1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bi nivîskar Medenî Ferho re sohbeta heftê: Romana ”Berxwedan Jiyan e” û
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bi nivîskar Medenî Ferho re sohbeta heftê: Romana ”Berxwedan Jiyan e” û

A+A-

 

Beşek ji edebiyata devkî, serpêhatiyên olî hemêz dike. Têra xwe kevn in. Lehengê serpêhatiyan, pêxember, damêzrêner, îdeolog û şervanên baweriyan in. Ew, bi jiyan, xebat û hevalbendên xwe, kitêb û ayetên pîroz, dibin beşên esasî, ji bo efsaneyên bi vî rengî.

Bê guman, hinek ji wan lehengan, mîna Selahadînê Eyûbî, kurd in. Beşek jî li Kurdistanê hatine cîhanê. An demek ji jiyana xwe, mîna Hz. Berhîm, li welatê kurda derbas kiri ne. Hejmarek jî, gelek caran, ji bilî bawerî û spekulasyonan, ji hêla cografya û nijadê ve, girêdana wan bi kurd û welatê me re, zêde ne xurt e (weke mîsal, Îmamê Elî).

Efsaneyên wiha, bi kurdiyek pir xurt hatine avakirin. Ji qonaxên cewaz ve derbas bûne, bi bandora pirçandî, pirzimanî û pirbaweriya li Kurdistanê xurtir bûne. Çand, tore û xweza Kurdistanê reng daye wan û hatine heta roja me. Li herêmên jiya ne, hejmarek ji serpêhatiyên wan, di kitêbên pîroz de peyde nabin, tenê li nav kurda têne gotin. 

Dengbêj û çîrokbêjan, formule û rengên cewaz dane serpêhatiyan. Bi riya wan, armancên xwe anîne pê. Lehengên wan, ji xwe re kirine navgîn û bi riya wan peyamên giring guhestine. Mesaj, di dem û dewranan re derbas bûne, li moxil û bêjingan ketine, bi tevayê xweşî, şopên rengîn û bilindbûna zimên, di nav xelkê de belav bûne, xwe gihinadine îro.

Li welatê me, efsaneyên bi vî rengî pir in; şerê nav Hz. Berhîm û Nemrûd, Hz. Eyûbê kûrmexwarî û sebr û tehemûla wî li hember nexweşiyan û hwd. Bê guman, efsaneya, xanima Hz. Silêman, Belkis Xanimê û şerê çûkê Beytik li hemberî wê, jî têra xwe balkêş e. Bi taybetî li hêla Tora Evdînê, çend versiyonên guhertî hebin jî, çîrok bi giştî, berxwedana çûka, bi taybetî lehengiya çûkê Beytik, derdixîne pêş.

Romana nivîskar Medenî Ferho, ”Berxwedan Jiyan e”, efsaneya Çûkê Beytik li dijî fermana Hz. Silêman, hemêz dike. Çûkek biçûk, bi hêza sînorkirî, çawa tevayên çûk û teyrikan organîze dike, hêz û berxwedanek mezin li dijî pêxemberê Xweda, sûltanê, ajel, însan û cinan, Hz. Silêman dihêne pê, dike mijar. Di çîrokê de, çûkê Beytik, serê xwe dixe belê, canê wî dikeve ber xetera îşkence û kûştinê, lê nirxê azadiyê, di ser mirinê re digre. Gelek tiştan feda bike jî, bi berxwedana xwe, neheqiya fermana Hz. Silêman eşkere dike û serkevtinê bidest dixîne.  

Xweda, mecal û ferece, bi wê re, hakimtiya Cîhanê, erd û avê, mirov û cinan, teyrik û tûrikan dabû Hz. Silêman. Gotina wî destûr, galgalên wî ferman bû. Jina wî Belkis xatûn, keça mîrê cina bû. Hikim li ser hefrîtan dikir. Rojekê, Key Belkis, ji Hz. Silêman, bi heceta ketina ser pêpelûka malê, bi ser tihêla xwe û şikestina du-sê parsuwan, daxwaziyekê dike. Doşekek rehet û qalin, mezin, nerm û ji pirtikê çûkan be ku karîbe rihet bike, nehêşe û bibe derman ji bo siheta wê. Piştî îknakirinê, Siltan Silêman, fermanekê dide û li gorî wê, divê tevayê çûkan bên, xwe basko bikin û pirtikên xwe bidin da ku doşeka Key Belkisê bi dilê wê be.

Azadiya çûkan fir e. Bê bask û pirtik, ji çûkanî derdikevin. Serma û seqem, tîrêjên rojê wê wan bişewitîne. Nema karîbin bifirin û deynin ser daran. Bilbil wê nikaribe mîna berê gulê re bixwîne. Xweza bê tam bibe.

Çûk û teyrik tev vê rastiyê ji hev re dibêjin. Lê dijderketina fermana Hz. Silêman, pêxemberê Xweda û keça mîrê cinan Key Belkisê ku bi efrîtên xwe hemû şêweyê şîdetê dikare bike, ne hêsan e. Lê Çûkê Beytik biryara berxwedanê daye. Organîzekirina qewmê xwe, paşê tevayê çûkan şiyar dike û girtina piştgiriyê ji Şaha duwem, sultana bê tac, lê bi qasî Silêman û Belkisê xwedî gotin û hêz, Şahmaranê û aqilmendê teyrikan Kund, giring dibîne.

Di bin tehdît û taqîbata efrîtan de, berê xwe dide Tora Evdînê. Çiyayê pîroz. Şahmaranê dibîne, bi kund re diaxife. Kund, nêzî Silêman e. Aqilmendê wî tê hesêp. Çûkê Beytik, qet bi nexweşiya Belkisê ne bawer e. Doktor hene, pirtikandina çûkan, neyartiya wan e. Bê wate ye. Divê kund, silavên Şahmaranê ji Silêman re bibe û rastiyê eşkere bihêne zimên.

Çûkê Beytik, yekîtiya çûk û teyrikan xurt dike. Biryara berxwedanê tê dayîn. Şerek mezin di nav efrît û teyrikan de dest pê dike. Çûkê Beytik, tê girtin, îşkence kirin û davêjin zîndanê. Ji wir, bi nigên girêdayî direve. Kund ji Silêman re rastiyê dihêne zimên. Çil, ji pirtikên xwe dibe. Lê çûkên din tev, rizgar dibin û daxwaziya Belkisê bi cîh nayê. Çûkê Beytik, weke suc û gunehê serhildanê, heta li dinyê bijî dide. Nigên wan girêdayî dimîne, herdu nigên xwe bi cot davêje ji bo bi rê ve here.

Efsane, li herêma Torê nasdar e. Dema mirov dixwîne, ji cîh û devera Silêman jiya ye, bêhtir, herêma Torê, xweza, devok û versiyona wê deverê derdikeve pêş. Bandora herêmên cînar nêzî Torê û bi giştî Kurdistanê li efsanê, xuyanî dike.

Nivîskar, bi vê romanê, ferhengekê ji navê çûk û teyrikan pêşkêşî xwendevanan dike: Kevok, qiloqişk, botbotk, qijik, qitik, çil, başoke, legleg, quling, hecîreşk, tilurî, baraşe, tivîlk, pepuk, kew. Her wiha hejmarek peyvên li ber jibîrbûnê lê bi nirx dihêne bîra mirov: Delêlî, xûrûxalî, hêrivtî, xerbende, hefrît, hingişk, derbehişk, elemoyî. Beşek ji peyvên qalib û pirwate ji herêma Torê pêşkeş dike: Hinavê wî tişe xwîn kirin, jiyana bêxîret ne jiyan e, korîma wan kirî, çavên miç û bel…

Roman ji hêla ziman, giradana beşan bi hev û kêşara xwe ve, lê hêja ye û divê bê xwendin. Afirandina efsaneya klasîk, bi zimanek bilind û kêşer, nirxê romanê zêdetir dike. Romana Berxwedan Jiyan e, di 1994 an di nav weşanên Abece, li Belçîkayê derketibû. Me bi nivîskar Medenî Ferho re li ser romana wî û edebiyatê sohbetek xweş kir.

Ji kerema xwe re dîtina xwe li ser efsaneyan, nivîsîna wan û berhemên xwe, taybetî „Berxwedan Jiyan e“ ku derbarê Hz. Silêman de ye, bihêne zimên…
Medenî Ferho:
Kevir her dem sar e, lê gotin germ e. Efsane jî hunandina wê germahiyê ne. Her pirtûk dîrokek e, ez jî ha ha dergehên dîrokê vedikim, bi gotinan jî, kevirên sar disincirînim.

Efsane, berhemên bi sedan sal û dehan nifşan in. Di demjiyana milenyum û teknolojiya pêşketî de, zor e ku efsane xwe li ser lingan bigirin. Nexasim, di demjiyana ku ne tenê balafir bi hewa dikevin û ji erdê dûr dikevin. Mirov jî bi riya teknolojî ji erdê bilind dibin û di nava cîhanek bi amur û alavên teknolojîk hunayî de ji rastiya cîhanê dûr dikevin. Belkî hinek kes bêjin, teknolojî jî rastiya vê cîhanê ye. Rast e, lê teknolojiya pêşketî lingê xwe li hewa ne û desturê nade ku mirov têhnika axê, germahiya ezman, hewa ta ba û bagerên xwezahî bêhn bike. Mînak, têkiliya mirovan bi nameyan re nemaye. Name girêdanek gotin, dil û mêjî ye… Hinekî atalet e, dive em bibin Sarter û wek Camus weba dikine nava Kurdan eşkere bikin. Her dagirkerî, her xiyanet webayek cûda ye.  Lê “kevir her dem sar e, lê gotin her dem germ e”, efsane jî bi hunandina wê germiyê têne afirandin.  Name jî berhemê gotinên kultura maddî û manewî ligel hev diragirtin. Aliyek neynika hasten mirov e, aliyek nexçeya atlasê mêjiyê mirov e û keda mirovan di qaxez û boyaxê de, di pênûsê de dihune… Eger lehengên romanê, pirranî ji têkiliya nivîskar û mirovan, ji têkiliya nivîskar û dora wî, bi tecrubeyek bijarte û li gorî têgihiştin û nêrîna li jiyanê, li gorî “halet-î ruhiye” derbikevin holê, hingî protîpên bijarte wê derbikevin. Lehengên Berxwedan Jiyan e, hêvî û xeyalên gelê Kurd in. Di cîhanek dîlgirtî de, di civakek guvaştî de, ku tenê derfetên mişûr, upanîşad û niyazên xwe di bazbend û himayilan de, di ezber de veşêre, tenê riya vegotinên efsaneyî dimînin. Di navbera atalet-zexelî-tiralî û berxwedanê de parçe bû. Atalet, kujer e. Dimîne hêza germ. Dema dibêjin dîrok roman nivîs e, enerjiya civakî vedibêjin. Efsane berhemên enerjiya civakî ne. Gelê Kurd jî bi efsaneyên xwe ev karê pîroz (enerjiya civakî û dîrok) gihandiye roja me. Her amurên di efsaneyan de, ji bo dîrokê protîpekî romanê ye. Bi vê mebestê gelê Kurd dîrok wek waqanivîs qebûl nekiriye. Di tevahiya sedsalan de bi çavekî bê alî di efsaneyan de huna ye. Wek nivîskarên ku bîranîn û serpêhatiyên xwe nivîsî ne û îddîa kirine ku cîhanşûmûl in, lê tenê xwe nivîsî ne, ev bexilî ye. Dîroka total, gelerî ye, kûmûlatîf e.

Bi vê pêwanê, efsaneya Çûkê Beytik û Siltan Silêman, li hemberî “hêzên garanî” yên dagirker, yan jî li hemberî hêzên dewşirme û dagirkeriya wan, ku di exlak û ademiyetê de tixuban nasnakin, daxwaz û hêviya yekîtiyê kirine. Li hemberî bahoz û rageşiyên siyasî, hewildana gihiştina enerjiya civakî û têkoşîna giştî ye.

Van hêviyan jî, bi riya efsaneyên tejî mînak û ders, bandor li Ehmedê Xanî kiriye ku di helbesta xwe de dibêje, “me hebûya” –yekîtiyek- tirk, ecem  û ereb wî xulamtiya me bikin.

Hewngîrî, yekê vedişêre, ya din berdide. Lewra di navbera zarokatî û ciwantiya me de, tablo û nexşeyên ku em qet jibîr nakin hene. Dem deman di tablo û nexşeya mêjiyê me de valahî çêdibin, lê ew ronahiya ku wek şirildaqa bûyeran, li hewngîriya me dide, cihana jibîrkirî tine ber çavên mirov. Ev teva bi mijulahiyek kûr ya mêjî ve girêdayî ye.

Pênc tiştan bandorek gelekî mezin li min kirine: Di van pênc tiştan de dîroka veşartî û ya nû heye. Heta weke îro jî tablo û nexşeya hewn û hişê min bi wan dagirtî ye. Ez çi bixwînim, çi notan bigirim, di lêgerîn, tevger û hunandina romanê de, teqeze ew pênc tişt derdikevine pêşberî min. Ji ber ku ew pênc tişt, dîroka total ya herêma Torê û hunandina civaka Kurd vedibêjin. Movik bi movik, parsu bi parsu, qulpik bi qulpik ji hev vedike û rengên cûda de, bi demjiyanên kur û dûr ve girêdide, datîne ber min:

Yek: Şahnameya ku di mehên Remezanê de, li civatê dihate xwendin bû.
Du: Di sala 1923-26an de topên ku avaniyên Qesrê, yên malbatê xerab kirin û piştî salên 45-50 î car din, beşek ji malbatê ji Binxetê vegeriyan. Kavilên Qesrê, bi dîroka nû û kevin bi çîrok û serpêhatiyan, bi efsaneyan dagirtî bû. Hem hêvî bû em êşa trajîk bû.  Wek nasnameyek ku dijmin çi bike nikarê binyatê, ra û qoratên wê tune bike. Geyayê serteşîk û firîzê ye, her û her dipişkive.
Sê: Mambêjê wek çîrokbêj dihate naskirin, Ezîzê Xirbihî…
Çar: Sofîkê Kewa, ku stranên hezar şev û rojekê, yan jî hezar stran û carekê digotin.
Pênc: Neqşên di bedena qumaşê hevrîşmî û hîzar de dihatin hunandin, tevnên hevrîşîm û hunandina kargehên herêmê, qafurên ji gûrîzê dihatin çêkirin, eyarên di ceftê de dihatin pûyîn û cûmika jina Suryanî Şûşê.

Vêce, ji cumikê bigirin heta bi libûdî, zazîk û fayans û hesinkeriya ji Kawa digiha dema me. Bêguman di neqşên hevrîşmî de, ne tenê ta û derzî, ne tenê ronahiya çavên keç û jinan, lorandin û vegotina civakî ya gotinên germ û enerjiyek total jî hebû.

Ji ber ku ev gotinên germ dirêjî kultura destar, yanî destpêka şaristaniya li Mezopotamya, Zagrosê û heta bi Erdîşêrî Destdirêj ku, Cihu ji koletiya Nebûqednadsar rizgar kirin, car din, Quts ava kir dirêj dibin. Gelek caran, ji 12 ciwaniyên ku Kurdan xelat ji Siltan Silêman re şandine û di Newroznameyên kevin de hatine nivîsandin. Yan jî digiha Begê Beglayê û hespê wî Kerkidan. Dema ciwanî digihine ber destê Siltan Silêman, dibêje, „êdî em dikarin bifirin û ti kes nikare xwe li ber himbêza me bigire.“

Ev, vegotina pêşerojan bû û “mihraq-î erd” bû û divê di îro de bê gotin, ji bo sibe werê vegotin.

Vêce efsaneya Siltan Silêman û jina wî Belkîs, di gelek çîrok û efsaneyên din de jî tê vegotin. Kurdan, pirranî mambêjan, dîroka herêmê di efsane, çîrok û efsaneyan de paşerojên azad û bextewar girtine destên xwe.

-Li herêma Tora Evdînê, bi taybetî efsaneya Hz. Silêman, xanima wî Belkîs û çûkê Beytik, her wiha efsaneya Şahmaranê pir tê nasîn. Di romana te "Berxwedan Jiyane" de, her çiqasî lehengên çîrokê Hz. Silêman û Çûkê Beytik be jî, te cîh daye herdu efsaneyan. Çima du efsane di heman romanê de cîh girtî ye? Niyeta te û nivîsîna Şahmaranê jî heye?
Medenî Ferho:
Berî ku dest bi bersiva xwe û efsaneya Şahmaran, Siltan Silêman û Belkîs bikim dixwazim çend gotinan li ser efsaneyan bêjim. Ji ber ku efsane di hişmendî û perwerdeya civaka Kurd de xwedî giraniyek mezin in.

Destpêka dîroka efsaneyan nayê zanîn, tenê demjiyana destanan heye û ev jî demeke dirêj e. Ya giring, kengî bi nivîskî hatine komkirin û belav kirin e. Kurd, weke her tiştî, di vê mijarê de jî dereng mane. Efsane, li hundir, pira navbera nifşan e, li derve, pira navbera gelan in. Pirek diyalogê ye û zanista can-giyan, civak, kultur, ziman û edabiyatê ye. Lewra dibe amurek perwerdeyê. Vegotinên gerdunî ne, û bandore li hemû paşerojan dikin. Ji ber ku di efsaneyan de nirxên ku mirovan bi hezar salan afirandine heye, bi saya wan efsaneyan jî digihine nifşên paşerojan.

Dema Şahmaran ji xort re dibêje: “Mikur mewe, ava Dijle carek din bi xwîn meke”, bale dikişîne xiyanetê, ser qîr û teşqeleyên hezar salan. Vêca: Şahmaran, di temtêla nîv mirov, niv lawir, bi xemlenigariya xweza û ronahiyek qozmîk de, hinekî Xweda ye. Bi gotina “ez, ji dema cîhan hatiye afirandin de heme. (…) ez dîroka mirovaniyê tevî dizanim” li vê rastiyê mikur tê.

Siltan Silêman jî, yek kesê ku bi zimanê çûk û cina dizanê ye. Bijartî ye!..

Di kesayeta Şahmaran de, jin û mêr heye. Mêr û jin di destpêkê de yek kesayet in. Di neqşên keçên Kurd de, tenê sere Şahmaran keç e, di efsaneyên gelên cîranên Kurdan de, yan jî li hinek herêmên Kurdistanê, Şahmaran ji newqê û bi jor de jin e. Her çi dibe: Di beden û rûdêna Şahmaran de, bêyî biguhere estetîkek xwezayî û normên qozmîk û metafizîk hene. Ev efsane tenê li cem Kurdan heye, lê di nava demê de belav bûye.  Efsûnek, sembolîk xuya bike jî,  bi destê keçên Kurd dibe destînî-qeder. Sembolek e, ku bi vegotinên cûda tê gotin û nirxandin e. Hinekî rûdêna parastina jiyanê û berpirsiyariya toratê-tore ye. Torat, qanun e, di zimanê Kurdî de bûye tore. Şahmaran sembola hêza jinê ye, civakî ye, bi efsûn û zanabûna xwe stuna soysolojiya civakê ye. Mamostayê ku her tiştî zanibe û bi fedekarî zanistiyên xwe bidê nifşê pey xwe, DAYIK e. Dayika Ferxan, ne Xatuna Ferxan, Dayika Ferxan mînak e û navdar e!...

Kurd ji aliyê efsaneyan û li hev mehrkirina sembolan navdar e. Mirov dikare mînaka Keybanûya Plamyra Zanoba jî bide. Ne ku di kesayeta Zanoba de Şahmaran derketiye, na, lê efsaneya keça Mîrê Cina Belkîs û Zanoba Keybanûyên çolîstanê ne û berê Kurdan jî her dem li aliyê çolîstanê ye. Eger em bala xwe bidin efsaneyên weke Memê Alan jî, hespê deryayî, ji welatekî biyanî ve tê. Efsane aliyekî xwe bi kozmoz ve girêdayî ne. Kozmoz, nediyarî ye, dûrî ye, negihiştin û winda ye. Dîse jî zanistiyên civakî teva di nava xwe de diragire.

Ji bilî wê, olên herêmê ji Kurdistanê, ji Îrana kevin derketine; çi Zerdeşt be, çi Manî be, heta bi Roma, heta bi Hindistanê, heta bi çolîstanê, Quts jî di nav de kirine bin bandora xwe. Berhîm bûye bavê olên semawî! Li Kurdistanê di ti deman de baweriyek kor û pûç çênebûye. Efsaneyên ku îro di devê gelê Kurd de têne vegotin jî, çavkaniyên wê baweriya bi hêz in. Her çiqasî Firdewsî efsaneya Mala Zalê nivîsî be jî, mikur hatiye ku Zal û Rustem Kurd in. Ji bilî vegotinên Şahnamê, wersiyonên cûda yên Mala Zalê, di nava gelê Kurd de dihatin gotin, Mambêjên ku efsaneyên Mala Zalê digotin pirr hebûn û wek teatro jî dihate lîstin. Ez bûme şahidê vê ratsiyê…

Ya rastî, Şahmaran, di gelek romanên min de cih digire. Ji ber ku Şahmaran ne tenê çîrokek e. Gelek wersiyonên wê hene. Di hinek wersiyonên Şahmaran de helbest jî hene.  Wek: “Ab neynika min e / Hevalên min kevir, geya û dar in / Qutê min ax û axyan in / Behma min miska bi hewa ye…” Ev elementên ku tevahiya canlidaran bi wan dijîn e. Bi vê vegotina zanistî re, tê gotin ku Şahmaran bûye mamostayê Lokman Hekîm. Ev jî dide xuya kirin ku Şahmaran tenê xortekî li hevhatî ne dîtiye. Kurdan, xiyaneta xort bijartine, di kesayeta xiyaneta li hemberî xwe, wek dersekê vegotine.

Dema ku ez efsaneyên wek Şahmaran digirime dest, bi şêwaza lêkolînerekî, lêgerînan dikim. Pirsan di serê xwe de kom dikim û li bersiva wan digerim. Ji ber ku her vegotina di efsaneyan de, hêjayî nirxandinên dirêj û kûr e. Di nava hunandina romanê de, bi aheng û nexşeya romanê re, di “komploks”iya bûyeran de, dikime kûrê û bûyeran di wir de disemitînim. Piştî ku hesin sor bû, avê lêdikim ku bibê pola. Ev jî destekê dide stewihandina hişmendî û hewngirîya xwendevanan. Dîroka Kurd, rastiya Kurd, baweriya Kurd di niviştokan de, di ezber de hatiye veşartin, divê ji vê ezber û veşartinê werê rizgar kirin û bibê belge. Lewra min di destpêkê de bal kişande ser dîroka destpêka efsaneyan û pêdiviya nivîsandina wan.

(WÊ BIDOME)

Bu yazı toplam 1025 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.