• Diyarbakır10 °C
  • Batman11 °C
  • Mardin14 °C
  • Bingöl7 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ10 °C
  • Erzincan5 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum3 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep13 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş2 °C
  • Siirt12 °C
  • Van1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
BDP “Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî”amade dike
22 Kasım 2013 Cuma 16:36

BDP “Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî”amade dike

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê li ser bingeha qanûnî bê rûniştandin ew "Qanûna Muzakere û Aştiya Civakî" amade dikin.

ENQERE - Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û pêşketinên li Rojava û "pêvajoya çareseriyê" nirxand.

Balûken ragihand ku Tirkiye hem di warê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk hem jî ji aliyê bûyerên li Rojhilata Navîn ve di demeke hesas re derbas dibe û got, "Di dilê Rojhilata Navîn de, tevî hemû zext, êrîş, ambargo û dorpêçandinê, ji bo avakirina pêşeroja xwe ya demokratîk û azad, rastiya gelekî li naverastê heye ku ji bo rizgariya demokratîk a Rojava têkoşîneke mezin dimeşîne."

'Pêvajoya li Rojava êdî nayê rawestandin'

Balûken da xuyakirin ku li Rojavayê Kurdistanê mînaka şoreşeke rastîn a demokratîk ku xwe dispêre hêza cewherî ya gel heye û got, "Li Tûnis, Misir, Lîbya û Sûriyê pergaleke demokratîk a rêveberiyê ava nebû. Hînê li vê herêmê krîzên cidî tên jiyîn. Lê li Rojava rêveberiyeke demokratîk a ku hemû gelan di nava xwe de vedihewîne, ava dibe. Ev pêvajoya ku yekser rê li ber desthilatdariya gel vedike, di heman demê de bingeha veguherîna demokratîk a Sûriye û Rojhilata Navîn e."

Balûken diyar kir ku divê welatên li herêmê jî pêvajoya li Rojava rast û baş bixînin û di nava xwe de jî pêvajoya veguherîna demokratîk bidin destpêkirin.

Balûken bibîr xist ku hefteay bihurî li Rojava ji bo avakirina Rêveberiya Demî Meclîs hat damezrandin û got, "Rêveberiya Demî hemû pêkhat û bingehên demokgrafîk ên li Rojava vedihewîne û pêvajoyeke rêveberiyê ya cih dide her kesî daye destpêkirin."

Balûken axaftina xwe wiha dewam kir:

"Û pêvajoya li wê derê ewçend bi lez bi pêş dikeve, ku êdî pêşî lê nayê girtin, kes nikare rawestîne. Yên ku pêşniyara demokrasiyê li Rojhilata Navînd ikin, banga guherîn û veguherînê dikin, pêwîste pêvajoya demokratîk a li Rojava ji nedîtî ve neyên û rast nêz bibin." 

Balûken bi taybetî bang li Tirkiyê kir ku li pêşberî pêşketinên li Rojava helwesteke rast nîşan bide û destnîşan kir ku pêşketinên li Rojava yekser pêwendiya xwe bi çareseriya pirsgirêka Kurd re heye.

'Divê dest ji helwesta destwerdana rojava were berdan'

Balûken wiha peyivî:

"Çav û guhê Kurdan li Rojava ye. Nêzîkatiya hikûmetê ya Rojava datîne aliyekî, pêvajoya çareseriyê datîne aliyekî, xeteke rast nîne. Pêvajoya çareseriyê û pêşketinên li Rojava bi hev ve gelekî xurt girêdayî ne. Divê ev neyê jibîrkirin.

Birêz Serokwezîr di axaftineke xwe ya duh li kanala televîzyonekê de der barê pêşketinên li Rojava de got, "Emê destûrê nedin pêkhatine li wê derê" û bi vî rengî helwesta xwe ya destwerdanî nîşan da. Birêz Serokwezîr gotiye ku ew bi tevgera li gel rêveberiyên Başûrê Kurdistanê û Navenda Bexdayê re ew bi biryar e pêşî li pêşketinên li Rojava bigirin. Em vê yekê weke bextreşiyê dibînin. Ev pozîsyona destwerdanî ya Tirkiye ne ji aliyê gelên li Tirkiyê, ne ji aliyê gelên li Rojava ne jî ji aliyê gelên li herêmê ve nayê qebûlkirin. Ji xwe rewşeke rewa ya vê yekê nîne. Ji bo pêşeroja Rojava encax gelên li Rojava dikarin biryarê bidin û biryar dane. Kes nikare vê biguherîne. Ne Tirkiye, ne jî Serokwezîr mîna ku îdîa dike, ne rêveberiya Başûrê Kurdistanê, ne jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ne erka wan ne jî mafê wan tineye. Ti rewabûneke ku ev helwesta destwerdanî xwe dispêrê jî, tineye.

Lewma divê tavilê dest ji vê helwesta destwerdanî bê berdan. Ya rast, bi esasgirtina vîna demokratîk a gelên li Rojava re, afirandina têkiliyeke rast û destekkirina pêvajoya li wê derê ye. Divê Tirkiye piştgiriyê bide Konseya Bilind a Kurd û PYD'ê. Bi heman rengî divê Hikûmeta Kurdistana Federal jî nêzîkatiya xwe ya li PYD'ê di ber çavan re derbas bike, di çarçoveya tifaqa neteweyî ya demokratîk de nêz bibe û nebe parçeyek ji van lêgerînên destwerdanî."

Di çalakiya Rojava ya li Stenbolê de dê hevserokên BDP, KCD û HDP'ê amade bin’

Balûken bal kişand ser mîtînga piştevaniya bi Rojava re ya li Stenbolê di 24'ê Mijdarê roja Yekşemê ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ve were lidarxistin û banga beşdariyê kir. Balûken got, "Hevserokên BDP, KCD, HDP, parlamenterên me, rêveberên me, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê me dê wê rojê vîna xwe nîşan bide, xwedî li Rojava derkeve û li dora Rojava bibin xelek. Ji vê derê em careke din bang li hemû alîgirên demokrasî, aştî û azadiyê ku beşdarî mîtînga roja Yekşemê bibin."

'Em qanûna muzakere û aştiya civakî amade dikin'

Balûken der barê pêvajoya çareseriyê de rexne kir ku Tirkiye ne li nuqteya tê xwestin e û got, "Bêguman dewamiya agirbestê, rûnedana mirinan gelekî girîng e. Lê têrê nakin. Ya muhîm; mayîndebûna vê pêvajoyê, pêkhatina çareserî û aştiyê ye. Beriya her tiştî divê pêvajoya heyî bi awayekî qanûnî bê ewlekirin û navgînên wê yên qanûnî bên afirandin. Ewlehiyeke bi tenê ya qanûnî ji bo vê pêvajoyê nîne. Ne diyare ku dê sibê çi bê serê pêvajoyê. Girînge ku vîna çareseriyê ji her du aliyan heye, lê ev têrê nake. Mîna hemû demên muzakereyan divê bingeh û navgînên qanûnî bên afirandin."

Balûken ji bo afirandina bingeha qanûnî bang li hikûmetê kir û got, "Komîsyona huqûqê ya partiya me di vê mijarê de xebatekê dimeşîne û ev xebat li ber temambûnê ye. Ji bo ev pêvajo li ser bingeha qanûnî bê rûniştandin, em Qanûna Muzakere û Aştiya Civakê amade dikin. Dema me qedand, emê pêşkêşî parlamentê bikin. Ji bo bicihanîna vê jî emê têbikoşin."

(ANF)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim