn. Em ji ku hatin ku derê."  

Barzanî piştî ku vegeriya Erbîlê der barê serdana xwe ya Amedê de axivî û ji demên berê  mînak da. Barzanî guherîna polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê pisrgirêka kurd de jî nirxand.

Barzanî beriya serdana Amedê qala geşedanên ku di navbera Ankara û Hewlêrê de pêk tên kir û wiha axivî: 

"Ji min re gotin ku li Amedê merasima birîna mehra 300 hevseran tê lidarxistin û hûn dê jî bikaribin beşdarî vê merasimê bibin? Min ev erênî dît û min got ez ê kêfxweş bibim ku beşdarî merasima mehra 300  hevseran bibim. Ji bilî vê jî li gorî baweriya min dê ev ji bo pêvajoya çareseriyê jî bibûya piştgirî. Paşê jî xwestin ku bila Şivan Perwer jî bê. Di serî de Şivan nexwest bê. Ez pê re axivîm û min got tu jî bêyî dê baş bibe. Çûyîna me ya bi hev re  serdan rengîn kir. Heta em gihîştin wir em hîn bûn ku hejmara 300 hevseran gihîştiye 360 hevseran. Min di dilê xwe de wiha got, xwezî min jî ji Kurdistanê 300 hevser bi xwe re bibirana."  

‘Min alên Kurdistanê dîtin û ez kêfxweş bûm’

Barzanî destnîşan kir ku li Amedê gelek baş hatiye pêşwazîkirin û wiha peyivî: "Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr û berpirsiyarên din gelekî baş em pêşwazî kirin. Min bi tesadifî dît ku di destê zarokên ji dibistanê derdikevin de alên Kurdistanê hene, dema min alên Kurdistanê dîtin ez kêfxweş bûm."

‘Min ji Erdogan re name nivîsî’

Barzanî diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi axaftina xwe ya di sala 2005an de ya li Amedê tiştekî dîrokî kir û wiha peyivî: "Piştî vê daxuyaniyê min jê re name şand û ji ber ku rasteqîniya kurdan qebûl kir min diyar kir ku çi alîkarî û piştgirî ji destê min bê ez amade me." 

Barzanî destnîşan kir ku berê bi tu awayî pirsgirêka kurdan nedihat qebûlkirin û li Tirkiyeyê vegotineke Kemalîst û leşkerî hebû. Leşker û Kemalîstan hemû tişt xistibûn bin destê xwe.

Barzanî diyar kir ku Erdogan cara ewil navê "Kurdistan"ê bilêv kir û ev jî "pêşveçûyîneke mezin û girîng e" û wiha dewam kir:

"Gel ala kurdan bilind dikir û bi cil û bergên kurdan beşdarî merasiman dibûn, ev nîşan dide ku di siyaseta Tirkiyeyê de guherînên girîng bûne. Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises bi hev re sirûda pêşmergeyan dixwendin, ev gelekî girîng bû. Divê kurd xwedî li vê pêvajoyê derkevin û biaqil tevbigerin." 

‘Ozal dixwest makezagonê biguherîne, lê emrê wî têrê nekir’

Barzanî der barê hin siyasetmedarên Tirkiyeyê de jî qala bîranînên xwe kir û destnîşan kir ku çend caran derfet çêbûye û rihmetiyê Tûrgût Ozal dîtiye û wiha dewam kir:

"Helwesteke wî ya jidil hebû ku pirsgirêka kurd çareser bike. Di hevdîtinekê de anî ziman ku di makezagonê de hin bend hene dema wan dixwîne şerm dike û dixwest van bendan biguherîne. Ozal digot 'heger ez vê makezagonê biguherînim li Tirkiyeyê kurdên bigihêjin mafên xwe'. Lê ji bo ku ev pêk bên emrê wî têrê nekir." 

‘Nameya ku me ji Serokomar Sûnay re şand nehat qebûlkirin’

Barzanî destnîşan kir ku bavê wî Mele Mistefa Barzanî di sala 1966an de ji bo êrîş û wêrankirina li ser gundên kurdan bide sekinandin ji Neteweyên Yekbûyî û ji gelek dewletan re name û wêneyên gundan şand. Ji van dewletan yek jî Tirkiye bû û wê demê Serokomar Cevdet Sûnay bû. Me name ji şaxa me ya Almanyayê şand, lê bersiv nehat. Çimkî nehatibû qebûlkirin. Lewra wê demê zimanê kurdî, cil û bergên kurdan û ala kurdan qedexe bû."

Demîrel xwest ku Perwer bê girtin

Barzanî der barê kirinên di dema Demîrel de jî agahî da û wiha peyivî:

"Suleyman Demîrel di 1977an de serokwezîr bû û di serdana xwe ya li Amedê de bi hemû nûnerên leşkeriyê û partiyan re civînek li dar xist. Ji bo bûyerên ku nû dest pê kirine bên çewisandin gelek pêşniyar jê re hatin kirin. Lê Demîrel gotina hemûyan birî û got ku ciwanekî hunermend derketiye û navê wî Şivan Perwer e, ez dixwazim bê girtin, bi yên din re pirsgirêka min tune." 

Barzanî ji demên berê mînak da û wiha got: "Helwesta Tirkiyê ya li dijî kurdan ev bû. Em ji ku hatin ku derê." Barzanî destnîşan kir ku piştî îqtidara AK Partiyê têkiliyên herêmê û Tirkiyeyê ber bi başiyê ve çû û  piştî axaftina Serokwezîr Erdogan ku di sala 2005an de li Diyarbekirê kir pêvajoya aştî û çareseriyê dest pê kir.  

 Barzanî di berdewamiyê axaftina xwe de wiha got: "Xwezî Erdogan destnîşan bikira ku li Tirkiyeyê bila herêmeke federal a Kurdan bê îlankirin. Lê niha di van şert û mercan de ev zor e û min va ji partiyiyên kurd re jî got. Min ji wan re got ku destkeftiyên girîng bidest ketine û divê hûn xwedî lê derkevin û sebrê nîşan bidin."

‘PYDyê bi xebera min nekir’

Barzanî der barê PYDyê de jî axivî û diyar kir ku bila PYD rejîm jî tê de ji tu dewletekê pişgirî û alîkariyê nestîne û wiha peyivî: "Min ji wan re got ku çi ji destê min bê ez ê bikim. Bi xebera min nekirin. Min di hevdîtinên bi Pûtîn, Obama û Hollande re destnîşan kir ku divê mafên kurdan bên dayîn û rasteqîniya wan jî bê pejirandin. Wan jî vê qebûl kir, lê diyar kirin divê ku bêyî Sûriye perçe bibe ev pêk were. Min jî destnîşan kir ku divê li Sûriyeyê kurdên ku nasnameya wan jî tune bên qebûlkirin. Paşê li alîkariyek navteweyî geriyam û min dît jî. Lê PYDê bi Esed re hevkariyê kir û vê jî hin dewletan aciz kir. Ji ber vê jî ji kurdên Sûriyeyê re em tengasî dikşînin ku alîkariya navteweyî bibînin."

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.