• Diyarbakır25 °C
  • Batman25 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl19 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ23 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa25 °C
  • Erzurum15 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari15 °C
  • Muş16 °C
  • Siirt23 °C
  • Van19 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi hev re têkoşiyan û bi hev re hatin qetil kirin
13 Aralık 2013 Cuma 10:51

Bi hev re têkoşiyan û bi hev re hatin qetil kirin

Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6'ê kanûnê de Ap û Birazê Mehmet Reşît İşbîlîr û Veysel Îşbîlîr têkoşînek 'Hevalti" meşandin û di têkoşînê bi hev re herî dawî bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dan.

COLEMÊRG - Di çîroka her kurdekî ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest didin, îsyanek û berxwedanek derdikeve. Di kuştina her ciwanekî kurd ên ên di operasyon, çalakî û serhildanan de bi guleya leşker, cerdevan û polîsan tên qetilkirin de li dijî zilmê, li dijî înkar û îmhayê berxwedanek derikeve. Heta niha bi hezaran ciwanên kurd hatin kuştin. Her yek ji bo armancekê û dozekê têkoşîyan. Di tekoşina ji bo armanca xwe de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 6'ê Kanûna 2013'an de li Navçeya Geverê ya Colemêrgê girseya ku dema êrîşa li dijî gorên endamên PKK'ê şermezar dikirin rastî gulebarana polîsan hatin. Polîsan bi panzêrê li ser girsê gule reşand. Di gulebaran polîsan de Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dan. 

Ap û birazê ji aliyê her kesî ve dihat nasîn û heskirin
 

Ap û Birazê Mehmet Reşît Îşbilîr ê 34 salî û biraziyê wî Veysel Îşbilîr ê 35 salî esnafên hesinkar bûn û ji aliyê hemû welatiyên navçeyê ve dihatin naskirin û heskirin. Li taxa Ormanê tev li çalakiya êrişa li dijî gorên PKK’ê bûbûn. Di mudaxaleya polîsan de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dan. Ap û birazê Mehmet Reşît û Veysel di sala 1978'an de di navbera 6 mehan de li gundê Şumunisê yê Geverê ji dayik bûbun. Ap û birazê Reşit û Veysel, bi hevre dibistana seretayî û dibistana navîn bi hevre xwendin. Zarokantiya wan û ciwantiya wan bi hevre li heman taxê derbas bû. Ap û birazê ji ber ku li dijî pergala perwerdehiyê derketin û ev perwerdehî qebûl nekirin, dest ji dibistanê berdan. Piştî dest ji dibistanê berdan bi hevre li sanayiyê dest bi kar kirin. 

Veysel Îşbîlîr, di 23'ê Nîsana 2009’an de dema li Colemêrgê lêdana polîsan a Seyfî Turan şermezar kir hat binçavkirin û hat girtin. Piştî demekê girtî ma tahliye bû. Reşit Îşbîlîr piştî demekê li Îzmirê xebitî çû di atolyeya birayê xwe yê hat girtin de xebitî. Kesên ew nas kirin ji ber têkiliyê wî û apê wî Mehmet Reşît Îşbilir wekî ku hevalên hev bûn nas kirin. Li gel zewicibûn jî gelek caran li malên hev diman. Reşît û Veysel, her dem her dem li dijî zilmê derketin û di nava gel de zilm û zora li ser gelê kurd hatin meşandin niqaş kirin û parve kirin. Reşît û Veysel her dem di nava çalakiyên demokratîk û sivîl de cih girtin û li dijî zilmê cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Ji ji ber ku her dem di nava çalakiyan û gel de bû ji aliyê her kesî ve hatin naskirin û hatin hezkirin. 

'Em nebûn layiqê şehîdên xwe'

Reşît Îşbilir di merasima her cenazeyên endamên PKK'ê de cihên xwe girtin û hêrsa xwe ya li dijî kuştin û zilme anî ziman. Bi rojan ji ber xemgînî û hêrsa xwe nedikeniyan. Reşît Îşbilir û biraziyê wî Veysel Îşbilîr her dem di pêşiya çalakiyan de cih girtin. Digotin "Wan ji bo me canê xwe veda kir. Çima em neçin wan bi 5-10 hezar kesan pêşwazî nekin û li wan xwedî dernekevin." Digotin çima "Em çima hezar in û çima em ne 100 hezar in? Reşît Îşbîlîr ji ber gora endamên HPG'ê hat şikandin pir hêrs bûn û bertekên xwe anîn ziman. Birayê Reşît Bîlîcî Îhsan Îşbîlîr anî ziman ku Reşît aciziya xwe bi gotina “Em çima bêdegn dimînin? Çima tev li gorên me û şehîdên me dibin. Em hêj li benda çine?" û bertekên xwe dianîn ziman. Îşsan Îşbilir wiha axivî: "Ji bo êrîşa li dijî goran şermezar bikin piştî nîvro dikanên xwe girtin û tev li kolê bûn." Reşit û Veysel, di navbera 200 metreyan de li 2 kolanên cuda bi guleyên polîsan hatin kuştin. Di rapora otopsiyê de Reşit Îşbîlîr bi 6 û Veysel Îşbilir ji bi 2 guleyan hat kuştin. 


Îhsan Îşbîlîr, anî ziman ku biraziyê wî û birayê wî 15 salan çalak di nava tekoşîna gelê kurd de cih girtin û di nava çalakiyan de gelek bombeyên gazê xwarin. Îşbilir, da zanîn ku wan gelek çalakî, berxwedan û mudaxaleyên polîsan ditin. Îşbilir, da zanîn ku tu carî bi qasî vê bûyerê pansêr û polîs kom nebûbûn û bi awayekî awarte bombeyên gazê bikar anîn û mudaxaleyek hişk kirin. Îşbilir, da zanîn ku berê di her çalakiyê de 3-5 maşîneyên zirxî ve kom dûbûn, lê vê carê 30 maşîneyên zirxî kom bûn. 

Îşbilir, anî ziman ku 50 metre nêzî malê dengê guleyan hat. Îşbîlîr, anî ziman ku dengê gulebarînê hat û di encama gulebarînê de dengê 6-7 guleyan hat. Îşbilir, destnişan kir ku ewil çûn malê û piştî 5 deqîqeyan ji ser hişê xwe çû û pişter hevalên wi hatin agahî dan û gotin 2 kes birîndar bûne û wiha got: "Ewil negotin kî birîndar bûne. Lê min hîs kiribû. Ew niha aram in û gihiştin armanca xwe. 

FERHAT ÇELİK
(DîHA) 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim