1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Berxwedana birçîbûnê ya Suryaniyan û hêstirên dayikan
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Berxwedana birçîbûnê ya Suryaniyan û hêstirên dayikan

A+A-

Midyadê ji aliyê gelek kesan ve tê nasîn. Weke bajarê Aşurî Suryaniyan tê binavkirin. Lê îro rewş hatiye guhertin. Di 100 salên dawiyê de, ji ber zilm û tadeyiya li wan dibe, tehdît û qirkirina li dijî wan dom dike, hejmara wan li herêmê rojbiroj kêmtir dibe. Pirzimanî, pirçandî û pirbaweriya li welatê me xistin ber lehiyek mîna tofana nebî Nûh. Erda bi bereket li ber xwe bir û bêxêr kir. Nifûsa Suryaniyên Midyadê kêm kirin. Jiyana surgûnê layiqî xelkek ji yê kevnarê, rûniştvanên bajarên Midyadê, Hezexê, Nisêbînê, Cizîrê, Colemergê, Stewrê, Mêrdîn û Amedê dîtin. Suryanî li dinyayê belav bûn û jiyana welatê xerîbiyê kete para wan. Bajarê Sodertalje li Swêdê, bêhtir Suryanî lê dimînin. Jê re dibêjin, "Midyada nû".

Çîroka qirkirina wan bi êş e. Sedsala dawiyê de, hestirên wan herdem bariyan. Ne "SEYFO"yek (sala şûr, anku 1915 qirkirina wan û ermeniyan) bi çend Seyfoyan hatin hemberî hev. Ez qala qirkirina wan ya însanî, çandî û zimên dikim. Asîmîlebûn, hilandin û windabûna wan li welatê xerîbiyê, ne di hesêp de ye.

Niha jî, ew û kurd bi hev re dibin qûrbana şîdetek nebinavkirî, nedîtî û nebihistî. Ji ber êrîşên hovane yên ISIS ê, mirovahî di şokê de ye: Revandina keç û jinan, firotin û bazara wan, hişkiya li hemberî cî û nirxên dîrokî û pirkûjî...

Duhî li bajarê Suryaniyan, Midayada nû, Sodertaljê bûm. Hewa baharê, çûn û hatina li navenda bajêr zêdetir kiribû. Hemû kes ji bo cejna paskalyayê (eyda hêka) li dikanan bûn. Evîndaran yadîgarî ji dost û yarên xwe re dikirîn. Dengê muzîkê bilind dibû û dîlan li maydana sûkê dihate kişandin. Li qorziya aliyê rastê çadirek hatibû danîn. Bi dehan kesên Suraynî ketibûn birçîbûnê. Keç, law, dê, bav û pîrên wan buyerên dawiyê şirove dikirin. Xemgîniyê rûwê wan rapêça bû û şopên hêstiran li ser çavên wan xuyanî dikir. Weke herdem, rondik û girî para wan ketibû. Her hêstirek dibû hawarek. Di hawaran de, li dijî însanetiyê gazin û rexneyên wan xwe didan der. Dengê daxwaza alîkarê bilind dibû.
Di tabloya navenda bajêr, du dîmen xuyanî dikirin: Li aliyê rastê mirovên xemgîn û çavgirî. Li aliyê din, mirovên bi kêf û eşqa jiyanê mijûl dibûn.

Sedema berxwedana birçîbûnê diyar bû: Berî niha, êrîşên li dijî Asuri Suryaniyan li Musilê. Niha jî li herêma Suryaniyan li Suriyê. Derd û êşa mirovên hatine kûştin û revandin dihate zimên. Ne tenê li Sodertaljê, heman rojê li ber deriyê Netewên Yekbûyî li Emerîka jî çalakiya wan hebû. "Êdî bes e", digotin. "Bila ev zilm, hovîtî û qirkirina li dijî Asuriyan bi dawî were!"

Ez weke mirovekî li wir bûm. Çûm serdana wan û min li wan guhdarî kir. Min xwest ez êşa wan baştir fêm bikim.

Pêwîst e li vê qêrîniyê û hawarê bê guhdarî kirin. Her kesê xwedî wijdan, divê dengê wan bibe xwe. Ji bo parastina çanda kevnare li welatê me, destê alîkariyê dirêjî wan bibe. Parvekirinek bi edalet bi wan re were pê. Pir giring e ku kurd, êşa xwe ya sedsalan, bi dermankirina birîna wan, rehet bikin. Di parlementoyê, şaredariyan û qantonên kurda de hejmara nûnerên wan zêdetir, mecalên pêşxistina çand û zimên pêşkeşî wan bikin û wezîfeya xwe ya biratiyê bi cî bihênin.

Şervanên me yên egîd wan bêhtir biparêzin û xeterên li dijî wan ji holê rakin.

 

 

Bu yazı toplam 636 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.