1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bayik: Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye
Bayik: Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye

Bayik: Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku ji nû ve vekişîna gerîlayên PKK'ê bi pêşketinan ve girêdayî ye û destnîşan kir ku eger ji hewldanên çareseriyê re bersiveke neyînî bê dayîn, wê gerîlayên vekişîne vegerin Bakurê Kurdistanê.

A+A-

ENQERE - Bayik ji Rûşen Çakir ê ji rojnameya Vatanê re axivî û di mijarên nuqteya heyî ya pêvajoya çareseriyê, kongreya neteweyî û Rojava de, daxuyanî da. Der heqê pirseke li ser vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê de Bayik got, "Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye. Ez niha tiştekî nabêjim; emê vekişin an venekişin. Me ev yek bi awayekî zelal ji raya giştî re gotin: Eger çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dewam neke, muzakere dewam neke, emê hêzên xwe yên vekişiyane li Bakur vegerînin. Hînê jî di heman nêrînê de me. Divê bi me re, bi Rêberê me re, bi tevgera me re, bi gelê me re lîstik neyê lîstin. Pêwîste ji hewldanên me yên erênî yên ji bo çareseriyê, bersiveke neyînî neyê dayîn. Eger bersiveke neyînî bê dayîn, bêguman emê hêzên xwe yên vekişiyane, ji nû ve vegerînin."

Kongreya Neteweyî bi çareseriya pirsgirêkên li Rojava ve girêdayî ye

Bayik di mijara Kongreya Neteweyî de nirxandin kir û anî ziman ku di rewşa heyî de pêkhatina kongreyê bi çareseriya pirsgirêkên li Rojava ve girêdayî ye. Bayik da xuyakirin ku eger ji bo ji bo fetisandina şoreşa rojava, têkbirina çareseriya pirsgirêkên li Rojava bi gelek hêzan re peyman were morkirin, hingî kongreya neteweyî ne gengaze pêk were.

 Sûriye ji bo her kesî stratejîk e

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku mijara Sûriyeyê ji bo hemû hêzan mijareke stratejîk e, navendeke û destnîşan kir yên Sûriyeyê qezenç bikin ewê karibin xwe li Rojhilata Navîn bicih bikin. Bayik di dewama axaftina xwe de got, "Sûriye ji aliyekî ve mîna marketa Rojhilata Navîn e. Navenda nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn e. Bala xwe bidinê, El Qaîdeyê Sûriye ji xwe re weke navendekê hilbijartiye. Ji ber vê yekê ji derve ji hemû welatan milîtanan tîne. Bi pere mirovên cuda tîne. Bi bicihkirina hêza xwe li wê derê re dixwaze Sûriyeyê bi dest bixe. Dixwaze wê derê ji xwe re bike navend û li ser gelemperiya Rojhilata Navîn serdest bibe. Stratejiyeke wiha dişopîne. Weke ku tê zanîn El Qaîde dibêje ew Îslama Sunnî dipejirîne. Îslam Şîa jî heye. Vê jî Sûriye ji xwe re weke navend hilbijartiye. Îslama Şîa jî dixwaze bi wergirtina encamekê ji Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn serdest bibe û armancên xwe bi cih bîne. Ji bo Amerîka û Rûsya, Tirkiye û Kurdan de jî Sûriye navendeke. Amerîka dixwaze şerê xwe yê li Afganîstanê destpê kir û li Tûnisê dewam kir, li Sûriyeyê bi encam bike. Ji ber ku Sûriye li herêma Ereb welatê herî dawî ye. Li gorî encamên ji wê derê derkeve, wê Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Eger ji Sûriyeyê encamê negire, wê şerê wê bê encam bimîne, berevajî bibe. Ji bo Rûsyayê jî ji xwe qeleheke. Eger Sûriyeyê winda bike wê hemû berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn wihda bike. Ji bo Tirkiyeyê jî ji xwe navendeke. Ji ber ku polîtîkayên wê yên der heqê Sûriyeyê de heta îro bê encam mane, pirsgirêkan dijî. Dîsa ji bo Kurdan ew der navendeke. Qezençkirin an jî windakirina Kurdan li wê derê wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Ji xwe ji ber vê yekê hemû hêz li Sûriyeyê şer dikin."

(anf)

Bu haber toplam 596 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.