1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bazirganî an rêbiriya penaberiyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bazirganî an rêbiriya penaberiyê

A+A-

Ji ber nakokiyên siyasî, bawerî û mafê mirovan li rojhilata Navîn, komarên berê ên Rûsya an Sovyetê, Afrîka û Latîn Amerîkayê, rojê bi hezaran kes, malên xwe bi cîh dihêlin, bi hêviya çûna welatekî nû û bi ewle, berê xwe didin Europayê.

Li gorî agehdariyên Netewên Yekbûyî-NY, ”çi caran hejmara penaberan bi qasî îsal zêde nebûye. Saziya UNHCR di rapora xwe a nu de anî zimên ku, 60 milyon kes ji ber şer penaber in. Hejmara penaberan û koçberiya ber bi welatên xerîb her sal zêdetir dibe.

Li gorî saziya Penaberan a NY, UNCHR, di pênc salên dawiyê li 15 welatan (Lîbya, Malî, Nîgerya, Suriye, Iraq, Yemen, Ukranya, Sûdan ûhwd) nakokiyên cewaz û şer rû dane. Ji ber van pirsgirêkan, di sala 2014 an zêdeyî 59 milyon kesan bûne penaber. Berî wê bi salekê, hejmara kesên penaber zêdeyî 51 milyonan bû.

Her roj nêzî 40 hezar kesan, ji ber şer mecbûr dibin ku malên xwe bi cîh bihêlin û bikevin riyan. Penaber bêhtir ji aliyê Suriyê ne. Lê hejmara penaberên ji heman herêmê ne zêdetir dibe. 38 milyon penaberên navxweyî, li welatên cînar war bûne.

Penaber, ji bo avakirina jiyanek nû bêhtir berê xwe didin Europayê. Bi giranî ji Suriyê, lê ji hêla Rojhilata Navîn û Ukranyayê jî tên. Hejmara penaberên li Europayê ji % 51 zêdetir bûye. Hetanî dawiya sala derbasbûyî, nêzî 7 milyon kesan xwe gihandibû Europayê. Li Europayê, Swêd û Almanya bêhtir penaber qebûl kirine.”

Koçberiya penaberan ji ser Turkiyê re bo Europayê, dijwar e. Kesên dixwazin derbasî Europayê bibin, pêşî li Istanbulê bidestê rêberan tên şelandin. Paşê, li ser xeta derya Turkiyê û Grêkê şelandina wan didome.

Komên penaberan, li binya xeta Turkiyê, heqê keştiyê û rêberên çûna Europayê, perên mezin didin. Paşê rêber, îxbara penaberan dikin. Polêsên ser xeta deryayê, wan digrin, paş de dişînin. An jî carekê din pera didin polîsan, û li riya xwe didomînin. Lê êşa wan bi vê jî naqede.

Rêbirên deryayê ji Turkiyê, bi cilên polîsan, çekên giran û botên xurt tên û êrîşê dibin ser penaberan. Di nîvê deryayê de êsîr dikevin destê rêbiran. Li gorî dengûbehs û raporên cewaz, piştî lêdan û haqaretên xirap, penaberan dişelînin, pere, zêr û çi tiştê bi nirx ser wan heye, bi zorê distînin û diçin.

Dîtin û îfadeyên penaberan eşkere dike ku, şelandin bê agehdariya polîsan nikare bibe. Her çiqasî, koma rêbiran tenê xuyanî bikin jî, di eslê xwe de, bêyî polîsan nikarin tev bigerin û karê şelandinê bidomînin.

Saziya NY, UNCHR hayê xwe ji pirsgirêka penaberan heye. Navendên polîsan li Atîna û Anqarê ne bê xeber in. Yekîtiya Europayê dest davêje pirsê. Lê, tedbîrên hene têr nakin.

Baş e, çareserî çawa dibe?

Divê NY, Emerîka û Yekîtiya Europayê bi hêzên din li Cîhanê, pirsa aştiyê cidî bigrin. Dewletên bi hêz û xwedî mecal bi NY re, li ser alîkariya penaberan baştir organîze bibin û lihev bikin. Ji bo penaberan, li welatên cînar, rewşa heye baştir bikin. Penaber berî biçin Ewropayê, li kampên welatên cînar, karîbin ji bo çûnê alîkariyê bigrin. Tedbîrên baştir, li bin û ser xetê bên girtin. Cezeyên mezintir bidin bazirgan û rêbirên penaberan.

Bu yazı toplam 523 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.