1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bijîjkên kurd û serdana ”Veni Vidi”yê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bijîjkên kurd û serdana ”Veni Vidi”yê

A+A-

 

Di edebiyata devkî; kilam, stran, helbest, çîrok, destan û berhemên hatine nivîsîn de, mijara ”derd, kul, êş û nexweşî”yan têra xwe balkêş û cihê lêkolînê ye. Di demên berê de, pirbûna êşên fizîkî û rûhî, tunebûn û kêmhejmariyadoktoranli welêt, bi qasî mirovan, bandora xwe li çandên herêmê jî kiriye. Xelkê ji bo hemû cureyên nexweşiyan dengê hawarê gihandinelehengên mîna ”Hekîmê Lokman”.

Stranên evînê, hezkirinên bêbersiv, zewacên bêdil û yekalî, îxanet û lîstikên li dijî evîndaran, şerê evîndaran û şewata canê wan, bi peyvên êş û nexweşiyan barkirî ne. 

Nexweşî û êşê,bandora xwe li zimanê siyasî jî kiriye. Pirsgirêkên polîtîk û civakîku çareser nabin,anjî dijwar in, şibandine ”derd”, ”kûl”, ”êş”ên bê derman. Nakokiyên navxweyî, birakûjî, dijberî û îxaneta li nijada xwe jî weke nexweşiyan hatine nîşandan. Mîna brînên kur ku di laşê me de vebûne û êşa wan îro jî didome û derman û melhem nikarebikewîne, hatine nirxandin.

Hêzên biyanî, bi riya talan, wêrankirin û zilmê, texrîbatênmezin li cendek û canê mirovan kirine. Di edebiyata devkî û berhemên hatine nivîsîn de li ser dermankirina nexweşî û vê êşê tê rawestandin.

Di berhemên hatine nivîsîn, di lîstikên şanoyî de, huner, edebiyat û siyaset ji bo dermankirina êşa bingehîn tevdigerin. Weke mîsal di şanoya ”Brîna Reş”a rehmetiyê Musa Anter de ”Bedo” ji bo dermankirina ”Brîna Reş” diçe dibistanê, dixwîne. Ji bo dermankirina brîna zarokên kurda kar dike û berxwe dide.
Brîna reş, bi plan û destê siyasetvanên neteweperesthatibû peydekirin. Hikumeta wê demê bi tona genimê jehrî li welêt dabû belavkirin. Bi erzanî hatibû firotin. Xelk nexweş ketibû. Zarok perîşan bûbûn û tesîra jehrê di laşê wan de brînên reş vekiribû. Malbata Bedo jî qurban dabû. Bedo bi teşwîka bavê dixwîne û dibe doktor. Xebatên wî li dijî nexweşiyê balkêş e.
Îro jî heman çîrok didome. Êşên me pir in. Bi sedan Bedoyên me, bi tesîra êş û nexweşiyên dêûbav, nas û xizm û hemwelatiyan li xwendinê sor bûbûn/ dibin. Beşek ji wan doktor in, xizmetê dikin û brînên me yên reş derman dikin.

Nexweşiya min û bijîjkên kurd: Ez ji kurdên Swêdê me. Du nasname û kaniyên çandî bandora xwe li min kirine. Beşa kurd bi giranî be jî bandora aliyê din nikare bê înkarkirin. Ez bi herdu nasname û çandan serbilind im.

Li Swêdê, 8 salên dawiyê, hikumeta rast û muhafezekar, li hemberî ”krîza aborî ya gloverî” gelek tedbîr girtin. Krîzê bandora xwe li gelek welata kir. Ji bo ku zêde li Swêdê neke, çûnên aborî hatin sînorkirin. Swêdê ji awira qelîteya perwerdê (dibistan) û tedawiya nexweşiyan welatek e nasdar û pêşketî bû. Lê qutkirin û sînorkirina mecalên aborî tesîrên neyênî liperwerdê û siheta mirovan kir.

Li peytextê Swêd, Stockholmê sê mihan nexweş mam. Êşa ser sînga min ya çepê zêde dibû û tesîr li çûnûhatin û jiyana min dikir. Gelek caran çûm doktoran. Ji ber êşê çûm”akut”ê. Lê ji ber tedbîrên hikumetê yê aborî, tespîtên tibî bi derengî diket. Nav li nexweşiyê nedihat danîn. Bi vî halî, ez hatim welêt, serdana xizm û nasên xwe li bajarên Mêrdîn û Amedê. Piştî du rojan, nexweşî li min giran bû. Ez rakirim nexweşxaneya ”Veni Vidi”yê li Amedê.

Li nexweşxanê, bi zimanê şêrîn, bi kurdî bi min re diaxifîn. Min derdê xwe û êşa xwe bi kurdî dihanî zimên. Doktor bi kurdî pirsên xwe dikir. Min bi kurdî bersiv dida. Xebatkarên nexweşxanê bi helwêsta mevanheziyê nêzî min dibûn. Pirsa bêbersiv ya sê mihan, di sê saetan dihate ronîkirin:
Damarên xwînê diherikînin dilê min, xitimî bûn. Xwîn ne diherikî. Operasyon pêwîst bû. Min xwe teslîmî bijîjkên kurd kir. Lokman Hekîmên welatê xwe.
Ji bilî pirsgirêka paqijiyê pê ve, hemû tişt pir baş bû. Pêşketinên bijîjkî hêviyên mezin dide mirovî. Spas ji pispor-doktorên dil û xebatkarên Veni Vidiyê re. Îro bi saya bijîjkên kurd, siheta min baş e. Mirov bi hebûn, xebat û encamên wan serbilind e.

Piştî vegera min li Swêdê, hilbijartinên giştî pêk hat. Hikumet hat guhertin. Hikumeta nû kêmasiyên hene dît: Divê alîkariya ji bo sihet û perwerdê zêdetir bibê….

 

Bu yazı toplam 903 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.