BDP: Li Liceyê gel leşker desteser kir

BDP: Li Liceyê gel leşker desteser kir
Li Gunê Sîsê yê Navçeya Liceyê ya Amedê duh 4 leşker hatin desteserkirin. Piştî heyeta BDP'ê çû Gundê Sîsê û di navbera aliyan de hevdîtin pêk anî, leşker teslîm girtin û radestî Qeymeqamiya Liceyê kirin.


AMED - Duh komekê li Gundê Sîsê yê Liceya Amedê 4 leşker di saetên êvarî de ragirtin û birin qada çiyê. Li ser vê yekê heyeta BDP'ê çû herêmê û bi komê û Qeymeqamiya Liceyê re hevditin pêk anîn. Heyetê piştî hevdîtina aliyan çûn gundê Sîsê û 4 leşkerên girêdayî 49'emîn Fermandariya Tugaya Piyade ya Motorlu Esfer Melik Dikyol, Efser Hakan Ozer û Çawişê Pispor Ugur Sert û Çawişê Pispor ê li Erziromê peyvirdar Ali Akdemir wergirtin. Li ser hewldana Hevserokê Giştî yê BDP'e Selehattîn Demîrtaş û Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Heyeta BDP'ê çûn herêmê. Heyeta ji endam û rêveberên BDP'ê pêk dihat çûn herêma Operasonê Gundê Sîsê. Hevserokên BDP'ê yên Amedê Mehmet Emin Yilmaz û Zübeyde Zumrut saet di 23.30'an de çûn gundê Sîsê, li herêmê ji bo berdana 4 leşkeran bi komê re hevdîtin kirin. Heyeta BDPê piştî çû Gundê Sisê 4 leşker ji destê komê teslîm girtin û vegeriyan. Pişti hewldana BDP'ê ya 8 saetan leşker piştre teslîmî Qeymeqamiya Liceyê kirin û vegeriyan Amedê. Têkildarî 

Têkildarî mijarê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, anî ziman ku gel ji bo bersîvê bide kuştina 2 kesên li Geverê û operasyonên herêmê, leşker rehin girt. Zumrut, anî ziman ku li Geverê 2 welatiyên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û li herêma Liceyê operasyonên leşkerî hebûn. Zumrut, anî ziman ku gelê herêmê ji bo bertekên xwe yên li hemberî van geşedanan bînin ziman 4 leşker revandin. 

Leşkeran derî û cam şikandin û ketin malan

Zumrut anî ziman ku berî 4 leşker bên desteserkirin leşkeran gundê Sîsê dorpêç kir û wiha got: Tîmên taybet û leşkeran derî û cam şikandin û li malan lêgerîn pêk anîn. Leşkeran li gund maşîneyek desteser kir û li herêmê operasyon da destpêkirin. Li ser vê yekê gel li herêmê çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. Di vê navberê de ciwanên gundê Fisê û welatiyan li ser rêya Çewlîk û Amedê kontrola nasnameyan kirin. Di kontrola nasnameyan de yek jê maşîneya TEDAŞ'ê bi tevahî 3 maşîne hatin şewitandin. Înîsiyatifa Gel a Herêmê li vir di kontrola nasnameyan de 4 leşker desteser kirin. 

'Hûn wisa bikin em jî dê wisa bikin'

Zumrut, ani ziman ku ev helwesta gel ya li hemberî bûyeran e û gel bi vê çalakiyê dibêjin ger hûn bikujin em jî dê we desteser bikin û wiha got: "Ev nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê ye. Gelê Liceyê peyamek girîng da hikûmetê. Xwest bi vê çalakiyê hem komkujiya Roboskiyê ronî bike û hem hesap ji kuştina 2 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bipirse. Divê berteka gel bi vî rengî bê zanîn."

Zumrut, da zanîn ku dema wan çû leşker wergirtin, leşker ketin nava fikaran û piştî wan xwe da naskirin fikarên wan bi dawî bû. Zumrut, da zanîn ku dema wan leşker wergirtin gotin kurd û tirk bira ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev berteka gel a li hemberî operasyonan e. Dîsa li dijî kuştinan û serdegirtina malan e. Zumrut, da zanîn ku rayedar jî ketine nava fikaran û gotine ger ku hûn negêjin ser bûyerê em dê we berpirsiyar bibînin." 

Kaynak:

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.