1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bi hezaran Kobaniyan îlankirina rêveberiyê pîroz kir
Bi hezaran Kobaniyan îlankirina rêveberiyê pîroz kir

Bi hezaran Kobaniyan îlankirina rêveberiyê pîroz kir

Piştî îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Kobanê, bi beşdariyan hezaran kesan şahiya pîrozbahiyê hate lidarxistin.

A+A-

 

KOBANÊ – Li bajarê Kobanê piştî îlankirina rêveberiya xweser, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, cîgirên wî û 22 wezîr ji bo ku tevlî şahiya pîrozbahiyê bibin çûn Salona Rodîn a bajar. Şahiya ku hezaran kes beşdar bûn saet di 13.30’an de destpê kir.

Di şahiyê de Serokwezîr Mislim û 22 wezîr derketin ser dikê gel silav kirin.

Piştre Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ku li derveyî welat e, bi riya skype tevlî şahiyê bû û rêveberiya nû pîroz kir. Mislim wiha got; “Ev ji bo hemû pêkhateyên Kobanê rojeke dîrokî ye. Min hêvî dikir ku di nava we de bim û li gel we şa bibim. Ev destkeftî bi saya têkoşîn û berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê ye. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser riya wan têbikoşin.”

Piştre Serokê Desteya Perwerdeyê ya Rêvebera Kantona Kobanê Hisên Mehemed Elî axivî û rêveberî li gel pîroz kir. Hisên Elî wiha got: “em ji kesên ku nexwestin îradeya kurd di civîna Cinêv de amade be û hîn aliyên kurd ku dijminahiya rêveberiyê dikin re dibêjin ku em beriya wan gihîştine asta herî bilind di demokrasiyê de. Lê em wekî we kursiyan naxwazin. Ji ber vê yekê em ê li bendê bin ku hun vegerin ser hişê xwe û tevlî vê rêveberiyê bibin.”

Serokê Karûbarên Civakî Mehmud Beşrî Beşar, Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî jî axivîn û rêveberî pîroz kir.

Piştî axaftinan komên muzîkê û govendê yên bi navê Botan, Laleş û Folklorê stran û dîlanên xwe pêşkêş kirin. Girseya gel jî li ber stranan govend gêrandin.  Şahî heta saetên dereng dom kir.

(ANHA)

Bu haber toplam 643 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.