Bi pergala avakirin hewcehiya ceyranê dibînin

Bi pergala avakirin hewcehiya ceyranê dibînin
Malbata Înan a li gundê Geliyê Axkîsê dijî ji bo hewcehiya xwe ya ceyranê pêk bînin ava cem beralî aşê genim ê ji ermeniyan mayî dikin û bi pergala ava kirin ceryanê çêdikin.

BEDLÎS - Bi santrala hatî avakirin rojê 300 kîlowat ceyranê çêdikin û hewcehiya malekê û 4 dikanan dibîne.


Welatiyê bi navê Recaî Înan ê ku li gundê Geliyê Axkîsê yê Bedlîsê dijî bi birayê xwe re li aşê kevn ê li ber mala wan santrala ceyanê dike çêkir. Malbata Înan a li gundê Geliyê Axkîsê li aşê genim ê ji ermeniyan mayî pergala enerjiyê dide çêkirin. Malbat bi vê yêkê hewcehiya ceyranê ya mala xwe pêk tînin. Malbatê ji çem bi boriyan av kişandin û ji bo ceyranê çêbike li aş dînamo û perwane bi cih kir. Perwaneyê bi leza avê dizivîre rojê 300 kîlowat ceyranê dide. Malbata Înan bi vê yêkê hewcehiya ceyranê ya mala xwe û 4 dikanan pêk tîne. Li gund dem dem ceyran biçe jî ceyrana malbata Înan naçe.

'Em pereyê ceyranê nadin'

Înan, diyar kir ku bi birayê xwe yê eleqeya wî li hemberî makîneyan heyî re av bi goriyên anîn û bi dînamo û perwan ceyranê çêdikin û wiha got: "Birayê min ji karê makîneyan fêm dike. Li gund aşekî kevin hebû. Li cihê wî me santral ava kir. Bi boruyan me av kişand. Bi vê yekê pergal me ava kir. Li dawiya cihê av digihêjê jî me dînamo û perwaneyek lê cih kirin. Li gorî lezga avê perwane zivirî û enerjî da. Rojê 300 kîlowat ceyranê çêdike. Em xeta ceyranê ya tê mala xwe birî. Em ceyrana bi xwe çêdikin bi kar tînin. Bi saya ceyranê bi pergala me çêkiri me li mala xwe pergala kalorîferê jî çêkir. Em hem germ dibin û hem jî em pere nadin. Li gund hin caran ceyran diçe lê li cem me tu caran ceyran naçe."Meltem Oktay(Diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.