1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Bi yek gurçikî li jiyanê dimîne
Bi yek gurçikî li jiyanê dimîne

Bi yek gurçikî li jiyanê dimîne

Girtiyê nexweş yê bi navê Avnî Uçar yê ji doza PKK’ê ev 22 sal e girtiye, her çendî saziyên tenduristiyê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabinê jî nayê berdan.

A+A-

SÊRT - Paropa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a der barê girtiyên nexweş de her dem nû dike û rojane dike. Di raporê de navê girtiyê nexweş Avnî Uçar 41 salî jî di lîsteya "nexweşên giran" de cih digire. Uçar her gav bi mirinê re rû bi rû ye û bi yek gurçikekî dijî. Nexweşxaneya ku têde dihat dermankirin, rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" hat dayîn, lê dîsa jî nayê derman kirin. Uçar di sala 2013’an di meha hezîranê de sewqî Girtîgeha Metrîsê hat kirin, ji bo der barên nexweşiyên wî de lêkolînê bikin ew şandin Saziya Tiba Edlî. Piştî li vir tahlîlên wî hatin kirin li cîhê ku berdin, berovajiyê wê daxwaza berdanê hat redkirin û dîsa şandin Girtîgeha Sêrtê. Li Sêrtê sewqî Nexweşxaneya Fakulte Perwerde û Zanîngeha Amedê.

Rewşa wî xetere

Ji ber ku di demên cuda de bi nexweşiyên giran ketiye û dem dem der barê wî de di çapemeniyê de rewşa wî hat vegotin jî, dîsa nayê berdan û rewşa wî her gavê diçe giran dibe. Uçar di sala 2006’an de ji ber pençeşêrê gurçika wî ya rastê hat girtin. Di sala 2011’an de teşhîsa pençeşêra mesenê hat danîn û dîsa hat emelyatkirin. Uçar di gurçika xwe ya rastê de bi kîsta 21 û 18 santîmî re dijî. Di dermankirinên ku hatin kirin de dem dem teşhîsa "pençeşêrê" û hin dema jî "ne xetere" hat gotin. Di dermankirina dawî de jî hat gotin ku "Kîsta ku bandora wê girane" 

 

Xwişka Uçar Zozan Uçar diyar kir ku dem dem birayê wê nikare derkeve ber telefonê û wiha got: "Ev 22 sal e di girtîgehê de ye, çi xetereya wê heye li derve li gel me bê dermankirin."

Malbata Uçar dê der barê mijarê de serî li ÎHD’a Sêrtê bide û biryarê itiraz bike.

girtiyê-nexwes-2.jpg 

Bu haber toplam 572 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.