1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bi hezaran kes koçî Efrînê dike
Bi hezaran kes koçî Efrînê dike

Bi hezaran kes koçî Efrînê dike

Ji ber şer, pevçûn û bombebarana hêzên rêjîmê li dijî Helebê bi sedan kes koçberî Efrînê bûne. Hêzên Asayîşê jî alîkariya koçberan dikin û hewl didin navê wan qeyd bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan

EFRÎN - Di çend rojên dawî de ji ber şer û pevçûnên li Helebê û bombebarana hêzên rêjîmê li dijî navçeyê bi sedan koçberên ji taxên Salihîn, Sukerî, Seken Henano û bajarokê Yermûk ê Helebê ber bi navçeya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê koçber bûne. 

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê, koçberên Helebê di otomobîlên xwe de bi rêz li pey hev serî li bendên kontrolê yên Asayîşê didin. Hêzên Asayîşê piştî ku koçberan kontrol dikin wan dighînin malên xizm û dostên wan ên li navçeya Efrînê.

Hêzên Asayîşê koçberên ku hatine navçeyê qeyd kikin. Di nav koçberan de gelek kes ên ku dixwazin di ser Efrînê re derbasî herêmên din jî bibin hene. Hat ragehandin ku di hundirê 5 rojên dawî de hejmara koçberên ku nû hatine Efrînê hezar kes derbas kiriye. Rayedarên Asayîşê jî dibêjin wan navê 200 koçberan li gel xwe qeyd kirine.

 

Bu haber toplam 679 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.