1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bazara pirtûkan û Fuara Kitêban li Amedê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bazara pirtûkan û Fuara Kitêban li Amedê

A+A-

 

Kaniyên zanyarî û tecrubeyan in, kitêb. Şahidiyê ji bo çêbûna cîhanê, ajêl, heşinayî û mirovahiyê, şerê însên bi hêzên serxwezayî, nakokiyên di nav yezdanên roj, şev, xweza, ba û bahozê, dikin. Fêrbûna dîrokê, ziman, çand û adetên cewaz, xewn û xeyalên însên û bilind kirina eşqên cewaz bi saya wan dibe. Jiyan û zehmetiyên wê, bi zimanê bilind û di wan de hatine şirovekirin. Berxwedana însên, şerê ronahiyê li hemberî reşiyê, bi formên cewaz û bi saya wan hatine dema me.

Pirtûk tamê didin jiyanê. Jiyana mirov bi wan xweş, hêsantir û rêkûpêktir dibe. Hevalên herî nêz û sadiq in. Hes ji wan bikin û kitêbxaneya xwe a li malê dewlemend bikin.

Kurd ne tenê ji kitêban, lê ji gelek pêwîstiyan wiha mehrum mane, hatine hiştin. Saziyên xurt û tekuz ku kadir û pisporên xwe pir û ji hêla aborî ve bi hêz in, bikarîbin alîkarê ziman û dewlemendkirina kitêbxaneya kurdî bikin, pirsa çapkirin û belavkirina weşanan li derveyî welêt û hundir çaraser bikin, kêm in, an tune ne. Weşanxaneyên me, bi rolên wiha mezin, karê saziyên dewletî û an taybetî, radibin. Edebiyat û zimanê kurdî bi hêz dikin û li ser gelek mijaran kitêban dixin ber çapê, kitêbxanenaya kurdî dewlemend dikin.

Car caran qelsiya bazara kirîn û firotina kitêbên kurdî, bi zimanê nivîskaran tê girêdan. Mijara gazinên xwendevan ji nivîskaran tê rojevê.

Pêşketin, bi rexneyan dibe. Lê rexne nikare bibe sedema nekirîna kitêban. Divê pirtûkên kurdî bêne kirîn ku weşanxane bi hêz bibin. Nivîskar bi teşwîka weşanxanê, berhemên xurtir biafirînin. Bila tu kes mekeve pişt perda, başî û nabaşiya zimanê nivîskar. Pirs, pirsa hebûn û nebûna zimanê kurdî ye. Pêşketina edebiyata kurdî ye. Lewra dewlemenkirina kitêbxaneya kurdî ferz e. Riya pêşketina ziman, bi nivîsînê dibe. Sorkirina nivîskaran li nivîsînê, bi kirîn û belavkirina kitêban mûmkûn e.

Ne kitêbên turkî, lê kitêbên kurdî bikirin. Bila li male, ber dest û sere we, çîrok, roman, novel û kitêbên helbestan hebin. Bi roj û dema razanê bi kurdî bixwînin da ku hûn xewnên bi kurdî bibînin. Riya xwe bi fuarê biêxin û pirtûkên kurdî li ser perwerdê û mijarên cewaz bikirin û bibin malê, nav zarok, xwîşk û birayên xwe.

Li Cîhanê gelek zimanên mezin winda bûne. Hejmarek mezin di xetera windabûnê de ne. Rêya man û nenamê diyar e. Divê em bi zimanê xwe biaxivin, binîvisînin, bixwînin û hizir bikin. Parastina nirxên netewî ji xwe re bikin karek esasî. Bi hezaran stiranên kurdî ku di wan de, eşq, xeyal, derd û kulên me hene berhev bikin. Çîrokên ku em bi wan mezin bûn, bi riya dayikên xwe diketin cîhana wan, bi xeyalan re winda dibûn jî, wiha. Serpêhatiyên me ku bi kilamên dengbêjan dîroka me fêrî me dikir, jibîr mekin. Divê ev nirxên me, bên nivîsîn, bibin pirtûk û ji windabûnê rizgar bibin.

Ne tenê çîrok, destan, stran û serpêhatî. Lê belê, derbarê ola me, ola kevnare, ku ji Zerdeştê kal dirêjî Şêx Seîdê Pîran dibe û cihên pîroz li Dêrsimê û Laleşa Nûranî digerîne jî bê nivîsîn. Kitêbên li ser adet û toreyê me, tê de dîlan, cil û berg, xwarin û xeyalên me hene jî bikevin ber çapê. Pirtûkên zanyariyê û perwerdê jî wiha.

Li bakurê welêt, gelek ji van karên giring weşanxaneyên kurdî dikin. Lewra piştgirî û bihêzkirina wan pîroz e. Bi xurtkirina wan re, zimanê me xurtir dibe û nirxên netewî ji windabûnê rizgar dibin.

Vê hefteyê bikin hefteya piştgiriya zimanê kurdî. Berê xwe bidin Ameda rengîn û beşdarî fuara kitêban bibin. Kitêbên kurdî bikirin, nas û cîranên xwe teşwîk bikin ku ew jî beşdar bibin û kitêban bikirin.

Jibîr mekin: Zimanê me hebûna me ye. Kitêbên kurdî bikirin, hebûna xwe zindîtir û xurtir bikin.   

Bu yazı toplam 831 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.