1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Berxwedana ”AYN WARDO”yê jibîr mekin!
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Berxwedana ”AYN WARDO”yê jibîr mekin!

A+A-

 

Di rewşek wiha de ku, li welatê me, pêvajoya aştiyê û çareseriyê cihê xwe daye şer û pevçûnê. Hêzên dewletê bajaran dorpêç û derketina derve bi rojan qedexe dike, tecrubeyên xelkên din, derbarê çaraserî û aştiyê giring in. Serpêhatiyên wan dikarin bibin alîkar û rê vekin.

Yek ji buyerên bi vî rengî, 100 sal berê, 1915 an de li Tora Evdînê, gundê Ayn Wardoyê bibû.

Sal 1915 bû. Armanc û daxwaziya Asurî Suryaniyên li herêma Tora Evdînê, jiyanek azad, bi ziman, çand, adet û baweriya xwe, li ser xaka bav û kalên xwe bû. Bi çand û baweriyên din re, li herêma xwe di nava aştiyê, bêtirs bijîn. Ji bo domandina aştiya li herêmê, dêriyên xwe ji danûstandinê re vekirî hiştibûn.

Desthilatdariyê, bi fermana waliyê Amedê, dest avêtibû çeka xwe a klasîk. Pêşî hevkarên xwe li herêmê peyde kirin. “ÎDEOLOJΔ, “NETEWEPERESTΔ û “BAWERMENDΔyê, sloganên cewaz diafirand. Paşê devê şûrên xwe twîj kirin, bi planên guhertî û çekên giran derketin rê.

Peyva “aştî”yê bi şik hatibû pêşwazî kirin. Mafê “Çanda Qedîm” li ser xaka xwe, mal û milkê bavûkalan bê wate mabû. Însanetî, mirovantî û cîrantî hatibû jibîr kirin. Ji bo qetilkirina mirovan fitû derxistibûn. Rûreşiya sucê mirovahiyê û nakokiyên piralî, weke mîras ji neslê nû re dihiştin û jibo pêlkirina mafê mirovan gav dihat avêtin.

Nasdarên civatê hatin binçavkirin. Paşê, zext û tadeyiya li bajar û gundan dibû karê rojane. Cîh li Suryaniyan teng kiribûn. Cihê revê û felatê kêm mabû. “Ayn Wardo”, digotin. “Ev li deverek bilind û asê hatiye avakirin. Pêşî jin û zarokan, xwarin û vexwarina têra demek dirêj bibin gund. Paşê mêr dê xwe bighêjînin wir.”

Tirs û tehdîta li herêmê, car û cînarên dilxwaz û aştîxwaz bêdeng kiribû. Dengên kesên xwedî wijdan kêm û hêza wan bi sînor kiribû. Tirs û bê ewlehî, nave xwe li tax û kolana kiribû û berê xwe dida gunda.

AYN WARDO kiribûn keleh. Gundê li ser kaşê bilind, bi avakirina dîwarên tekuz, bilind û qalind, bibû cihê parastinê. Bi hezaran kes, zarok, jin, pîr li wir gihiştibûn hev. Girî û qêrînî, hêvî û gazin fêdeya xwe nema bû.

Bi xwe re diaxivîn bi hers. “Em Îsayî û ew Mihemedî ne. Em herdu alî, pêxemberên Yezdanê dilovan dihebinîn. Incil û Qurana pîroz, herdu jî kitêbên Xuda ne. Em tev ji yek û heman Xudayî bawer in. Çiye ev kîn, ev neyartiya bê wate? Di şûna aştiyê de, çima şer dibe?”

Pirsên bêbersiv zêde dibûn. Ji bo felatê, azadî û aştiya herêmê, wê şevê destên xwe ber bi Yezdanê Dilovan ve vedikirin û dua dikirin. Êdî tenê Xudayê li jor dikarîbû bibe alîkarê wan.

Hêzên Osmanî û hevkarên wan, hinek ji kurdên herêmê, dora Ayn Wardoyê bi çekan pêça bûn. Li hundir, piştî dorpêçanê şêwira xwe kirin. Biryara “bê îtîatiya li dijî şer û xwe parastinê”, dabûn. Şerê yek alî û berxwedana li dijî wê, dest pê kir.

Roj bi roj xwarina li hundir kêm dibû. Navbêrên biçûk ji bo veşartina kûştiyan didan. Jinên suryanî cendekên kûştiyan ji derve dihanîn hundir û bi cî  dikirin. Mezinan, ji bo biçûkan xwarina xwe kêm dikir. Ava vexwarinê bi sînor dibû.

Nêzî du mehan wiha domiya. Berxwe dan. Daxwaziya xwe a aştiya li herêmê, azadiya li serxaka bav û kalan anîze zimên.

Herdem wiha bibû. Mirovên baş û bi exlaq, li deng û berxwedana însanetiyê xwedî derdiket. Kesên xwedî wijdan, bi hîsên mirovahiyê barkirî û aştîxwaz, dihatin bi hawara mirovên zilm dîtî. Wê demê, Şêx Fethullah, bû dengê însanetiyê. Nesîhet li êrîşkaran kir. Fituwa kûştina Suryaniyan, weke qetlê, binav kir. Aştîxwaz û mirovhezên Torê, dengê aştî û azadiyê bilindtir kirin. Rêvebirên Osmanî û hevkarên wan mecburî agirbestê bûn.  Di encamê de, bê îtîatî û berxwedana sivîl ji bo aştî û azadiyê, dengê însanetî û aştîxwazan, li Ayn Wardoyê serkevtin bi dest xistibû.

Bi munasebeta 100 saliya buyerê, em şehîdên berxwedana Ayn Wardoyê bibîr dihênin. Ayn Wardo nîşan dide ku, bê îtîatkarî, berxwedana saziyên sivîl û ên însanî ji bo aştî û azadiyê, çalakiyek pir bi hêz e. Dikare li welat û derveyî welêt piştgiriyê bistîne, aliyên şer li xwe bide guhdarî kirin û çaraseriyên însanî bihêne rojevê.

 

Bu yazı toplam 862 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.