1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bi 38 milyar dolar veberhênan li Kurdistanê hatiye kirin
Bi 38 milyar dolar veberhênan li Kurdistanê hatiye kirin

Bi 38 milyar dolar veberhênan li Kurdistanê hatiye kirin

Li gor raporta Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, ji sala 2006 heta sala 2013’ê 644 projeyên veberhênanê mohlet wergirtine ku behayê wan dike 37 milyar û 29 milyon dolarên Amerîkî.

A+A-

Rûberê projeyan jî li her sê parêzgehên Kurdistanê 48 hezar û 712 donim zevî bûye.

HEWLÊR - Li gor raporta Desteya Veberhênanê ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hêrî zêde li Hewlêrê projeyên veberhênanê hatine cîbicîh kirin ku ji sedî 52’yê hemû projeyan e, Silêmanî bi rêjeya ji sedî 31 duyem û Duhok jî ji sedî 12’ê projeyan sêyem e. Di raportê de tê gotin ku sermayeya veberhênana biyanî di 46 projeyên veberhênanê de 5 milyar û 540 milyon dolar bûye.

Veberhênana navxwe jî 27 milyar û 693 milyar dolar e, projeyên veberhênana hevbeş jî 3 milyar û 796 milyon dolar e di 27 projeyan de. Li gor heman raportê, ji 644 projeyan ku mohlet wergirtine 158 proje qediyane ku sermaya wan dike 3 milyar û 883 milyon dolar.

 

Bu haber toplam 635 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.