1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bayik: Erdogan bimîne yan na tesîrê li proseya aştiyê nake
Bayik: Erdogan bimîne yan na tesîrê li proseya aştiyê nake

Bayik: Erdogan bimîne yan na tesîrê li proseya aştiyê nake

Bayik dibêje ku pakêta demokrasiyê li Tirkiyê, eger çareserkirina pirsa Kurdî têde nebe, qet li wî welatê demokrasî pêşnakeve.

A+A-

SILÊMANÎ -  Bayik da zanîn ku ji sala 1993’ê ve ‘Serok Apo’ dixwaze pirsa Kurd bi rêya diyaloga siyasî û demokrasiyê çareser bike û got: ‘’Herdem me gotiye kesê ku bi navê me mafê wî yê danûstandinê heye, tenê Serok Apo ye. Dewlet jî dibêje Serok Apo baştirîn kes e bo çareserkirina pirsa Kurdî. Madem ew bi xwe jî wiha dibêjin divê rewşa jiyana wî bê guhertin.’‘

Bayik tekez kir ku eger hikûmeta AKP’ê dixwaze proseya aştiyê berdewam be divê berî hemû tiştekî rewşa jiyana Apo biguher e û wiha pêde çû; ‘’Herwiha guhertinên destûrî bên kirin, heta niha çi rûniştin a danûstandin hatibin kirin ne yasayî ne, metirsî li ser serok Apo û şanda hikûmetê bi xwe jî hebû.’‘

Derheqa operasyoan Cemaeta Fethullah Gulen de jî Bayik nerînên zwe wiha anîn ziman: ‘’Ew operasyona ku Cemaeta Fethullah Gulen kirin, bi saya desthilata AKP’ê kirin. AKP’ê di vir de taktîkek bikar anî û got bila hemû operasyonan ew bikin û gunehê wê di stoyê wan de be û kes ji AKP’ê aciz nebe. Tişta AKP’ê bi xwe dixwest bike bi destê Fethullah Gulen kir. wate xwest peywendiyên navbera Kurd û Fethullehiyan têk biçe, bi heman awayî yên navbera wan û artêşê jî û AKP jî di vê navberê de pêgeha xwe bihêz bike.’‘

Di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Kurdistanî Nwê, Cemîl Bayik tekez kir ku Erdogan bimîne yan nemîne tesîrê li proseya aştiyê nake û wiha axifî: ‘’Niha li Tirkiyê PKK bûye kilîl-mifte, wate çarenivîsa AKP’ê jî di destê PKK’ê de ye, di heman demê de çarenivîsa CHP’ê jî di destê PKK’ê de ye. Bêyî PKK’ê Erdogan nikare xwe ji vê krîzê rizgar bike. Eger AKP dixwaze rizgar bibe, divê peywendiyên xwe ligel PKK’ê bihêz bike. Divê danûstandin hebe û ji xeynî vêna tu rêyên din nînin.’‘

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tekez kir ku divê stratejiyeke hevbeş a Kurdan hebe û got: ‘’Ji bo vê meseleyê jî Kongreya Neteweyî girîng bû.’‘ Bayik herwiha dibêje ku niha derfet heye daku hêzên demokrat û Kurd bi hev re cejna demokrasiyê bixin tevgerê û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Pakêta demokrasiyê li Tirkiyê, eger çareserkirina pirsa Kurdî têde nebe, qet li wî welatê demokrasî pêşnakeve.’‘

 

Bu haber toplam 685 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.