1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bavê Şivan Perwer namzedê AKê Guvenç ziyaret kir
Bavê Şivan Perwer namzedê AKê Guvenç ziyaret kir

Bavê Şivan Perwer namzedê AKê Guvenç ziyaret kir

Bavê Şivan Perwer Yûnûs Aygun, namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê AKPê Celalettîn Guvenç ziyaret kir.

A+A-

 RIHA - Bavê Şivan Perwer Yûnûs Aygun, namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Şanliûrfayê yê AK PartiyêCelalettîn Guvenç ziyaret kir. Li gor daxuyaniya Serokatiya Bajar a AK Partiyê, li avahiya partiyê Aygun û Guvenç hatin bal hev û demekê sohbet kir. Aygun got ku ez ji bo piştgirîdayîn û pîrozkirina namzediya Guvenç hatim serdana wî. Aygun, got ku di AK Partiyê de "hîle" tuneye û divê civak li AK Partiyê xwedî derkeve.

Guvenç jî got ku Şivan Perwer ji hunermendên girîng ên Şanliûrfa û Tirkiyeyê ye.

Guvenç wiha dewam kir: "Dewlet û milet hev du hembêz dikin, dibin yek. Niha li Tirkiyeyê aramî heye û înşellah wiha dewam bike. Bi piştgiriya gel em dê vê aramî û ewlehiyê daîm bikin. Bi aştiyê dê welat, di pêşerojê de geştir bibe. Sektora xizmetê, turîzm û pîşesaziyê dê pêş bikeve û dawî li xizanî û bêkariyê bê. Ev kar bi sloganan çênabin. Ev kar bi xebatê tên kirin. Piştgiriya kesên wek apê Yûnûs ji bo me girîng e. Înşellah em dê Şiwan Perwer bînin û ew dê destê bavê xwe ramûse. Dema ku hat Diyarbekirê ez lê geriyam û min ew vexwend Ûrfayê, lê wî ji ber rêz û rêzikên protokola Barzanî got ku ez nikarim bêm. Înşellah em dê hev du bibînin û bi van geşedanan ciwanên me jî bextewar bibin."

Bu haber toplam 750 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.