1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Berhem Salih dest ji postê xwe berda
Berhem Salih dest ji postê xwe berda

Berhem Salih dest ji postê xwe berda

Cîgirê duyem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih ragehand ku dest ji postê xwe berda ye û got: ‘’Niha ez hîç pileyeke hizbî di nav YNK’ê de ji bo xwe rewa nabînim.’‘

A+A-

Navenda Nûçeyan

HEWLÊR - Sedema vê destjêberdanê jî ew e ku Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed pêbendî rêkeftina Tehranê nebûne. Berhem Salih li bajarê Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku ew heta kongreyê wek endamekî dilsoz û hevkarê YNK’ê karê xwe dike.

Li gor agahiyên gehiştine BasNewsê, sedema ku Dr. Berhem dest ji postê xwe berdaye ew e ku Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmeda hevsera Celal Talebanî û endama Polîtburoya YNK’ê pêbendê rêkeftina Tehranê nebûne.

Li gor wan agahiyên ku piştî serdana şanda YNK’ê bo Tehranê hatin belavkirin, ew her sê serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gehiştibûn rêkeftineke çend xalî. Xala yekem a rêkeftinê jî ew bû ku kesek bê danîn daku serpereştiya YNK’ê bike û ew jî Berhem Salih be.

Lê piştî ji Tehranê vegeriyan ew her du serkirdeyên YNK’ê ku niha wek baskê yekem ê wê hizbê tên dîtin, pêbendê wê rêkeftinê nebûn û hewl dan rewşa YNK’ê wek xwe bihêlin, mercê Berhem Salih jî ew bû ku kongre bê kirin û ew xal werin cîbicîh kirin, lê heta niha tarîxek bo kongreyê nehatiye diyarkirin û evna jî bû sedem Berhem Salih dest ji postê xwe berde.

Xaleke din a rêkeftinê jî wiha bû; Qubad Talebanî û Şalaw Kosret bibin cîgirê serpereştyar. Encûmenek bê pêkanîn bi navê ‘Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên YNK’ê’ û Hêro Îbrahîm Ejmed serokê wê be. Herwiha encûmena navbirî ne kêmî 9 kesan be û Adil Mûrad, Fuad Masûm, Erselan Bayîz, Îmad Ehmed û çend serkirdeyên din endamê wê encûmenê bin.

Herwiha di çarçoveya vê rêkeftinê de 4’emîn Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di dema xwe de bê girêdan. Berdewam civînên sêqolî hebin heta girêdana kongreyê û Îran jî bi awayekî hûr çavdêriya rêkeftinê bike.

 

Bu haber toplam 1011 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.