1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Beyana Wezîr Suleyman Soylu derbarê lewheyên bi Kurdî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Beyana Wezîr Suleyman Soylu derbarê lewheyên bi Kurdî

A+A-

 

Hikumetê, piştî îlankirina ”rewşa awarte”, fermanek nû bi riya ”biryarnameyên di şûna qanûnan” de, da. Biryarê, wezîfeya 28 şaredaran ku gelek ji wan ên bajarên Kurda bûn, bi dawî anî.

Fermanê, li hundir û derveyî welêt, ji hêla hiqûqî, însanî û polîtîk ve rê niqaşên cewaz û carna jî hişk vekir. Partiyên muxalîf, biryara hikumetê li dijî yaseya bingehîn dibînin. Bê niqaş û bê biryara meclîsa Turkiyê, îlankirina fermanek wiha xelet e, dibêjin. Hêzên muxalîf, ji bo hilweşandin û rawestandina biryarê qala serlêdanên hiqûqî dikin. Wiha xuyanî dike ku dê pirsê bibin ber destê dozgeriya têkildar li Turkiyê, riyên hiqûqî û dîplomasiyê biceribînin.

Di eslê xwe de, qenc an xirap, bi kêmasî û xurtiya xwe li Turkiyê yaseyek bingehîn heye. AKP di meclîsê de bi hêz e. Dema kêmasî û qelsiya yaseyê hebe, dikarin pirsê bi partiyên din re niqaş bikin û pêwîstiya guherînê bihênin rojeva parlementoyê, komîsyonên hiqûqê li ser pêşniyazan bixebitin û qanûnan, bi erêkirina meclîsê bidin guhertin. Fermanên bilez û bê niqaş tên îlankirin, nikarin mîna qanûnên ji meclîsê, piştî niqaşên piralî û biryara giştî tên pejirandin, bi sihet bin.

Ji hêla din ve, pir giring e ku mafê Kurda di yaseya bingehîn de garantî bibe. Kurd di çarçoveya hiqûqê de kar û xebatê bikin. Çalakiyên wan legal bibin. Loma hebûna HDP û hêzên Kurda ên legal şensek mezin dihêne pê ku, Kurd karîbin dîtinên xwe eşkere bihênin zimên, bi riyên hiqûqî û siyasî mafên xwe bixwazin û rewşa xwe baştir bikin.

HDP hêzek legal e, di çarçova hiquqî de ava bûye. Nûnerên wan, bi dengê xelkê hatine hilbijartin. Wek kesekî bi mafê mirovan mijûl im, li dijî şîdetê me. Piştgiriya xebata legal û pêşketina demokrasiyê dikim. Hilbijartina azad û nûneran, ji bo pêşketinê giring dibînim. Loma ne rast e ku hikumet nûnerên HDP yî, paralementer an şaredaran ji wezîfeya wan dûr bixîne. Hişkî û şîdet li dijî wan bête karanîn.

Heman tişt ji bo AKP û CHP ê jî derbas dibe. Li welêt, mîna HDP, CHP û AKP, du partiyên legal in. Nûnerên wan bi dengên xelkê hatine hilbijartin. Mafê muxalafetê û rexnekirina siyaseta AKP û CHP ê heye. Lê qet rast nabînim ku Kurd, li dijî Kurdên AKP an CHP yî şîdet û siyaseta hişk bikar bihênin.

Divê em nirxên demokrasiyê, pîrozbûna hilbijartina azad û nûnerên xelkê jibîr nekin. Pirsgirên bingehîn, weke ”pirsgirêka Kurd” ne bi qanûnên bilez û şîdeta du alî, lê bi pîvanên demokrasiyê, bi guhertin û xurtkirina yaseya bingehîn û diyalogê çareser bibe.

Armanc û daxwaziyên hêzên Kurda, hewcedariya bikaranîna şîdetê ji holê rakiriye. Şîdet û hişkiya Kurdên siyasî ên HDP, CHP an AKP yî, li dijî êkûdû, riya êşê û birakûjiyê vedike û tu sûda wê ji çi aliyan re tune ye. Çareserî guftûgo ye, zêdekirina têkiliyan e, diyalog e, hevfêmkirin e û demokrasî ye.

Destkişandina şaredaran ji wezîfeya wan, pirsek siyasî û hiqûqî ye. Bi baweriya min, pêwîstî ne bi wekaleta walî ne jî kaymakaman hebû. Ji ber ku meclîsên belediya hebûn û wan dikarîbûn wekaletê bikin. Wekaleta walî û kaymakaman herdem pirsgirêk anîne holê, şaşîtî bûne.

Yek ji xeletiya herî mezin, dijîtiya walî û kaymakamên wekîl li dijî zimanê Kurdî ye. Mîsala herî mezin, daxistina lewheyên bi kurdî ên şaredaran e. Bi rastî, mirov nikare wan fêm bike.

Çend sal in qedexeya ser zimanê Kurdî siviktir bûye. Kanala fermî TRT, bi Kurdî weşanê dike. Pirtûk û kovar derdikevin, radyo û kanalên TV ên taybetî weşanê dikin. Serokomar û wezîrên dewletê bi erênî nêzî azadiya ziman û perwerdê dibin. Lê kaymakam û waliyên dewletê vê guherînê nabînin. Çi

guhertin di ruhê wan de nebûye. Helwêsta wan mîna salên berê ye. Piştî dibin wekîlê şaredaran, li dijî zimanê Kurdî tevdigerin. Ev kêmasiyek mezin e, skandal e.

Weke mîsal, Mekan Çeviren ku kaymakamê Giyadînê ye, bi îlankirina wekaletê û kêlika ser kursî rûnişt, lewha şaredariyê a bi Kurdî daxist. Li çend deverên din jî wiha. Ev yek nikare bête pejirandin, eybek mezin e.

Belê, mîna partiyên din, dikare beşek ji kar û xebatên AKP ê jî ne bi dilê me be. Gazinên me ji biryarên hikumetê zêde bibin. Rexnekirina xeletiyan giring e. Lê aliyê wan ên erênî jî bê qalkirin, dinya xirap nabe!

Wezîrê Karê hundir Suleyman Soylu li dijî helwêsta kaymakamê Giyadînê dengê xwe bilind kir. Wezîr Soylu beyanek belav kir û wiha nivîsî: ”Kurdî jî zimanê me ye û lewheya şaredariya Giyadinê divê paş de bê danîn.”

Piştî beyanê, tabela şaraderiyê bi cîh kirin. Walî û kaymakamên wekîl, ji bo nêzîkbûna li zimanê zimanê Kurdî îkazek û mesajek cidî girtin. Hewcedarî pê hebû û wezîrê karê hundir di dema pêwîst de mudaxele kir.

Helwêsta wezîr Soylu erênî ye. Çi partî dibe bila bibe, kar, xebat, biryar û helwêsta erênî, divê weke xwe bêne nirxandin û teqdîrkirin. Qencî û xirabî têkilav nebe. Ez biryara wî pîroz dikim.

Kêmasî û helwêstên kaymakam û waliyên wekîl, divê ji hêla hikumetê ve cidî bê nirxandin. Rê li ber karên bê hiqûqî, bigrin. Perwerdeya walî û kaymakaman bihênin rojevê. Dema li şaşiyên xwe û neyartiya zimanê Kurdî bidomînin, destê wan ji kar bê kişandin.

Bu yazı toplam 7470 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.