• Diyarbakır29 °C
  • Batman27 °C
  • Mardin30 °C
  • Bingöl23 °C
  • Bitlis23 °C
  • Elazığ26 °C
  • Erzincan22 °C
  • Şanlıurfa30 °C
  • Erzurum20 °C
  • Ağrı24 °C
  • Gaziantep27 °C
  • Hakkari25 °C
  • Muş22 °C
  • Siirt27 °C
  • Van20 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Bi kîn, nefret û tolê nêzikî “Rojava” bûn’
14 Aralık 2013 Cumartesi 11:33

‘Bi kîn, nefret û tolê nêzikî “Rojava” bûn’

Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Seydî Firat, diyar kir stratejiya hêzên derve li ser esasê ku gelê “Rojava” neçarî nan bikin hatiye avakirin.

AMED - Dengvedana şoreşa Rojava ya bi destdayîna ser rêveberiya 6 bajaran ku didome, ambargoya siyasî û aborî ya Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ku berdewam e, alîkariyên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê berdewam e. Têkildarî ambargoya siyasî û aborî endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê Seydî Firat û Alîkarê Serokê Odeya Tîcaret û Sanayî ya Amedê (DTSO) Metîn Aslan ji DÎHA re nirxandin kirin. 

'Dixwazin Rojava neçarî nan bikin'

Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Seydî Firat, diyar kir stratejiya hêzên derve li ser esasê, gelê Rojava neçarî nan bikin hatiye avakirin, ambargoya PDK'ê û dewleta Tirkiyeyê jî li ser vî esasî ye. Firat got, "Bi kîn, nefret û tolê nêzîk bûn. Ev hewldaneke hovane ye ku bi dorpêçkirina Rojava re hewl didin gel bi birçîbûnê bifetisînin. Li tu deverê cîhanê destwerdaneke wisa ya aborî li hember tu gelan pêk nehatiye. Tirkiyeya ji her cihê Sûriyeyê re çek, zad û dermanan dişîne dema mijar dibe Rojava rewş tê guhertin." 

 

'Rojava mûcîzeyeke' 

Firat da zanîn ku gelê Rojava bi jin, zarok, ciwan û extiyarên xwe ve mûcîzeyek ava kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çîmentoya esasî ya vê berxwedanê piştevaniya civakî ye. Gelê Rojava li mîras, paradîgma û hezkirina Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan xwedî derket, bi hêza xwe ya cewherî bêyî xwe bispêre derve hilberîna xwe pêk anî." 

'Naxwazin kurdan li Cenevre bibînin' 

Firat di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku hin hêz naxwazin kurdan di 2'yemîn Konferansa Cenevre de bibînin û di vê mijarê de jî wiha axivî: "Naxwazin Rojava di Cenevre de cih bigire. Sekna dewletên Rojavayî û Tirkiyeyê ji vê ne dûr e. Polîtîka û sekna Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û çeteyan a li hember Rojava yek e." 

'Divê di navbera Rojava û Kurdistanê de pir çêbibe'

 

Alîkarê Serokê Odeya Tîcaret û Sanayî ya Amedê (DTSO) Metîn Aslan da zanîn ku bi nûnerên 27 odeyan re hatin gel hevdu, aboriya herêmê girtine dest û ji bo pêşxistina wê nirxandin kirine. Aslan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo di navbera herêm û Rojava de pirek çêbibe divê deriyên sînor bên vekirin. Li herêma Efrînê gelek darên zeytûnan hene û ev zeytûn ji bo aboriya Rojava pir girîng in." 
 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim