1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bi nivîskar Medenî Ferho re sohbeta heftê: Romana ”Berxwedan Jiyan e” û
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bi nivîskar Medenî Ferho re sohbeta heftê: Romana ”Berxwedan Jiyan e” û

A+A-

 

 

Mînak: Sedema ku, Pîcaso wek Shakespeare, wek Stendhal, wek Tolstoy tê bi navkirin, wêne-resmên wî yên vegotina bi nexşe, temtêl û neqşên civaka Espanya ne. Bi vê mebestê ez romanên xwe bi efsane û gulbijêrkên kultura meddî û manewî ya Kurd di xemilînim. Aliyek xwe ya govenda rengîn heye. Gelo di govenda kîjan gelî de, hêrsa çarpîne, estetîza hurzê, lerza mil û kabokan heye? Di vê xemlê de gotinên ku ji ferhenga Kurdî hatine tert kirin, windakirin û revandin jî hene. Ev jî dibe sedema ku berhemên min aliyekî xwe ferhengî ne. 

Pirsa, ezê romana Şahmaran binivîsim nenivîsim jî, bi gotina Picaso, ez bi hers û kevijandinek mezin kar dikim. Bi gotina Pûşkin, “ez li xeweke germ û şêrîn” bi hasret im. Lê dive em zanibin, barê Şahmaran ne tenê çîrokek e, efsaneyeke ku qet li ser vekolan û lêgerîn çênebûye. Şahmaran di hinek wersiyonan de, xwe yek ji berpirsiyarê dengeya cîhanê dibîne. Eger cûdatiya civakê, ji lawiran, ked û huner be, Şahmaran jî sembola vî tiştî (huner û ked) dike. Mihraq-i ard e û her du nifşan, jin û mêr temsîl dike, ronahî û rengîniya xweza bi lawiran re temsîl  dike. Di wersiyona herî zêde tê zanîn de, aşiqê xortekî dibe, lê di wersiyonên din de tiştên gelekî cûda hene, wek şîret, qewêtî, pîrozî, nirx, tore, vegotin, zanist, tibba xwezayî ya Loqman Hekîm û hwd. hene. Zivistanî li heremekê ye, Biharî li heremekê ye, Havînî li herêmekê ye, Payizî li herêmekê ye. Ev jî pîroziya Kurdistanê û welatê bijarte nîşan dide. Gotinên Cihuwan ku dibêjin, erda pîroz “waadkirî”, bi Berhîm re çûye çolîstanê, bûye stuna sosyolojiya civaka Cihu.

Lewra nivîsandina romana Şahmaran ne hêsa ye, aliyekî xwe bi Dayika Ferxan-Pîra Çil Guhanî ve, aliyekî xwe bi metafizîk û qozmoz ve girêdayî ye. Aliyekî din û herî giring jî, di rengîniya Şahmaran û nêrûmêkiya wê de sosyolojiya rast ya civakî heye. Di çîroka evîna bi xortekî re, tenê beşê xiyanetê tê vegotin, lê hîna xiyaneta di nava Kurdan de, bi dawî ne hatiye. Balkêş e, ev xiyanet jî hîna baş nehatiye nivîsandin.

Mînak; Biqasî bexîliya Belqîs, delaliya cîhanşîmulî, cengaweriya destanî ya Keybanûya Palmyra Zenoba, di efsaneyên Kurd e heye. Lê Kleopatra nine… Ev jî, hêjayî lêkolînekê ye.

Vêce: Siltan Silêman jî xwedî taybetmendiyek cûda ye û ev xisletên cûda bi ti siltan û key’an re nine. Aliyekî wî yê pîroz heye û bi zimanê çûk û cinan dizane. Kozmogonî!.. Lawiethanî!.. Ev jî taybetmendiyekê dide wî. Qencê Xweda ye û helbestên herî baş yê evînê jî nivîsîne. Wek Dembuzê ku evîndarê Înanna ye û di lîteretura zimanê Kurdî de, navê meha Temmuzê lê dikin e. Xwedawendî tiştekî wiha ye û taybet e. Siltan Silêman, ji aliyekî ve bextewariya mirovan di TORAN, tore, QANUNên xwezayî de dibîne, (piştre şeriatê-yanî qanunên xwe amade dike): Wek Şahmaran, ew jî xwe berpirsiyarê cîhanê û mirovaniyê dibîne. Belkî di efsanê de ev nirx hatine dayin. Lê binbarî û berpirsiyariya Siltan Silêman wek ya Şahmaran dengeya cîhanê ye. Hem cîhana gewrik diparêze, hem bextê cîhanê (di mînaka Mem û Zîn, Qeretacdin û Mîr de jî ev heye) diparêze. Hiseynê Ferho digot, “Mîr cîhan e û erk e, Mem delalî ye, Zin jiyan e, Qeretacdîn bextê cîhanê ye…” Lê Beko Ewan jî heye. Di efsaneya Siltan Silêman û Çûkê Beytik de, Ewan Belqîz e. Di Şahmaran de jî, Ewan wezîr e. Hevûdin temam kirinek heye.

Armanca min jî, têkiliya edebiyat û civakê, di her du efsaneyan vebêjim. Hinekî sosyolojiya edebiyatê, hinekî sosyolojiya civakê… Du beskên disiplînekirinê ku di yek paydeyê de hatine komkirin e. Belkî mudaxeleyeke zêde xuya bike, lê dema ku hayê mirov ji edebiyata devkî ya Kurd hebe, guman dikim ku ew guman wê ji holê rabe.

 

Nivîsîna efsaneyên wiha, di edebiyata devkî a kurdî cî girtine û dibin malê edebiyata kurdî a nûjen, wext dixwaze, zaniyariyê dixwaze. Dîtina te li ser pirsê çi ye?
Medenî Ferho: Kurd civakek feylesof e. Hemberî ku piştî medreseyan bê pirtûk, bê nivîs û bê pirtûkxane hate hiştin jî feylesofiya xwe domand. Efsaneyên ku afirandine mînaka vê ne. Di her efsaneya Kurdan de “du alî” hene, ne dualîzma Manî, du bask: Dema mirov ji dayika xwe dibe, du alî tê cîhanê, aliyek normal û xwezayî ye, aliyê din jî dîrok e… Kurd bi dîrokê dest bi jiyanê kirine û hîna jî “mihraq-i erd” in. Di aliyê sosyo-kulturî de bandora xwe didomînin. Yek ji gelên ku herî zêde hatine tertûbelav kirin, êş û azar dîtine Kurd in, dîse jî biqasî êş û azaran hêvî afirandine. Dagirkeran xwestiya ku wan li derî dîrokê bihêlin, lê ji riya Parmethause, ya Nuh, ya Kawayê Hesinker derneketine. Gotin, “em insan in, em erd û gel in û hene” ling li erdê dane. Gotina Kurdên Êzîdî ku dibêjin, pêşî ji 72 miletan re, piştre ji me re, berhemê vê qinyat û baweriyê ye. Gelê Kurd, enerjiya civakî, dîroka gelerî di xwe de veşartiye û her dem kiriye hêza xwe.

Afirgerê efsaneyan jî mirov in. Tecrûbe û kulturek kûr û berfireh, ferhengek pirr dewlemend dixwaze. Bi vê pêwanê Kurdan Berhîm ji xwe dûr nekirine, zarokên wî jî şopandine. Ji ber ku Berhîm ji wan e û wek nirx dîtine. Di romana min ya nû “SELVA” (1) de, Keça Êzîdî ye û dibêje, “destîniya me û Berhîm, yan jî kurê wî Ismaîl yek e. Berhîm kêra ser stuwê kurê xwe bi rondikên xwe sûtiye, em jî kêra ser stuwê xwe, bi allahuekbera çeteyên reş disûtin.” Cûdatî çi ye; zalim û zordestan Xweda kuştiye. Lêgera destîniyê, afirandina hêviyê  tiştekî wiha ye…  Di aliyê bazirganiyê de jî, dîrokzanê herî navdar F. Barudel jî Kurdistanê wek navend dibîne. Dîroka Kurdistanê, bêyî riya hevrîşîm û xanên li ser wê xetê, nayê nivîsandin. Ew xan, pira navbera civakan, têkiliya mirovan ya gelan e. Ew xan çavdêrên dîrokê ne. Yek, hêzên ku ji aliyê rojava ve hatine teva Roma Reş in. Du, hêzên ku ji aliyê rojhilat ve hatina hêzên Garanî ne. Li hemberî van hêzan bajarên wek Dara, şikeftên Hessunî, şikeftên Haramiyan, Heskîfê, Keliha Mêrdînê hatine avakirin. Çiya kirine kelihên ku nayên standin, kirine kozik û çeperên xwe. Ew xan û dîrok, ew kelih û şikeft valahiya dîrokê didagirin. Lê di sedsala dawî de gelek valahî ketin dîroka Kurdan. 

Ji bo ku efsane û dîroka talankirî, alfabeya winda, foklora parçekirî, ferhenga dagirkirî, hişmendiya dîlgirtî werê tomar kirin, lêkolînên demdirêj lazim in. Tenê tomarkirin jî ne bes e, zimanê hemdemî û wergera wan berheman jî giring e. Lê edebiyata Kurdî, di rewşeke ku temtêl û nexşeya pêşketina wê ne diyar de ye. Lingek li Ewropa ye, lingek li metropolên Tirkiyê ye, lingek li Kurdistana dagirkirî ye. Kurdistan dagirkirî, piştî şerekî demdirêj ketiye pêvejoya “defacto”yek ne meşrû. Lewra disiplîna nivîskariyê jî biqasî vê rewşê kambax e. Gelek zimanzanên me hene, dinivîsin û berhemên xwe jî derdixine bazarê, lê teva li ser “rêzimanî” radiwestin. Heta îro min, ne dîtiye ku zimanzanên me, baskên zimanzaniyê, wek morfolojî, linguistik, historik, felsefîk, hiquqî, aborî û hwd. rawestiya ne. Hêza zimanê Kurdê hîna xwe diyar nekiriye. Edebiyata klasîk, dîrok û nasnameya Kurdî, ferheng û belgeyên di xeşîman de veşartî ne. Hêdî hêdî dikevine destên akademisyenên di zanîngehên dewletê de kar dikin. Bêguman mirovên hêja û bi namus jî di nava wan de hene, lê pirraniya wan xespkar in, xwediye îdeolojiya felzekê ne.

Vêce; Têkiliya Harranê, têkiliya Torê, ya Botanê, bi du aliyan de zêde heye: Yek Çolîstan e, yek jî Derya Spî ye… Her karwanê bazirganên ji her du aliyan ve tên, pêwiste biçin Harranê, biçin Midyad û Nisêbînê, pêwiste biçin Botanê û piştre bi aliyê Serhedê ve hewa bikevin. Ev guzergah, biqasî têkiliyên bazirganî, di têkiliyên kulturî û ferhengî de jî roleke mezin lîstine. Mînaka xanên li ser riya hevrîşîm ev bû. Mînaka Heredot tê zanîn. Mînaka duyemîn Behlûlê Zana ye, Keçelonek e, Ewc e… Gelek mînakên din jî hene, ku lehengên van çîrok û çîvanokan, lehengên efsaneyan têkildarî van kulturên cûda bûne… Çîrokên hezar Şev û Şevekê, yan jî Şahnameya Firdewsî… Eger çavkaniya edebiyata klasîk ya Kurdan Alexandre Jaba be, helbet emê di rewşek wêranî de bin. Bêguman ciwamêr belgeyên baş parastine, lê edebiyata klasîk ya Kurd tenê ne ew in. Endirekt têkildarî belge û arşîvên dagirkeran û îdeolojiya felzekeyan e.

Li Kurdistanê bi durustiyek zanistî kolanên arkeolojîk ne hatine kirin; lêgerîn û lêkolînên di xeşîm û labîrentên muze û pirtûkxaneyên Rojava, Iran û Ereban de û hwd. ne hatine kirin. Ev karê nifşan e. Bêguman kesên weke Enno Littmann wê derkevin û bêjin Şahmaran efsaneya Cihuwan e, yan jî tirk wê bêjin, di sedsala 15. de Abdî Musa nivîsî ye û efsaneyek Tirkan e… Abdî Musa jî Kurd e… 

Em dizanin ku efsane bi zimanekî xurt, kulturek kûr, cografya, bi diyalektîka civakî û materyalîzma dîrokî ve girêdayî ne. Hêzên garanî û koçber nikarin efsaneyan biafirînin. Lê gelê Kurd, Yewnanî û Fersî efsane afirandine.

- Berhema te derbarê celebên çûk û maran de ecêp dewlemend e. Kitêba te ferhengekê pêşkêşî xwendevanan dike. Taybetîya te û dewlemendiya zimên, nirxê berhemê zêdetir dike. Têkiliya kurbûn, dewlemendiya zimên û romanê dihêne bîra mirov. Dîtîna te çiye?
Medenî Ferho:
Bersiva vê pirsê, di bersiva pirsên din de veşartî ye, lê dîse, ez hinek tiştên cûda jî bêjim. Ji ber ku di nava entelektuel û nivîskarên Kurd de, dîtinek şaş heye: “gotinên herêmî”… Ev gotinek na rast e, gotinên herêmî nînin, diyalekt-devoka herêmî heye. Gotinên her herêmê Kurdî ne, lê di devokê herêman de têne guhertin. Em nikarin bedena xwe bi karên restorasyonê biwestînin… Restorasyon hinekî dîlgirtin e, ne tam nujenî û guhertin e. Restorasyoan li Kurdistanê şopên dagirkerî û birînên dagirkeriya „webayî“ ji holê ranake.

Roman ziman e… Mîna avakirina xaniyekî, xerc, kevir, şakûl, çakûç, kevçik, gaz, mizzen û hosta… Zimanê van amuran teva heye… Ligel zimanê van amur û alavên çêkirina avaniyê, can, giyanekî wan jî heye. Lewra min got roman ziman e…  Ziman dijî, zindî ye û bi can e, xwedî ruhekî ye. Lewra ziman wek nasname tê qebûl kirin. Bi gotineke din: Ziman gel e. Dema ku nivîskar kara xwe li nivîsandina romanê kir, van amur û alavên bi can û xwedî sosyolojiyek gerdûnî teva amade dike, çend caran dibin çavan re derbas dike, ferhenga xwe jî di kêleka wan de bi cih dike û dest bi kar dike. Dema nivîskar dest bi avakirin û hunandina avaniya romanê kir, êdî roman nivîs û cîhana lehengên romanê dibine yek û dikevine pêşbaziyê. Eger roman nivîs ne xwedî hêzek têr pîkol be, di destpêkê de plan û sazumankariya xwe nekiribe, lehengê romanê serî jê destîne û di her holkê cîhana romanê de pîkolê dike û diçe. Rê û rêçik li ber nivîskar winda dibin. Hostatiya li ser amurê “sekih” divê herdem nivîskar be. 

Hêza nivîskar gotin e. Roman jî hêza gotinê û hunandina avaniyê ye. Hêza giring ya nivîskar gotine. Gotin jibo nivîskar, kevirê QATORO ne. Kevirên Qatoro, li Midyad û Nisêbînê hene, ew avaniyên bi kevirên Qatoro hatine çêkirin bûne çavkaniya ekola mîmariya Baroq. Vêce; divê nivîskar cografya welatê xwe, sosyolojiya civaka xwe, dîrok û toreyên civaka xwe, folklora gelê xwe, cil û berg, xwarin û vexwarin, baneyî û geştê, zozan û koçeriyê, mercên demsalên Kurdistanê hwd. baş zanibe, nas bike. Roman, tevahiya zanistan di nava xwe de diragire. Mînak: Nivîskar toreya gelê xwe nizanibe wê gelek aliyê romana xwe pine bike. Roman tenê ziman jî nine. Mînak II: Her rîtm û wersiyona folklora Kurdî banga evînekê û jesteke evîndariyê ye. Divê nivîskar van taybetmendiyan zanibe. Têkiliya mirov û civakê ye, têkiliya civak û xweza ye, dîrok û diyalektîka jiyanê ye. Divê van teva bi hêza gotinê bihune û bi estetîzek formal bide. Ev van xisletan li ber çavan digirim. Divê refên magazine kultur û edebiyata Kurdî werin dagirtin. Tê zanîn, ferhenga zimanê Kurdî bi terayî ne hatiye amade kirin. Refê pirtûkxaneya kurdî jî vala ye. Magazîna kultura Kurd vala ye. Em mecbur in van refan dagirin. Mêrî çê wê desthilînin. Ji bo vê jî ez, xwe li hemberî nifşê paşerojan deyndar dibînim. Ez hewil didim ku dewlemdiya xwe bi nifşên paşerojan re parvebikim.

Nivîskarî disîplîn e. Disîplîna nivîskariyê, li ba min biqasî pêdiviyên olî pîroz e.

Çavkaniyên perwerdeya hişmendî û hewngîriya min civaka Kurd û nirxên cografya Kurdistanê ne. Pênc xalên ku min li jor rêz kirin in. Jiyana min Kurdî bû û di Keliha Qesrê de bi qîr û teşqeleyên sedsalan hate xwedî kirin. Serpêhatî û vegotinên civakî di qulûqewêrên dîwaran de veşartî bûn, ez li wan qul û qewêran geriyam. Min her vegotin, gotin bi gotin, wek libên tizbihê di atlasê mêjiyê xwe de darvekirin. Ya duyemîn, lêgerînên min û her gotina dibihîzim dinivîsim. Berîkê min tejî kaxez in. Ez evîndarê pênûsên delal û defterên notgirtinê me. Ez evîndarê zimanê Kurdî me.

Dawî: Ziman mirov e, di kesayeta mirov de civak e. Amurê herî bi hêz yê nivîskar e. Nivîskar dive di Mambêj be. Mambêj jî, bi ferhanga xwe ya dewlemend û hêza vegotinê, guhdaran li dora xwe didê hev.

Medenî Ferho: Sala 1947'an li gundê Mizîzexa bi ser Midyadê ve hatiye dinyê. Piştî lîseyê, dibistana mamosteyiyê dixwîne. Di gel mamostetiyê, sendîqeya mamosteyan TOS ê de jî dixebite. Dema mamostetî dikir, gelek caran hate surgûn kirin. 1973 an, di rojnameya Cumhuriyetê dest bi karê rojnamevaniyê dike. Bi hatina cunta 12 ê Êlûna 1980 î tê girtin. Girtina wî şeş sal û nîvan dom dike.

Rojnamevaniya Ferho bi kurdî, di gel nûnertiya rojnameya Welat li Belçîkayê, rojnamevaniya TV yî didome. Lê bêhtir bi xebatên xwe ên edebî, bi roman û helbestên xwe tê nasîn. Berhemên wî ev in: Topragin Turkusu: helbest, tirkî, Kaytan Osman: çîrok, tirkî, Mapusluk Gerçegim: helbest, tirkî, Beranê Kozî: çîrok, Mîrza Meheme: roman, Berxwedan Jiyan e: roman, Hey Gerîla: helbest, Hades Îş Başmda: roman, tirkî, Xaltîka Zeyno: roman, Marê di tûr de: roman, Banga Hawarê: helbest perî...

(QEDİYA)

 

 

 

Bu yazı toplam 762 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.