• Diyarbakır14 °C
  • Batman15 °C
  • Mardin17 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ11 °C
  • Erzincan9 °C
  • Şanlıurfa17 °C
  • Erzurum3 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep14 °C
  • Hakkari7 °C
  • Muş2 °C
  • Siirt14 °C
  • Van9 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
BDP ji bo mîtînga Nisêbînê seferber bû
21 Aralık 2013 Cumartesi 13:14

BDP ji bo mîtînga Nisêbînê seferber bû

Rêxistina BDP'ê ji bo “Dîwarê şermê” yê li ser sînorê Rojava-Tirkiye û Roboskiyê tê avakirin şermezar bike, dê sibê li Nisêbîn û Cizîrê mîtîngan pêk bînin. Amadekariyên mîtînga Cizîrê bi dawî bû û li Nisêbînê jî amadekariyên meşê didomin.

MÊRDÎN/ŞIRNEX- Rêxistina BDP'ê ji bo "Dîwarê Şermê" yê li ser sînorê Rojava-Tirkiye û têlên li ser sînorê Roboskiyê û Herêma Federal a Kurdistanê tên avakirin şermezar bike, dê li Nisêbînê meş û li Cizîrê jî mitîngê pêk bîne. Rêxistina BDP'ê ya Cizîr û Sîlopiyê, demek dirêjin amadekariya mîtînga Cizîrê dikin. Rêxistina BDP'ê heta niha li gund û taxan nêzî 10 hezar belavok belav kirin û banga tevlêbûna mîtîngê kirin. Belavokên ku li navçeyê hatin belavkirin, rastî eleqeyek mezin hatin. Rêveberê BDP'ê yê Cizîrê Kamil Demirhan, anî ziman ku ji bo mîtînga sibê ku li Cizîrê pêk bê hemû komîsyon seferber bûne û amadekariyên wan ên mîtîngê bi dawî bûne. 

Li Nisêbînê dê meş bê lidarxistin

Li Navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê jî dê bi heman armancê meşek girseyî bê lidarxistin. Amadekariya meşa ku sibê pêk bê berdewam dike. Di pêşengiya BDP'ê de dê sibê meş pêk bê. Ji bo meşa sibê li Navçeya Şemrexê esnaf hatin ziyaretkirin û belavok hatin belavkirin. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim