1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bexda bi deyn jî 3 milyar dolar nade Hewlêrê
Bexda bi deyn jî 3 milyar dolar nade Hewlêrê

Bexda bi deyn jî 3 milyar dolar nade Hewlêrê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza 3 milyar dolar bi deyn ji hikûmeta Bexdayê dike, lê Wezareta Darayî û Banka Navendî razî nabin.

A+A-

HEWLÊR -Li gor agahiyên BasNewsê, hefteya borî berpirsê karûbarê aborî li konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê serdana Wezareta Darayî ya Kurdistanê kiriye û ligel Wekîlê Wezareta Darayî Reşîd Tahîr civiya ye. Hat zanîn ku di civînê de zêdetir li ser pirsgirêka nemana pereyan di bankeyên Kurdistanê de û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê axaftin hatiye kirin.

Di vê derbarê de Wekîlê Wezareta Darayî Reşîd Tahîr Reşîd Tahîr agahî dan BasNewsê û got: ‘’Niha 80 milyar dolar di banka Navendî ya İraqê de heye, eger li gor destûr û yasayan be divê ji sedî 17 ji Bankeya Navendî ya Kurdistanê re bê şandin, lê hikûmeta navendî pêbendê yasa û destûrê nabe.’‘

Wekîlê Wezareta Darayî da zanîn ku Bexda pereyên din ên Kurdistanê jî nade û wiha pêde çû: ‘’Ji sala 2008’ê ve dema butçe kêm bike divê Bexda pereyên pêwist bide lê nedane me. Sala 2012’ê butçeya dema ku pere bikin a İraqê zêdeyî 9 trîlyon dînar bû, beşa Kurdistanê jî 418 milyar dînar hatibû destnîşankirin, lê ew jî nedan me.’‘

Derheqa helwêsta Amerîkayê de li ser vê meselê jî Reşîd Tahîr got: ‘’Amerîka dixwaze pirsgirêkên navbera herdu aliyan bên çareserkirin, berpirsê karûbarê aborî yê konsolxaneya Amerîkayê jî evna ji me re got û ligel wê yekê ne ku gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bin.’‘

Bu haber toplam 595 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.